Ozturk Turkdogan: Ji bo rewşa Ocalan dê hinek gav bên avêtin

30-04-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Endamê Heyeta DEM Partiyê Ozturk Turkdogan /Wêne: Rûdaw
Endamê Heyeta DEM Partiyê Ozturk Turkdogan /Wêne: Rûdaw
Nîşan Ozturk Turkdogan DEM Partî Abdullah Ocalan Pêvajo
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Endamê Heyeta DEM Partiyê Ozturk Turkdogan li ser hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Dadê û rewşa Ocalan got, "Wezaret dê ji bo başkirina rewşa Ocalan rojên pêş gavên berbiçav biavêje."

Di pêvajoya bêçekkirina PKKyê de yek ji mijarên gotûbêjan başkirina rewşa rêberê PKKyê Abdullah Ocalan e.

Di hevdîtina dawî ya heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç de jî ev mijar bi berfirehî hatiye axavtin.

Endamekî heyeta DEM Partiyê jî diyar kir ku “Wezaret dê ji bo başkirina rewşa Ocalan rojên pêş gavên berbiçav biavêje."

"Dê hinek gav bên avêtin"

Endamê Heyeta DEM Partiyê Ozturk Turkdogan wiha behsa naveroka hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Dadê re kir:

"Me bi berfirehî behsa rewşa Birêz Ocalan û pêwîstiye vekirina rêyên pêwendiyê bi wî re kir.

Kesekî ku bangeke ev qasî girîng bike ji bo ku ew bikare wekî pêwîst li ser bangawaziya xwe bi azadî kar bike, pêwîst e şertên wî bêne başkirin.

Me behsa vê yekê kir ku pêwîst e hemû rêyên pêwendiyan ji bo Ocalan vekirî bin. Ez bawer im dê di vê mijarê de hindek gav bêne avêtin."

Bi gotina Heyeta DEM Partiyê di hevdîtinê de bi giştî rewşa girtgîhen û bi taybetî jî rewşa girtiyên nexweş jî hatiye gotûbêjkirin.

Hem Dem DEM Partî hem jî beşek aliyên mixalefetê di dixwazin hikûmet di mijara girtîgehan de di serî de pabendî yasayên heyî be û yasayên nû yên pêwîst jî bêne çêkirin.

"Divê bicihkirina yasayan bê asankirin"

Alîkarê Serokê Saadetê Îbrahîm Yildiz li ser pêvajo û mijara girtiyan wiha got:

"Ji bo ku pêvajo bi başî bi rê biçe dibe ku her du alî destvekirî bin û daxwazên hevdû biselmînin.

Di vê mijara girtiyên nexweş de ji xwe yasa hene, lê dibe ku yasa bêne berfireh kirin, bicihkirina wan bên asankirin.

Di dan û standinên DEM Partiyê de mijara rewşa Ocalan wekî xaleke sereke derdikeve pêş.

Beşekmedyaya Tirkiyeyê jî behsa wê yekê dike ku dê ji bo Ocalan li girava îmraliyê malek were çêkirin û şertên wî dê bên başkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst