Rûdaw çavkaniya welatên Rojava û navendên biryarê ye

01-12-2025
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Cîhan Bawerî Rastî
A+ A-

Elî Caf *

Hikûmet, navendên biryarê û saziyên akademîk ên navneteweyî wekî çavkaniyeke pêbawer pişta xwe bi Tora Medyayî ya Rûdawê ve girê didin. Di çarçoveya beşek ji raporên salane yên giştî yên îsal de (2025) hikûmetên Brîtanya, Yekîtiya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, zêdetirî 180 caran pişta xwe bi agahiyên Rûdawê ve girê daye û Rûdaw wekî çavkanî nîşan daye. Her wiha Rûdaw di hejmareke berbiçav a lêkolînên siyasî û akademîk de wekî çavkaniyeke pêbawer hatiye bikaranîn.

Wan navend û rêxistinên ku li ser Herêma Kurdistanê û deverê kar dikin, ji bo bihêzkirina lêkolînên xwe raporên Tora Medyayî ya Rûdawê wekî çavkanî bi kar anîne.

Navendên lêkolînê û rêxistinên navneteweyî li cîhanê wekî motora biryardanê li cem desthilatdaran tên naskirin. Hinek ji wan navendên herî girîng ev in: Chatham House, Atlantic Council, Enstîtuya Washingtonê, Saziya Avakirina Aştiyê ya Îraqê (EPIC), Encumena Brîtanî (British Council), GIZ, Neteweyên Yekbûyî (UN), Enstîtuya Şer (ISW), Navenda Cenevreyê ya Mafên Mirovan, SETA, ORSAM, IRAM, Mercy Corps, Komelgeha Henry Jackson, Novact, Enstîtuya Cihûyan ya Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê (JINSA), Enstîtuya Ewropî ya Aştiyê (EIP), Hevpeymaniya Rûbirûbûna Jenosîdê û Navenda Hevahengiyê ya Japonyayê ya ji bo Rojhilata Navîn, li gel gelek rêxistinên din ên navneteweyî. Tevahiya budceya salane ya wan rêxistinan zêdetirî 9 milyar dolaran e.

Li aliyê din, tenê di daneyên Google Scholarê de, di zêdetirî 200 lêkolînên akademîk ên ku li zanîngeh û kovarên zanistî yên naskirî de hatine belavkirin, Tora Medyayî ya Rûdawê wekî çavkanî hatiye bikaranîn.

Ev hejmar tenê wê beşa daneyan li xwe digire ku bi awayekî giştî ji bo her kesî li ser înternetê hene û ji destpêka sala 2025an ve heta 27/11/2025an hatine belavkirin.

Brîtanya

Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê, sala 2025an di çarçoveya çendîn raporan de, pişta xwe bi raporên Tora Medyayî ya Rûdawê girê daye.

Li gorî raporeke Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ku meha tîrmehê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de hatiye amadekirin, 23 caran amaje bi raporên Rûdawê hatiye kirin wekî çavkanî ji bo pêşkêşkirina amara dosyeyên revandin û desteserkirinê li Efrînê, desteserkirina milk û malên welatiyan ji aliyê komên çekdar ve, vegera beşek ji malbatên Kurd û şopandina wan civînên siyasî yên ku daxwaza desthilata nenavendî ji bo Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Her wiha raporên Rûdawê çar caran wekî çavkanî di raporeke taybet bi civaka Durziyan a li Siwêdayê de jî hatine bikaranîn. Ji bilî wê, di raporeke din a Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê de ku taybet bûye bi leşkerên berê yên hikûmeta Sûriyeyê, du caran Rûdaw wekî çavkanî hatiye bikaranîn.

Di raporeke meha çiriya pêşîn de derbarê komên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, 12 caran Tora Medyayî ya Rûdawê wekî çavkanî hatiye bikaranîn ji bo pêşkêşkirina hûrgiliyên tevgerên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û çalakiyên wan ên çekdarî, hewldanên aştiyê yên di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tirkiyeyê de.

Her wiha hikûmeta Brîtanyayê di raporeke din de derbarê Tirkiye û pêwendiyên wê li gel PKKyê, 14 caran pişta xwe bi Rûdawê girê daye ji bo belgekirina agirbesta PKKyê, dadgehkirina rojnamegerên Kurd a li Amedê û şîrovekirina pêkhateya Koma Civakên Kurdistanê (KCK).

Di raporên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê yên derbarê Îraqê de, li 8 cihan amaje bi raporên Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye kirin ji bo mijarên hevzayendxwazî û zayendê li Îraqê ku di heyama borî de bertekên berfireh li pey xwe anîn.

27ê Nîsana 2024an, Parlamentoya Îraqê yasayeke li dijî hevzayendxwaziyê pesend kir, ku li gorî yasayê, cezayê pêwendiya hevzayendî ji 10 heta 15 salan zîndan e. Her wiha propagandakirina ji bo hevzayendxwaziyê, "teqlîdkirina jinan" û neştergeriya guhertina zayendê ya bêyî destûra dadgehê, wekî tawan tên hejmartin û ceza ji bo wan hatiye diyarkirin.

Di raporeke din a Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê de ku meha Îlona 2025an derbarê Îraqê hat belavkirin, du caran Rûdaw wekî çavkanî hatiye bikaranîn ji bo ronîkirina dîtinan derbarê wan astengiyên ku rûbirûyî sîstema dadweriya welêt bûne.

Amerîka

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ajansên hikûmetê wekî çavkaniyeke pêbawer pişta xwe bi raporên Tora Medyayî ya Rûdawê girê daye, bi taybetî derbarê tevgerên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, rola Kurdan di şerê dijî DAIŞê û metirsiyên bihêzbûna rêxistinê.

Di du raporan de ji bo Kongre û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, hêzên wî welatî 20 caran pişta xwe bi raporên Rûdawê girê daye, bi taybetî derbarê wan xalên ku Kurd dixwazin di destûra nû ya Sûriyeyê de bi cih bikin.

Rûdaw, çavkaniya sereke ya dezgehên Amerîkayê bûye ji bo agahdarbûn ji hûrgiliyên konferansa (Yekrêziya Kurdan a Rojavayê Kurdistanê) ku meha Nîsana 2024an li Qamişloyê hat lidarxistin. Her wiha ji bo têgihiştina ji hewldanên tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gel hêzên Sûriyeyê, êrişa dronî ya komên çekdar ên li Îraqê û mijarên din ên ewlehiyê, pişta xwe bi raporên Rûdawê girê daye.

Li aliyê din, Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê di rapora xwe ya salane de li du cihan pişta xwe bi nûçeyên Rûdawê girê daye ji bo şopandina hewldanên Îraqê bo rawestandina şewitandina gaza pê re (flare gas) û hawirdekirina gaza xwezayî ya ji Tirkmenistanê.

Ewropa

Li Ewropayê, Ajansa Penaberan a Yekîtiya Ewropayê ji bo şopandina rewşa Sûriye, Îraq û Libnanê, pişta xwe bi raporên Tora Medyayî ya Rûdawê girê daye.

Di rapora sala 2024an a ajansê ya taybet bi Sûriyeyê de, 13 caran Rûdaw wekî çavkanî hatiye bikaranîn ji bo rûmalkirina mijarên wekî revandin û talankirinên li Efrînê, girtina endamên DAIŞê li Hisîçayê (Hesekê), tevlîbûna komên çekdar û pirsgirêkên navbera hikûmet û hêzên xwecihî, di nav de hêzên çekdar ên Durzî.

Raporên Rûdawê, derbarê Îraqê 41 caran wekî çavkanî ji bo şopandina mijarên hilbijartin, xwenîşandan, bûyerên ewlehiyê, aloziyên eşîran, astengiyên mirovî û rewşa texên lawaz, ji wan zarok, kurên Êzidî û hevzayendxwazan hatiye bikaranîn.

Her wiha derbarê Libnanê jî raporeke Rûdawê derbarê mijareke ewlehiyê û girtina fermandarekî bilind ê DAIŞê de hatiye kirin çavkanî.

Almanya

Wezareta Federal a Koç û Penaberan a Almanyayê, di raporeke sala 2025an de ku taybet e bi Îraqê, 22 caran Tora Medyayî ya Rûdawê wekî çavkanî bi kar aniye. Li gorî raporê, nûçeyên Rûdawê ji bo ronîkirina rewşa Herêma Kurdistanê û Îraqê pişt pê hatiye girêdan. Mijaran vegera malbatên Îraqî yên li Kampa Holê, serjimêriya niştecihan, çekdanîna PKKyê, bombebaranên Tirkiyeyê, rewşa kampan, azadî, kêmavî, biryara efûya giştî, DAIŞ û vegera Kurdên Êzidî ya li Şingalê li xwe girtiye.

Her wiha Parlamentoya Almanyayê di raporeke taybet de derbarê rewşa Kurdên Êzidî û avakirina Şingalê, Rûdaw wekî çavkanî daniye.

Fînlandiya, Danîmarka, Belçîka, Holenda û Îtalya

Di raporên wezaretên koç û koçberan û kar û barên derve yên welatên Fînlandiya, Danîmarka, Belçîka, Îtalya û Holendayê de, derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, Îraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê de, pişta xwe bi Tora Medyayî ya Rûdawê girê daye û wan 15 caran wekî çavkanî amaje bi Rûdawê kiriye.

Li gorî raporên fermî yên wan welatan, beşeke berbiçav a agahiyan derbarê mijarên taybet bi kamp û penaberan, DAIŞ, rewşa Şingalê, rewşa Kurdan li Sûriyeyê û gefên li ser Rojavayê Kurdistanê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê hatine wergirtin.

Her wiha, Parlamentoya Îtalyayê di raporeke taybet bi krîza avê ya li Rojhilata Navîn de, sûd ji agahiyên nav raporên Tora Medyayî ya Rûdawê wergirtiye.

Berevajî salên 1980 û 1990î yên sedsala borî ku welatên cîhanê ji bo bidestxistina agahiyên rast derbarê Kurdan de pişta xwe bi medyaya biyanî girê dida, niha bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê nûçeyên Kurdistanê û welatên deverê jî digihîjin navendên cîhanê.

Amajekirina berdewam bi Tora Medyayî ya Rûdawê ya di raporên fermî û navendên biryarê û bi taybet di mijarên hestyar de, baweriya navneteweyî ya Rûdawê û pêgeha bihêz a Rûdawê wekî çavkaniyeke sereke û pêbawer ji bo raporkirina fermî derbarê bûyeran de nîşan dide.

Berfirehbûn û geşbûna Tora Medyayî ya Rûdawê, cografyaya bandora wê berfirehtir dike û rola medyaya Kurdistanê di çêkirina biryara rast de xurttir dike.

* Birêvebirê Pêwendiyên Giştî yên Rûdawê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst