Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ragihand ku di mehekê de derbarê 18 hezar û 297 koçberan de kar û barên yasayî hatine kirin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Stenbolê di navbera 26ê Hezîranê û 26ê Temûza îsal de li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê 18 hezar û 297 koçber hatine desteserkirin û ji wan 3 hezar û 589 koçber ji parêzgehê hatine dersînorkirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, herwiha 12 hezar û 817 koçber jî bi armanca dersînorkirinê bi kordînasyona Serokatiya Îdareya Koçê bo navendên paşdeşandinê yên parêzgehên cuda hatine şandin.
Li gor amarên Parêzgariya Stenbolê ji Çileya 2022ê ve heta niha li Stenbolê derbarê 94 hezar û 708 koçberan de karûbarên yasayî hatine kirin û 19 hezar û 32 koçber ji parêzgehê hatine dersînorkirin, herwiha bi giştî 66 hezar û 524 koçber jî bi armanca dersînorkirinê bo navendên paşdeşandinê yên parêzgehên cûda hatine veguhestin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse