Stenbol: Piştî erdhejê kon û çenteyên erdhejê biha bûn

25-04-2025
RÛDAW
Nîşan Stenbol Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê piştî erdhejê çenteyên alîkariya destpêkê ya tenduristiyê bi qasî ji sedî 78 û çenteyên erdhejê jî bi qasî ji sedî 25 hatin bihakirin.

Her wiha bi heman rengî konên raketinê jî hatin bihakirin.

Li navçeya Sîlîvriyê roja çarşemê saet 12:49an li nava Deryaya Marmarayê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû.

Piştî erdhejê kirîna çenteyên erdhejê û alîkariya destpêkê ya tenduristiyê û konan zêde bûye û li gel vê yekê ew hatine bihakirin.

Çenteyên erdhejê ji 373 lîreyên Tirkî bûye 465 lîreyên Tirkî ku ji sedê 25 hatiye zêdekirin.

Her wiha çenteyên alîkariya tenduristiyê jî ji 219 lîreyan bûye 389,50 lîreyên Tirkî ku ji sedî 78 hatiye zêdekirin.

Konên 10 kesî yên ku berê bi 8 hezar û 711 lîreyên Tirkî bûn piştî erdhejê bûn 9 hezar û 480 lîreyan.

Parêzgariya Stenbolê ragihand ku di erdhejê de 151 kesan ji tirsan xwe ji cihên bilind avêtiye û bi wî awayî birîndar bûne.

Paşlerze û erdhejên piştî wê erdhejê berdewam in.

Li gorî AFADê piştî erdheja 6,2 pileyan, li Stenbolê 266 paşlerze û erdhejên din hatine tomarkirin ku ya herî mezin 5,9 pile bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst