Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê plana aştiyê ya Amerîkayê ku ji bo mijara çareserkirina pirsa Filistîn û Îsraîlê çareser hatiye amadekirin de ragihan ku “ti hikmê wê plana nîne û ew plan dixwaze axa Filistînê talan bike.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê plana aştiyê ya Amerîkayê ku weke “peymana sedsalê” binav dikin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Wezareta Derva ya Tirkiyê de hat gotin ti hikmê plana aştiyê ya Amerîkayê nîne û daxuyaniyê wiha berdewam dike: "Ev plan dixwaze çareseriya dudewletiyê ji holê rake û axa Filistînê talan bike. Gelê Filistînê û axa wê bi pereyan nayê firotin."
Hat desnîşankirin Orşelîm (Quds) ji bo Tirkiyeyê xeta sor e, pir girîng e û tê gotin: "Em dê destûrê nedin gavên zilm û dagirkeriya Îsraîlê meşrû dikin bên avêtin. Em dê her tim li cem gelê Filistînê yê birayê me ne bin. Ji bo ku li ser axa Filîstînê Filîstîneke serbixwe ava bibe em dê xebatên xwe bidomînin. Planeke ku Filîstîn qebûl neke, em jî qebûl nakin. Heta polîtîkayên dagirkeriyê dawî nebin, aştî dê neyê Rojhilata Navîn."
Plana ya aştiyê ya Rojhilata Navîn a Serokê Amerîkayê
Serokê Amerîkayê Donald Trump dema plana aştiyê ya Rojhilata Navîn eşkere kiribû, gotibû ew dê Orşelîmê wek paytexta Îsraîlê ya nayê perçekirin qebûl bikin û ev plan ji bo Filîstîniyan şansê dawîn e.
Donald Trump gotibû plana aştiyê 80 rûpel e, him ji bo Îsraîlê û him jî ji bo Filîstînê madeyên girîng tê de hene.
Trump da xuyandibû ji bo Filistînê, dewleteke serbixwe ya ku paytextê wê li Qudsa Rojhilat e dê bê avakirin, lê derbarê paytext de hûrgilî nedabû.
Li gor vê planê Trump 4 sal dem dabû Filîstînê ku ew şert û mercên dewletbûna serbixwe bi cih bîne.
Trump gotibû ev plan ji bo dewleta Filistînê û Filistîniyan şansê dawîn e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse