Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş derbarê pêvajoya çareseriyê diyar kir ku peyva sereke ya vê pêvajoyê ne “çek” e, “hiqûqa biratiyê” ye.
Demîrtaş her wiha rexne li dewlet û desthilatê girtin ku ji bo hiqûqa biratiyê ti gav nehatine avêtin.
Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku niha li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, li ser pêvajoya aştiyê ji T24ê re nivîsand.
Demîrtaş di nivîsa xwe de rexne li desthilat û dewletê digire ku derbarê “hiqûqa biratiyê” gav neavêtine û tenê pêvajo wekî polîtîkayeke ewlehiyê dîtine.
"Gavek jî nehat avêtin"
Selahattîn Demîrtaş di nivîsa xwe de anî ziman:
“Peyva sereke ya pêvajoyê ne çek e, biratî ye. Ji ber ku çekan hiqûqa biratiyê bi xwîn dikir diviyabû ji holê rabe.
Di heman demê de diviyabû hest û hiqûqa biratiyê jî bihata başkirin.
Lê ji bo vê yekê gavek jî nehat avêtin. Ez ne behsa yasayên ku diviyabû bihata çêkirin dikim ku ew bi xwe jî nehatin kirin.
Lê beriya yasayan diviyabû kar bihata kirin ku di hestan de yekîtî çêbibe. Lê ev jî nehat kirin.”
Demîrtaş diyar kir ku di vê pêvajoyê de bingeh ne îdeolojî ye, hest e ku divê di nav Kurd û Tirkan de bê avakirin.
Wî her wiha amaje pê kir ku eger hesta biratiyê neyê avakirin, tenê bi yasayan pirsgirêk çareser nabin û got:
“Eger hûn hewl bidin yasayan çêbikin lê hest tunebe, hûn dê hem zehmetiyê bikişînin û hem jî li dijî îradeya gel tevbigerin.
Ew şaşiyeke mezin e ku mirov her tiştî bi yasayê ve girê bide û li bendê be ku gava yasa derkevin dê hemû pirsgirêk demildest werin çareserkirin.
Mînak, eger parlamento sibe yasayekê derxîne û bibêje Kurd û Tirk bira ne û divê ji hev hez bikin, gelo dê pirsgirêk çareser bibe?
Gelo dê her kes serê sibê dest bi hezkirina hev bike?”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse