Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku 49 xwendekarên ji Sûriyeyê dê li Tirkiyeyê dest bi perwerdeya li akademiyên bejayî, deryayî û şer bikin.
Berdevkê Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê Zekî Akturk doh di civîneke çapemeniyê de derbarê hevkariya leşkerî ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de agahî dan.
Akturk diyar kir ku 49 xwendekarên ji Sûriyeyê dê li dibistanên leşkerî yên Tirkiyeyê dest bi perwerdeyê bikin.
Akturk her wiha da zanîn ku heta niha ji 29 welatan bi giştî 696 xwendekar li akademiya şer û 241 xwendekar jî li lîseya leşkerî perwerde dîtine û di vê çarçoveyê de leşkerên artêşa Sûriyeyê jî dê li dibistanên artêşa Tirkiyeyê perwerdeyê bibînin.
Tirkiyeyê bi armanca hevkariya leşkerî, 13ê Tebaxê li gel hikûmeta Sûriyeyê "Bîrnameya Lihevkirinê ya Perwerde û Şêwirmendiya Hevpar" îmze kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse