Îsraîlê 96 girtiyên Filistînî berdan

13-10-2025
RÛDAW
Nîşan Filistîn Îsraîl Girtî Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê di qonaxa yekem a peymana agirbestê ya li Xezeyê de 96 girtiyên Filistînî serbest berdan ku di nav wan de yên ku cezayê heta hetayê li wan hatibû birîn jî hebûn.

Li gorî nûçeya Ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, Îsraîlê di çarçoveya agirbest û bihevguhertina dîlan de girtiyên Filistînî ji Girtîgeha Oferê ya li nêzîkî bajarê Ramalahê yê Şerîeya Rojava berdan.

Di nûçeyê de hat gotin ku di qonaxa yekem a peymana agirbestê de 96 girtiyên Filistînî hatine berdan ku di nav wan de yên "cezayê heta hetayê" li wan hatibû birîn jî hene û hat destnîşankirin ku Filistînî ber bi qesra çandê ya Ramalahê ve hatine birin.

Hemasê di çarçoveya peymana agirbest û bievguhertina dîlan a li Xezeyê de 20 kes radestî şandeyên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) kiribûn û hemû dîlên Îsraîlî yên sax berdabûn.

Ofîsa Medyayê ya Girtiyên Filistînî jî lîsteya 250 Filistîniyên ku cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn û dê Îsraîl di çarçoveya agirbestê de berde û lîsteya 1718 kesên ku ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve ji Xezeyê desteser kiribûn, weşandibû.

Çi bûbû?

Serokê Amerîkayê Donald Trump 9ê Çiriya Pêşîn ragihandibû ku di dan û standinên li Misirê de Îsraîl û Hemasê qonaxa yekem a plana agirbestê ya li Xezeyê pesend kiriye.

Peyman li Misirê hatibû îmzekirin û bi erêkirina hikûmeta Îsraîlê di saetên destpêkê yên 10ê Çiriya Pêşîn de ketibû meriyetê.

Piştî ku artêşa Îsraîlê li gorî peymanê ji "xeta zer" vekişiya, hatibû ragihandin ku agirbest di heman rojê de saet 12:00an li Xezeyê ketiye meriyetê.

Di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de ku ji 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan heta peymana agirbestê dom kirin, 67 hezar û 682 kes mirin û 170 hezar û 33 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst