Di doza malbata Dedeogullari de proseyeke nû ya darizandinê dest pê kir

28-04-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Di doza malbata Dedeogullari de proseyeke nû ya darizandinê dest pê kir
Di doza malbata Dedeogullari de proseyeke nû ya darizandinê dest pê kir
Nîşan Malbata Dedeogullari
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Dadgeha Bilind a Enqerê biryara Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê hilweşand, di derbarê doza malbata Dedeogullari de li Konyayê proseyeke nû ya darizandinê dest pê kir.

Doza nû di derbarê êrîşa 12 Gulana 2021an de ye, di vê dozê de hemû tometbar hatibûn berdan. Parêzerê malbata Dedeogullari dibêje, hemû belge li ber destê wan in, hem ji dadgeha 4emîn hem ji dadgeha 8emîn xwestiye ku her du dosyeyan bikine yek lê her du dadgehan jî daxwaz red kir û cezayekî kêm dane malbata Keleş.

Dadgeha Bilind a Enqerê biryara Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê ya di derbarê erîşa 12 Gulana 2021an a li hember malbata Dedeogullari hilweşand. Di derbarê doze de proseyeke nû ya darizandinê li 8emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê bi yekem rûniştinê dest pê kir.

Parêzer Atilla Kart anî ziman, “Dadgeha Îstinafê dibêje proseya darizandinê ya nêzîkî sal û nîvekê li 8emîn Dadgeha Cezaya Giran hatiye kirin, li gorî delîlên nehiqûqî hatiye kirin û hemû biryarên 8emîn Dadgeha Cezaya Giran helweşand. Ev jî tê wateya ku dê darizandin jinûve bê kirin.”

Di rûniştina yekem de parêzeran daxwaz kir ku her du dozên di derbarê malbata Dedeogullari de weke yek dosya bêne qebûlkirin û erîşkarên 12 Gulanê bêne girtin lê daxwaz ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.

Parêzerê malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut got, “Di destê me de hemû delîl hene, me hem ji dadgeha 4emîn hem ji dadgeha 8emîn xwest ku her du dosyeyan bikine yek lê her du dadgehan jî daxwaz red kir, ji bo malbata Keleş (malbata erîşkar) cezayekî kêm dan, 9 kes hebûn hinek ji wan beraat kirin, hinekan salek, du, sê, çar heta pênc salan ceza girtin lê me îtiraz kir, me got ew 9 kes jî şirîkê kuştina endamên malbatê ne pêwîst e 10-15 salan ceza li wan bê birîn.”

Di êrîşa 12 Gulana 2021an de 7 endamên malbata Dedeogullari bi giranî birîndar bibûn, doz ji bo 19 meha Îlonê hate paşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst