Komîsyon dê li Hakan Fîdan û Yilmaz Tunç guhdarî bike

25-10-2025
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Yilmaz Tunç Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, dê roja pêncşemê li wezîrên dadê û karên derve guhdarî bike.

Civîn dê 30ê Çiriya Pêşîn saet 11:00an dest pê bike.

Di civîna di bin serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş de dê ewil Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan biaxive.

Fîdan dê agahiyên herî dawî yên li ser pêvajoya aştiyê yên li qadê pêşkêş bike.

Li gorî agahiyan, tê payîn ku Fîdan behsa qonaxa ku di mijara tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav hikûmeta navendî de hatiye, bike.

Tunç dê behsa pêngavên hiqûqî bike

Piştî Fîdan, saet 13:00an de Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç dê biaxive.

Wezîr Tunç dê derbarê pêngavên hiqûqî yên ku piştî çekdanîna PKKyê bên avêtin de agahiyan bide.

Tê payîn ku Tunç derbarê xebatên li ser mijarên wekî guhertina Yasaya Tekoşîna li Dijî Terorê û sererastkirina Yasaya Înfazê de agahiyan bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst