Li ser îdiaya îstîsmara zaroka 6 salî ji AK Partiyê pêşniyara lêkolînê

27-12-2022
RÛDAW
Nîşan AK Partî Pêşniyarname Zewaca Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên AK Partiyê, li ser îdiaya ku îstîsmara zayendî li keça 6 salî hatiye kirin, daxwaz kirin ku Lêpirsîna Parlamentoyê bê vekirin.

Pêşnûmeya Lêkolîna Parlamentoyê ya ku bi îmzeya Alîkara Serokê Koma AK Partiyê û parlamentera Tokatê Ozlem Zengîn û parlamenterên AK Partiyê hat amadekirin, pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hat kirin.

Di hincetkirina pêşnûmeyê de hat bibîrxistin ku Tirkiyeyê di 14ê Îlona 1990î de Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku di qada navneteweyî de ji zarokan re garantî dike, îmze kiriye.

Di vê çarçoveyê de hate destnîşankirin ku di her warî de ji bo berjewendiyên zarokan gelek tedbîrên qanûnî û îdarî hatine pêkanîn û ev rêzikname hatine rêzkirin.

Hat bibîrxistin ku di guhertina destûra bingehîn a sala 2010'an de jî berjewendiyên herî baş ên zarokan û parastina wan a li hemberî her cure îstîsmarê li ber çavan hatiye girtin û bi vî rengî parastina zarokan li hemberî her cure şîdet û îstîsmarê bi awayekî eşkere di nava erkên qanûnî yên erênî yên dewletê de ye.

Di hinceta pêşnûmayê de hat diyarkirin ku tevî tedbîrên qanûnî û îdarî û hesasiyeta herî zêde ya saziyên dewletê yên li ser mijarê, hate gotin ku car caran hin bûyerên neyînî rû didin ku tê de mafên zarokan tên binpêkirin, tenduristiya derûnî û bedenî û yekparebûna wan tê binpêkirin, zerar dîtine, û di warên cuda de rastî destdirêjiyê tên.

Di pêşnûmanyê de hat ragihandin “Hesasiyeta mezin a civaka me ya li hemberî zarokan, hêrsa ku bûyerên bi vî rengî bi awayekî rast di nav gel de derdixe holê zêde dike. Parastina zarokên me ji her cure îhmal û îstîsmarê berpirsyariya hevpar a dewletê ye, piştre civak û malbatê. Di vê çarçoveyê de bûyera dawî ya xemgîn jî ew e ku zaroka me ya 6 salî di bin navê zewacê de rastî têkiliyeke ku bi her awayî îstîsmarê hatiye û di encamê de nûçeyên destdirêjiya hestyarî û zayendî di çend rojên borî de ji raya giştî re hatin eşkerekirin.”

Herwiha di pêşnûmanyê de ji parlamnetoyê daxwaza lêkolîn hat kirin û wi dibêje “Ji bo tespîtkirina pirsgirêkên di warê bidestxistina mafên bingehîn û azadiyên zarokan di asta herî bilind de û parastina ji her cure destdirêjiyê û pêşxistina çareseriyên nû ji bo têkoşîna li dijî wan, em pêşniyara vekirina Lêkolîna Parlamentoyê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst