Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona pêvajoya çareseriyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, îro civîna xwe ya destpêkê li dar dixe.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser xebatên komîsyonê got, “Êdî dema wê yekê hatiye ku behsa edalet wekhevî û aştiyê were kirin.”
Serokê Parlamentoyê diyar kir ku ew dê di komîsyonê de destûreke nû amade nekin lê dê bingeha wekhevî û biratiyê deynin.
Beşeke axaftina Numan Kurtulmuş wisa ye:
“Li vir mijara me ya bingehîn bê guman ne nivîsandina destûrekê, ne reforma hiqûqê an jî çareserkirina hemû pirsgirêkan di yek carê de ye. Îrade ew e ku em bi bîr bixin ku parlamento, li gel ku dengê gel e, di heman demê de hilgirê aştiya civakî, temînata biratiyê û adresa rewa ya çareseriyê ye.
Ev navê wê yekê ye ku em ne bi hesabên siyasî, pênaseyên teng û qaliban lê bi wêrekî, wijdan û edaletê tevbigerin.
Ji ber ku pêvajoya ku bi xwefesixkirina rêxistinê û bi temamî bêdengkirina çekan dest pê kir, ne mijara ti kes, sazî yan jî avaniyeke siyasî ye; rasterast mijara miletê me yê ezîz e.
Tevî rewşa nazik a şert û mercên gerdûnî û geşedanên herêmî, em mecbûr in ku li hundir yekîtiya xwe mezin bikin, aramiya civakî xurt bikin û li derve jî aştiya herêmî biparêzin.
Divê em eniya xwe ya navxweyî xurt bikin û îstiqrara Tirkiyeyê bi mafekî siyasî yê sazûmanî bi cih bikin. Serdema tarî ya ku rê li ber welatê me girtibû, bi feraseta miletê me û biryardariya dewleta me êdî li paş dimîne.
Em di vê komîsyonê de destûreke nû nanivîsin, belkî em dê hevokên bingehîn ên biratiyê ava bikin û bi hev re tevbigerin.
Parlamentoya me ne tenê dê biratiya hezar salan ji nû ve bîne bîra me, di heman demê de dê wê di platforma siyasî de ji nû ve pênase bike.
Divê were zanîn ku pêvajoya danîna çekan a ku em şahidiyê lê dikin, qet ne encama danûstandin û lihevkirineke bi tawîz e. Ew encam û rava biryardariya miletê me ya ji bo aştî û yekîtiyê ye.
Ev komîsyon kursiya her kesê ku dengê xwe bilind dike ye, tenê bila peyvên me yên hevpar aştî û armanca me ya hevpar biratî be.
Di bin vê banî de ti mijar nîne ku neyê gotûbêjkirin, tenê bila em amade bin ku li hev guhdarî bikin û bila her nêrîn vîna ku bibe beşek ji yekîtî û biratiyê di xwe de bihewîne.
Em dikarin bêjin ku ev salon vegotina îradeyeke siyasî ye ku ji sedî 98ê civakê temsîl dike. Her agahdarî û pêngav dê bi awayekî şefaf û berfireh were kirin.
Her xebata ku di bin vê banî de tê meşandin, dê li ber çavê gel û bi temînata îradeya milet bi pêş ve biçe.
Ji ber vê yekê, divê em ji roja yekem ve prensîbên xebata komîsyonê bi awayekî zelal diyar bikin.
Ji van a yekem şefafî ye. Prensîba me ya din divê vekirîbûn be. Prensîba me ya sêyem a bingehîn jî divê pirdengî be.
Armanca me ne tenê ew e ku em li ser xalên herî kêm ên hevpar li hev bikin.
Em ji bo xurtkirina zemîna herî berfireh a jiyana bihev re li vir in.
Komîsyon dê nebe zemîneke ku nêrîn, hêvî û baweriyên cuda lê li hev bikevin; berevajî vê yekê, dê bibe zemîneyeke xurt a ku îradeya jiyana bihev re lê tê avakirin.
Li gel danîna çekan a bi temamî, pêşniyarkirin û amadekirina sererastkirinên yasayî yên ku dê aştiyê mayînde bikin jî, di nav berpirsiyariyên vê komîsyonê de ye."
Piştî Numan Kurtulmuş serokwekîl û berdevkên partiyan ên komîsyonê di civînê de axivîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse