Pîşekarê pêlavan hewl dide careke din kargeha xwe veke

25-03-2023
Zînê Cahîde Akgul
Pîşekarê pêlavan hewl dide careke din kargeha xwe veke
Pîşekarê pêlavan hewl dide careke din kargeha xwe veke
Nîşan Antakya Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pîşekar û xwediyê kargehê hewl didin kelûpelên ku di bin kavilan de mane derbixin û careke din bikaribin karê xwe berdewam bikin.

Li navçeya Antakya ser bi parêzgeha Hatayê xwediyê kargeheke çêkirina pêlavan dibêje bi piştgiriya Komeleya Pîşesazên Pêlavan kargehek din vekirine lê karker nînin ku bikaribin dest bi kar bikin.

Xwediyê kargeha pêlavan Adem dibêje “Karkerên me canê xwe ji dest dan, derûniya me têk çû. Êdî li vî bajarî ne kargehek me heye ku em kar bikin û ne kolanên me hene ku em lê bigerin. Xaniyekî ku em lê bimînin jî nîne.”

Yek ji pîşekarê pêlavan jî alîkariyê dide xwediyê kargehê û beşek çerm û makîneyan derdixîne daku li kargeha nû bên bikaranîn.

Pîşekarê Pêlavan Fatih got “Me hinek makîneyên xwe derxistin, herçiqas ne saxlem bin jî. Ji bo em bikaribin careke din wan makîneyan bikarbînin divê bên nûkirin."

Li gor amarên Rêveberiya Herêma Pîşesazî ya Antakyayê di erdheja 6ê Sibatê de zerar li kargehên mezin nebûye lê hejmareke zêde ya kargehên li sîteya pîşeyî ya biçûk têk çûne. Tê gotin ku ji ber %70ê karkeran ji navçeyê koç kirine kargehên hene jî nikarin kar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst