Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakîrhan got, "Divê mirov li aştî û biratiyê xwedî derkeve. Divê mirov xwedî lê derkeve ku ev welat enerjiya xwe ji bo demokrasî û azadiyan bi kar bîne."
Bakirhan li Enqereyê di çalakiya piştgiriyê ya Şaxa Navçeya Yenîmahalleyê ya partiya xwe de axivî.
Bakirhan amaje pê kir ku rejîmên yekrû, mezhebî, yên ku cudahiyên welat nas nakin û hemû cudahiyên heyî dixwazin di nasnameyeke tenê de bi cih bikin, di vê pêvajoyê de êşeke mezin dikişînin û diyar kir ku li Rojhilata Navîn rejîmên yekrû yek bi yek têk diçin.
Bakirhan got, "Tirkiye welatekî rengîn e ku nasnameyên cuda û baweriyên cuda bi hev re dijîn û xwedî cografyaya herî xweş a cîhanê û cihekî stratejîk e" û pê de çû:
"Eger em ji van krîz û kaosên ku li Rojhilata Navîn rû didin dersan derxin, em dikarin bêyî ku bikevin nav vê gêjgerê, welatekî demokratîk ava bikin ku hemû kes tê de di nav refahê de dijî, di zemîneke demokratîk de hemû kes welatiyên wekhev in.
Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Birêz Ocalan jî tam îşaretê li vê dike û ji bo me hemûyan, di serî de ji bo desthilatê jî deriyekî, derfeteke mezin vedike."
Bakirhan destnîşan kir ku ew dixwazin hemû gelên li Tirkiyeyê bi hev re, bi biratî, bê şer û bê cudahî bijîn û got:
"Îro di van pêvajoyên dîrokî de, di van rojên ku Birê Ocalan banga aştî û civaka demokratîk dike de, divê mirov li aştî û biratiyê xwedî derkeve.
Divê mirov xwedî lê derkeve ku ev welat enerjiya xwe ji bo demokrasî û azadiyan bi kar bîne.
Divê em siyaseta yekrû ya sed salî ya Tirkiyeyê deynin aliyekî û xwedî li wê derkevin ku ew bibe xwedî destûreke demokratîktir û azadîxwaztir."
"Birêz Ocalan got, 'Ez bi hêvî me'"
Bakirhan li ser hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re axivî û got:
"Rojên borî şandeya me ducare bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Di vê pêvajoyê de wî dîsa daxuyaniyên hêvîbexş dan.
Birêz Ocalan got, 'Ez bi hêvî me, hêvî dikim tiştên baş dê çêbibin, di vê mijarê de amadehiyên min hene.
Eger bi rastî jî yên ku vî welatî bi rê ve dibin, dewlet jî di vê mijarê de samîmî be, ev welat dikare bigihe demokrasî, azadî û refahê ku di ti demê de nedîtiye.'
Em jî vê ducare dikin û îro di vê xwarina piştgiriyê de, di bin vî banî de ku hemû rengên Tirkiyeyê di nav xwe de dihewîne, em dibêjin ku ji bo vî welatî ne şer, ne înkar, ne şer, ne xizanî, lê aştî, dadmendî, hiqûq û demokrasî divên.
Em dê ji bo dadmendî, aştî, demokrasî, hiqûq û azadiyan hemû bi hev re xwedî li wê banga ku Birêz Ocalan kiriye derkevin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse