Numan Kurtulmuş: Divê PKK bi lez xwe fesix bike

29-08-2025
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Pêvajoya Çareseriyê Şerê PKK û Tirkiyeyê Komîsyona Pêvajoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got, "Em dê destûrê nedin provokasyonan" û tekez kir ku Komîsyon dê destûrê amade neke lê tenê pêşniyaran pêşkêş bike.

Numan Kurtulmuş, di bernameya "Maseya Edîtoran" a Ajansa Anadoluyê (AA) de derbarê pêvajoya çareseriyê û xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê axivî.

 Kurtulmuş got, "Sedema hebûna Komîsyonê îlana belavbûna rêxistina PKKyê ye."

"Divê PKK bi lez xwe fesix bike"

Serokê Komîsyonê diyar kir ku Komîsyon xwedî hêzeke mezin a nûnertiyê ye û got:

"Divê rêxistina terorê ya PKKyê bi lez pêvajoya danîna çekan û xwefesixkirina xwe bidomîne. Pêwîst e ev pêvajo bê dîtin, tespîtkirin û tescîlkirin da ku gavên din karibin bên avêtin."

Serokê Parlamentoyê her wiha got, ew dixwazin pêvajoyê "bêyî ku zêde dirêj bikin, bi awayekî bibandor" birêve bibin.

"Em destûrê nadin provokasyonan"

Kurtulmuş tekez kir ku ew dê destûrê nedin provokasyonan û da zanîn ku dema xebatê ya Komîsyonê heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an e û eger pêwîst be dê dema Komîsyonê were dirêjkirin.

Wî ragihand ku di hefteyên pêş de dê nûnerên karsaz, sendîka û akademîsyenan vexwînin Komîsyonê.

"Komîsyon dê destûrê amade neke"

Serokê Parlamentoyê bal kişand ser wê yekê ku Komîsyon dê destûrê amade neke û got, "Ev ne Komîsyoneke amadekirina destûrê ye.

Li vir dê yasa û destûr neyên amadekirin. Dê tenê pêşniyar ji bo parlamentoyê bên amadekirin û şandin."

"MGK dê biryarê bide ka PKK belav bûye an na"

Serokê Parlamentiyê piştî ku PKK xwe belav bike dê gavên din bên avêtin û wiha domand:

"Ka PKK bi rastî xwe belav kiriye an na, Komîsyon dê biryarê nede.

Yekîneyên ewlehiyê yên pêwendîdar dê çavdêriyên xwe bikin û di dawiyê de Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) dê bêje, 'erê, belav bûye'. Piştî wê, eger pêwîst be, parlamento dê sererastkirinên pêwîst bike."

Kurtulmuş peyama herî dawî ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî wekî "hêja" bi nav kir û got, "Rêxistinê ragihand ku xwefesix kiriye. Wekî gava sêyemîn jî bi merasîmeke sembolîk çek hatin şewitandin."

“Xweserî, serxwebûn û fermîbûna zimanê Kurdî ne di rojeva me de ne”

Serokê Parlamentoyê ragihand ku di Komîsyonê de ti carî daxwazên wekî xweserî û fermîbûna Kurdî nehatine gotûbêjkirin û rexne li parlamenterê ku lîsteya daxwazan parve kiribû girt.

Numan Kurtulmuş bi awayekî tund ragihand ku di xebatên Komîsyonê de ti carî daxwazên wekî xweserî, serxwebûn, herêmeke cuda û fermîbûna zimanê Kurdî nehatine rojevê.

Kurtulmuş her wiha bi tundî ew parlamenter rexne kir ku lîsteyeke daxwazan wekî ku di komîsyonê de hatibin axaftin parve kiribû û ev helwest wek 'nayê qebûlkirin' bi nav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst