Hewlêr (Rûdaw) - Aynur Epliya ku 32 salan girtî mabû, di 54 saliya xwe de ji Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê hat berdan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Eplî bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.
Aynur Eplî di derketina ji girtîgehê de axivî û diyar kir ku ji ber hevalên xwe yên ku li girtîgehê mane, ew şahiyeke xemgîn dijî.
Aynur Eplî, dawiya sala 1993yan di 22 saliya xwe de li Îdirê hatibû desteserkirin û li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Erzinganê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.
Hat zanîn ku berdana Aynurê du caran hatibû taloqkirin.
Eplî di salên girtîgehê de li girtîgehên Erzirom, Êlih, Sêrt û Sêwazê ma û herî dawî ji Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê hat berdan.
Hat diyarkirin ku nexweşiyên giran ên wekî tumora mejî bi Aynur Epliyê re hene.
Aynurê par di warê karîkaturê de Xelata Navneteweyî ya Mafên Mirovan standibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse