Berî şeş mehan, Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirk (MHP) Dewlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de, însyatîvek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ragihand; daxwaz kir ku zemîn were amadekirin ku serokê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, ji Girava Îmraliyê were Parlamentoya Tirkiyeyê û biryara fesixkirina PKKyê bide.
Ev helwesta Bahçelî ji bo raya giştî ya Kurd û Tirk, cihê ponijînê bû; ji ber ku ew di dirêjahiya temenê xwe yê siyasî de yek ji neyarên serhişk ên Kurd bû, partiya wî jî ji nêrîneke nijadperestane hebûna Kurdan înkar dikir. Wekî terorê li pirsgirêka Kurd dinêrîn.
Gelek caran di nava parlamentoyê de ji parlamenterên Kurd re digot terorîst û daxwaz dikir ku divê cihê wan ne hola parlamentoyê lê zindan be, ji ber vê yekê guherîna ji nişka ve ya helwesta Bahçelî û partiya wî, ji bo kesên ku xwedî agahiyeke siyasî ya herî sade bin jî cihê gumanê bû.
Her çend di van 6 mehan de cureyek vebûn li hemberî Kurdan heye, heta radeyekê tecrîda li ser Ocalan hatiye kêmkirin û şandeyên DEM Partiyê çend caran serdana wî kiriye, peyam û daxuyaniyên wî ji zindanê anîne ji bo raya giştî, ji bo Qendîlê û serkirdeyên Başûrê Kurdistanê.
Ocalan jî amadebûna xwe diyar kir ku şer û kuştinê bi dawî bike û qonaxeke nû ya pêkvejiyana Kurd û Tirkan li wî welatî dest pê bike. Ji bo vê armancê jî ji aliyekî ve daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku zemîna aştiyê û çareseriya yasayî û demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd peyda bike, ji aliyê din ve jî daxwaz ji PKKyê kir ku kongreya bidawîkirina xebata çekdarî û fesixkirina xwe li dar bixe.
Tevî ku Erdogan ji kêliya destpêşxeriya Bahçelî ve, wekî Serokkomar û hevpeymanê Bahçelî di hikûmetê de, piştgiriya xwe ji bo dan ser rêya aştî û demokrasiyê anî zimên jî di warê pratîk de êrîş û operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li ser gerîlayên PKKyê rojekê jî nesekinîne.
Tewra piştî ku PKKyê amadebûna xwe ji bo bersivdana banga rêberê xwe yê girtî anî ziman ku ew amade ne kongreyekê li dar bixin ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û daxwaz kirin ku divê zemîna şer biguhere bo zemîna aştiyê, da ku PKK karibe kongreyê li dar bixe, lê Tirkiye bi top, balafir û şerê çeperan êrişên xwe didomîne.
Tirkiye di gotarên xwe yên medyayî û siyasî de jî êdî tu îfadeyan ji bo pirsa çareserî û pêvajoya aştiyê bi kar nayîne lê hemûyan bala xwe berdaye ser yek îfadeyê ku ew jî (Tirkiyeya Nû, Tirkiyeya bê teror) e. Vê yekê jî gumanên ku Tirkiye ji serî de di gel vê pirsê de ne rastgo bû û mebest û armancên wê yên veşartî hebûn zêdetir kiriye, ya ku navê wê kiribûn pêvajoya aştiyê, gaveke taktîkî bû.
Tişta ku ez jê ditirsim û ji destpêkê ve gumanên min derbarê vê pêvajoyê hebûn, ducarebûna dîroka serdema Sykes-Picot e. Min çend caran di gotar û nêrînên xwe de jî diyar kiriye ku ez tiştekî veşartî hîs dikim û em Kurd jê bê hay in. Ji ber vê yekê, ez bi eşkereyî û rasterast li dijî wan hewl û gavan bûm ku daxwaz dikir PKK çekan deyne.
Berî 110 salan (1915-1916), tîmeke dîplomatkarên Fransî û Brîtanî ku ji (dîplomatkarê fransî François Georges-Picot û dîplomatkarê brîtanî Mark Sykes) pêk dihat, nexşeyek ji bo dabeşkirina herêmê, bi taybetî herêmên di bin desthilatdariya Împeratoriya Osmanî de amade kir.
Paşê di peymanekê de bi navê rêkeftina (Sykes-Picot) Brîtanya û Fransa bi agahdariya Rûsya û Îtalyayê, peyman îmze kir. Dema ku vê tîmê nexşe çêkir, ne raya giştî û ne jî Împeratoriya Osmanî ji vê planê ne agahdar bûn; çend salan piştî wê û bi dawîhatina Şerê Cîhanê yê Yekem re, plana xwe xistin warê cîbicîkirinê.
Tirsa min ew e ku ez dûr nabînim ku haya Tirkiyeyê ji senaryoyeke bi vî rengî hebe ji bo guherîn û nexşeya dahatû ya herêmê ji aliyê hêzên mezin ên cîhanê ve çimkî li ser erdê ti carî wekî niha hewldanên xwe ew qasî zêde nekirine ji bo tecrîdkirina Kurdan lê belê di medyayê de jî herî zêde daxuyanî derbarê biratiya Kurd û Tirkan ji devê serokkomar û berpirsên payebilind ên din ên welêt ve tên dayîn.
Tewra tabuyên ku berê ne xeta sor lê wekî kufrekê bûn derbas kir dema behsa wê yekê kirin ku mafê Kurdan li ser dewleta Tirkiyeyê heye, niha dibêjin Tirkiye çi qasî milkê Tirkan be, ew qasî jî milkê Kurdan e.
Ez vê pêvajoya bi nav pêvajoya aştiyê ku di bin top, balafir, dron û êrişên leşkerî de tê meşandin, wekî senaryoyeke xapînok dibînim ku dixwazin Kurdan ji wan ihtimalên guherînên herêmê bê par û bê maf bihêlin, bi hinceta ku pirsgirêka wan di nav welatên wan de ber bi çareseriyê ve diçe.
Tewra tişta ku li dijî Ocalan jî tê meşandin ku heta berî 6 mehan çend salan di bin tecrîdê de hatibû hiştin û rê nedihate dayîn ku malbat û parêzerên wî jî wî bibînin, vêga tewra peyamên wî ji bo rêxistinên ciwan û jinan jî hene. Ev vebûna di asta navxwe ya Tirkiyê û a ku hefteya borî li Îtalyayê jî hat birêvebirin ku nasnameya rûmetê ya welatê xwe da Ocalan, cihê ponijînê ye.
Berî 25 salan dema ku Abdullah Ocalan berê xwe da Îtalyayê, li Ewropa û Îtalyayê bi sed hezaran Kurd ji bo piştgiriya Ocalan û pêkanîna zextê li ser Îtalyayê xwenîşandan li dar dixistin da ku mafê mayînê bide wî, lê ti welatê Ewropî ne amade bû deriyê xwe jê re veke.
Îro bêyî ku ti kesî bi awayekî eşkere ew daxwaz ji Îtalyayê kiribe, ku hê jî Ocalan di girtîgeha Tirkiyeyê de ye û Îtalya regeznameyê dide wî, ev yek cihê gumanê ye.
Divê Kurd li hemû parçeyên dagirkirî yên erdnîgariya xwe û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ku bi Tirkiyeyê ve hatiye girêdan, gelekî hişyar tevbigerin û nekevin feqa Tirkan. Ti baweriya min bi wê yekê nîne ku ew tişta ku Tirkiye dest pê kiriye armanca wê çareserkirina pirsa Kurd li wî welatî be.
Kurt û Kurmancî, ez dibînim ku di vî mastî de mûyek heye û eger Kurd ne gelekî hûrbîn û miqate bin, mûyê nav wî mastê Tirkiyeyê dê wan bixeniqîne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse