Stenbol (Rûdaw) - Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê bi Kongreya xwefesixkirina PKKyê êdî derbasî qonaxeke nû dibe.
Ev pêngava dîrokî di nav siyaset, medya û civaka Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bû rojeva sereke.
9ê Gulana 2025an ku PKKyê encamdana 12emîn kongreya xwe eşkere kir, di nav siyaseta Tirkiyeyê de ji ber telefona Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya ji bo siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk wek "îniya bi xêr" tê binavkirin.
Parlamenterê berê û akademîsyenê Tirk Ufuk Urasê ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne ji Rûdawê re da zanîn ku hemû pêngav li gorî teqwîm û plansaziya dewlet û siyaseta Kurd tên avêtin.
"Astengiyên li ber aştiyê rabûn niha dora rakirina astengiyên li ber demokrasiyê ye"
Parlamenterê berê û akademîsyen Ufuk Uras li ser kongreya PKKyê û bipêşketinan wiha got:
"Ya rast kongreya PKKyê kongreya xweveguherînê ye. Yanê êdî ji siyaseta îllegal derbasî siyaseta legal dibe.
Bi îhtîmaleke mezin DEM Partî jî wê payîzê kongreya xwe saz bike.
Wisa xuyaye ku piştî cejnê jî wê çaçroveya yasayî wekî pakêteke were rojeva Parlamentoyê.
Yanê astengiyên li pêşiya pêkanîna aştiyê rabûn niha êdî dora rakirina astengiyên li pêşiya demokrasiyê ye."
Parlamenterê berê yê AK Partiyê û endamê berê yê Şandeya Aqilmendan Ahmet Faruk Unsal, dibêje divê êdî 'mafê hêviyê' ji bo Ocalan were bicihkirin û dewlet berpirsyariya xwe ya hiqûqî û siyasî pêk bîne.
"Divê mafê hêviyê were bicihkirin û qeyûm bên rakirin"
Ahmet Faruk Unsal tekez kir ku piştî kongreya PKKyê berpirsyarî ketiye ser milê dewletê û wiha pê de çû:
"Niha piştî kongreyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan êdî berpirsyarî ya dewletê ye.
Em li bendê ne êdî gavên hewce biavêje. Yanê di serî de ji bo mîmarê aştiyê Ocalan 'mafê hêviyê' were bicihkirin. Qeyûm bêne rakirin.
Her wiha divê êdî perwerdeya bi zimanê zikmakî û di rêveberiyên herêmî de bikaranîna Kurdî bê naskirin."
Derbarê pêvajoyê de pêngav û daxuyaniyên dawî di nav civakê de hêviyên aştî û çareseriyê zêdetir dikin.
Êdî piraniya welatiyên Tirk jî dixwazin pirsgirêka Kurdab bi rêyên muzakere û demokratîk bê çareserkirin.
"Divê zarokên Kurd perwerdeya bi Kurdî bibînin"
Welatiyê Tirk Riza Eskîkoy nêrînên xwe wiha anîn zimên:
"Ev bûyereke pir pir girîng e. Em hemû li benda gaveke wiha bûn. Ev yek wê gelekî bi sûdmend be. Helbet divê maf bên dayîn. Yanê divê zarokên Kurd perwerdeya bi Kurdî bibînin."
Welatiyê Tirk Hasan Demîrcî daxwazên xwe wiha bi lêv kir:
"Ez wekî welatiyekî Tirk dixwazim ku aştî çêbe û ev xwîn raweste. Divê zimanê dayikê bê dayîn. Bawer nakim tu kes li hemberî vê be."
Siyaseta Kurd û derdorên demokrat piştî Kongreya xwefesixkirina PKKyê balê dikşînin ser Deklarasyona 27ê Sibatê ya Ocalan û didin zanîn ku ji bo berdewamiya pêvajoyê lazim e, dewlet zemîneke siyasî û hiqûqî ava bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse