Komîsyon bi Hakan Fîdan û Yilmaz Tunç re dicive

30-10-2025
Nîşan Komîsyon Civîn Hakan Fîdan Yilmaz Tunç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro dicive û tê payîn ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç derbarê pêvajoya çareseriyê agahiyan pêşkêş bikin.

Komîsyon îro saet 11:00an civîna xwe ya 16an li dar dixe.

Tê payîn ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser mijarên herêmî û bi taybetî jî derbarê pêvajoya entegrasyona HSDya ya bi hikûmeta Şamê re agahiyan pêşkêşî Komîsyonê bike.

Her wiha tê çaverêkirin ku Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî derbarê gavên hiqûqî yên ku piştî pêvajoya çekdanînê bên avêtin agahiyan bide endamên Komîsyonê.

Yilmaz Tunç beriya niha ragihandibû ku ew dê "gavên ku ji bo bihêzkirina entegrasyona civakî divê bên avêtin binirxînin."

Tê payîn ku Komîsyon piştî vê civînê, derbasî qonaxa amadekirina raporê bibe û pêşniyarên xwe yên ji bo sererastkirina yasayan pêşkêşî parlamentoyê bike.

Divê were gotin ku Şandeya Îmraliyê jî îro bi Serokkomarê Tirkiyeyê re bicive û mijara sereke ya civînê pêvajoya vekişîna gerîlayan û gavên hiqûqî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst