Rojeva komîsyonê çekdanîn e yan çareserkirina Pirsgirêka Kurdan e?

31-07-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Parlamentoya Tirkiyeyê Komîsyona Pêvajoyê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyeyê navên endamên xwe yên ji bo "komîsyona çareseriyê" diyar kirin.

Partiyên sereke CHP, MHP, AK Partî û DEM Partiyê endamên xwe eşkere kirin lê ÎYÎ Partiyê biryar da ku dê beşdarî komîsyonê nebe.

Tê payîn ku komîsyon di demeke nêzîk de civîna xwe ya yekem li dar bixe û rojeva wê ya sereke entegrasyona endamên PKKyê be.

Lîsteya endaman eşkere bû

Mohleta ku Serokê Parlementoyê Numan Kurtulmuş ji bo diyarkirina navan dabû partiyan bi dawî bû.

ÎYÎ Partî beşdarî komîsyonê nabe, lewma dê komîsyon ji 48 endaman pêk were. Di komîsyonê de dê 21 parlamenterên AK Partiyê, 10 yên CHPyê û her yek ji MHP û DEM Partiyê jî 4 parlamenter hebin.

Lîsteya tam a parlamenterên ku dê di komîsyonê de cih bigirin wiha ye:

AK Partî

Abdulhamît Gul, Mustafa Şen, Kurşat Zorlu, Huseyîn Yayman, Cuneyt Yuksel, Sunay Karamîk, Selamî Altinok, Kemal Çelîk, Mehmet Saît Yaz, Mahmut Atîlla Kaya, Şengul Karsli, Mehmet Şahîn, Ayşe Bohurler, Radiye Sezer Katircioglu, Tahîr Akyurek, Alî Kiratli, Cevahîr Asuman Yazmaci, Gokhan Dîktaş, Burhan Kayaturk, Abdurrahman Babacan, Ersan Aksu

CHP

Murat Emîr, Okan Konuralp, Nurhayat Altaca Kayişoglu, Mustafa Sezgîn Tanrikulu, Turkan Elçî, Turan Taşkin Ozer, Oguz Kaan Salici, Murat Bakan, Gokçe Gokçen, Mehmet Salîh Uzun

MHP

Fetî Yildiz, Muhammet Levent Bulbul, Halîl Ozturk, Yucel Bulut

DEM Partî

Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, Cengîz Çîçek

Partiyên Din

DSP: Onder Aksakal

Partiya Rêya Nû: Bulent Kaya, Mehmet Emîn Ekmen, Mustafa Bîlîcî

HUDA PAR: Zekeriya Yapicioglu

TÎP: Ahmet Şik

EMEP: Îskender Bayhan

Partiya Yenîden Refahê: Dogan Bekîn

"Komîsyon dê havînê jî bixebite"

Endamê Komîsyonê Mehmet Emîn Ekmen li ser xebatên komîsyonê ji Rûdawê re got, “Şêwaz û bernameya karkirina komîsyonê hîn ne diyar e.

Ez bawer im Serokê Parlementoyê dê roja duşemê endamên komîsyonê ji bo civînê vexwîne û dê di civîna yekem de nav û rojeva komîsyonê bê diyarkirin.

Her çend di havînê de parlemento girtî be jî, dê komîsyon bê navber karên xwe bidomîne.”

DEM Partî: Divê sedemên pirsgirêkê bên gotûbêjkirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî ji Rûdawê re eşkere kir ku ew li bendê ne ku komîsyon ne tenê mijara çekdanîna PKKyê lê hemû pirsgirêkên heyî gotûbêj bike û wiha got:

“Dema em behsa aştiyê dikin, em dibêjin divê sedemên ku ev encam derxistine jî ji holê rabin.

PKK dibêje, ‘Min dest avêt çekan ji ber ku min li vî welatî rê û rêbazên demokratîk nedîtin. Çima? Ji ber ku înkar û tinehesibandin hebû.’”

Ji bo navê komîsyonê du pêşniyar

Li aliyê din, Serokwekîlê AK Partiyê Abdullah Guler jî got, “Înşelah endamên komîsyonê dê li gorî armanca me ya Tirkiyeya Bêteror karên baş bikin.

Em jî wekî AK Partî di asta herî bilind de piştgiriyê didin xebatên komîsyonê.”

Ji bo navê komîsyonê, heta niha MHPyê du nav pêşniyar kirine. Yek ji wan "Komîsyona Biratî û Hevgirtinê" ye û navê duyem jî "Yekîtiya Neteweyî û Lihevkirin" e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst