Di navbera nifşê niha û nifşê berê de

06-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Şoriş Xalid Ajgeyî

Li ser cudahiyên bingehdar di navbera nifşê berê û nifşê niha yê Kurdistanê de û sedemên derketin û peydabûna van cudahiyan gelek tişt hatine gotin û nivîsandin. Lê bi rastî, heya niha ji hev nêzîkkirina van her du cemserên civakî di aliyê hizir, marîfet û cîhanbîniyê de ne pêkan bû.

Gelo hebûna van cudahiyan fena çend pêwîstiyên dîrokî derdikevin û pêwîst e ku hebin? Yanê na…cudahî rûkeş û kilîşeyî ne û ne bi wê qewareyê ne ku hin rewşenbîr, lêkoler û nivîskar qala wan dikin?

Lê, ma bi rastî cudahî di navbera van her du tex û tiwêjeyên civakî de heye?

Nayê înkarkirin ku di gelek aliyan de cudahî hene di navbera vî nifşê niha ku di destpêka bîst û sî saliyên temenê xwe de ye û nifşê ku di pêncî û şêst saliyên temenê xwe de ye. Lê ma cudahî radîkal û bingehdar in? Yanê sade û sivik in?

Bi baweriya min, hin xislet û taybetmendî di warê bîr û bawerî û hizir û nêrînên siyasî, olî, civakî, lênihêrîna navneteweyî û pêwendiyên navbera her du regezên cuda (mê û nêr) û hebûna xisleta serkêşîkirin û nîşandana nerazîtiyê û hez û hêvî û xwestekên taybet, van her du nifşan ji hev cuda dikin.

Nifşê berê hilgirê hin nirxên resen û cihgirtî yên olî, civakî û çandî bû. Tevî hemî rewşên dijwar, nazik û kambax ku bi ser gelê Kurd de hatin, karibûn xweragir bin. Sarî û germî û kambaxiyan bandoreke neyînî li ser wan nekir. Jixwe ev e ku heta niha bûye sembola mana me bi saxîtî û ne pişaftina me di nav botika regezê dagirkar de bi hemî form, naverok û armancên wî.

Ji vê zêdetir jî, lênihêrîna nifşê berê li mijarên wek têkiliyên civakî di navbera kom û takekesên civakê de, awayê fêmkirina mijara xwendin, xwendewarî û bawernameyên zanîngehê û akademî, pêkanîna malbatê û parastina nirx û kevneşopiyên resen ên civakî û çandî, şêwaza reftarkirina bi dê û bav re, bi temamî ji yên nifşê niha cuda ye.

Heke em di aliyê felsefî de jî li cudahiyan binerin, divê em vê pirsê ji xwe bikin: Gelo kîjan nifş heqdar e û kîjan nifş li ser rêça çewt e? Kîjan ji wan daye ser rêça rast û dirust û kîjan jî li ser rêçeke çewt û xwar e?

Li derveyî aliyê felsefî yê vê mijarê, bi nêrîna min nifşê berê bi sadeyî difikirî, bi sadeyî dijiya û bi sadeyî jî serê xwe datanî û bendewariyên wî yên zêde ji jiyan, siberoj, dinyaya materyal û refahiyetê nebû. Lê nifşê niha, sade nafikire û naxwaze sade bijî. Helbet ev nêrîn nayê wateya ku nifşê berê nezan bû û yê niha zana û aqildar e.

Nifşê niha wek nifşê kompûter, dinyaya mecazî, Facebook, satelît, înternet, Google, iPhone, telefon û wireless (bêtêl) tê naskirin. Bi wateyeke din, karakter û melevanê nav cîhaneke mişt pêl, evraz û sernişîv û tijî îmkanên cuda yên "têkiliyan" e.

Lewma pir asayî ye ku nifşê niha bi sadeyî nejî û bi sadeyî jî nefikire û bendewariyên wî ji civak, jiyan û desthilatdaran pir ji wê yekê zêdetir bin ku nifşê berê bikare jê têbigihe û daqultîne.

Têgihiştina vî nifşî ji cîhan û jiyan û têkiliya navbera takekes û regezên pêkhênerên civakê wek dê, bav, malbat, dibistan, mamosta, zanîngeh, navendên xwendinê û pêkanîna malbatê û…bi temamî ji ya nifşê kevin cuda ye.

Sedem jî vedigere wê yekê ku di serdemên berê de, wek mînak berî 50 salî, cîhan sade bû, karakter sade bûn û şert û merc jî ne wek vêga bûn. Civak û têkiliyên civakî jî neketibûn pêşber bahoza wêranker a teknolojiyê û bayê şoreşa bilez a zanyariyan û nirxên civakî û çandî jî cihgirtî derdikdetin û dihatin parastin. Bi wateyeke din, civaka Kurdî ji civakeke modern û pêşketî û mişt teknolojiya zanyarî bêhtir dişibiya civakeke kevneşopparêz û muhafezekar.

Berî 50 salan karakter jî sade bûn…yan spî bûn yan reş, yan xizmetkar, dilsoz û pak û temîz bûn yan jî xayîn û xwefiroş bûn (caş), yan hemî sermayeya xwe ya diravî û manewî ji bo azadî û rizgariyê didan xebitandin, yan jî polperest û dîn û şeydayên post û pile û paye û kursiyan bûn…pir bi hêsanî pêkan bû qencî û xerabî ji hev werin cudakirin.

Rabirdû û karakterên wê wek deftera (hatin û nehatinê) ya dibistanê bûn. Hewcedariya têgihên siyasî û civakî bi şirovekarî û dahûrbûnê nebû…tew pir bi hêsanî dihat zanîn kî qenckar û kî jî xerabkar e, kî xwediyê kesayeteke pak a civakî, olî û niştimanî ya bilind e û kî jî xerabkarî, gendelî, dizî, nepakî, derewkarî, riyakarî û xapandin derbasî nav xwîn û damarên wî bûye…bi saya sadebûna jiyanê û şert û mercan pêkan bû ev hemî pir bi hêsanî û bê westîn ji hev werin cihêkirin.

Li derveyî van jî, berê kes ne bêgav bû mejiyê xwe bi şirovekirin û fêmkirina têgihên demokrasî, nasyonalîzm, komunîzm, faşîzm û (îzm)ên din mijûl bike. Yan jî bixwaze bi rûkeş çav li welatên pêşketî bike yan sîstem û modelên hukmdariyê yên ji nirxên olî û civakî xerîb, bêyî vekolîneke hûr û akademî di civaka Kurdî de bimeşîne.

Van hemûyan wiha kir nifşê berê bibe xwediyê hinek taybetmendiyên bingehdar, ku bi nêrîna min li ba nifşê niha nînin. Wek nimûne nifşê berê di hemî rewşan de umêd û hêviya xwe winda nedikir û hergav mişt hêvî bû ji bo siberojeke geştir. Tirsa wî ji şikestin û têkçûnê jî nebû û baweriya xwe bi karînên xwe winda nedikir.

Dibe ku çavkaniya vê sadebûna jiyan û hêvînebirîna nifşê berê vegere “sadebûna” fikirîna wan. Herwisa “bêhêvîtiya” nifşê niha jî vegere rastbînî, realîzm û bilindiya asta daxwazên wan. Xasma komîserheviya bi dehan pirsên cuda yên bê bersiv ên civakî, olî, siyasî, ronakbîrî, zanistî û akademî ku pêkan e qet nehatibin bîra nifşê berê û kes li wan nefikirîbe jî.

Di dawî de, bi nêrîna min nifşê berê berhema serdem û şert û mercên jiyana xwe ya wê çaxê bû û nifşê niha jî berhem û derencama zemanê taybet bi xwe ye.

Lewra jî em car caran dibînin ku cudahiyên di navbera van her du nifşan de, bi sedema pûnijîn, perwerde û bîr û baweriyên wan ên cihêreng, di dema qewimîna bûyerên navxwe û cîhana derve de bi beloqî derdikevin holê.

Civaka Kurdî bi sedema bindestî û stemkariya desthilatdarên Bexdayê û xebata neteweyî ya gelê Kurd seba azadiyê bi dirêjahiya 80 salên borî û damezrandina çend partî û tevgerên siyasî yên hevdij û berjewendîxwaz, di hemî aliyan de û bi hemî pîvanan civakeke betilî, westiyayî û helak e.

Ji xwe vê wiha kiriye ku nifşek (helbet ne hemî) çêbibe, di rewşa çêbûna biçûktirîn pirsgirêk de, dest bibe ferhengeke tijî dijûn û sivikatîkirin û aliyê beramber pê sivik û biçûk bike. Heke berê ev rewş diyarde bûbe, mixabin di vê serdemê de bûye rewşeke heta tu bibêjî kirêt ji bo kirêttirkirina civakê û rûbirûbûna takekesên wê bi sedema perwerdeya seqet û ruhê serkêş û bersiv nedana daxwazan û hizbîbûna civakê di hemî aliyan de.

Nifşekî kevin ê betilî û westiyayî nikare ji daxwazên civakê re, xasma ji ciwanan re bibe bersiv. Bi sedema tertûbelavî û domandina dubendî û hevrikiyên siyasî, vî nifşî nikaribû li ser dîtina çareseriyeke bingehdar û kêrhatî bixebite. Bi dehan pirsgirêk komî ser hev bûne û pêsîra nişfê kevin girtine, hevdem bûne sedema bêhtir rûbirûbûna her du cemserên nifşê kevin û serkêşiyên nifşê nû.

Tişta ku ji bo nihaya desthilatdaran bi giştî û navendên zanîn û akademî bi giştî pir giring e, têgihiştina regezên pêkhêner ên sereke, berjewendiyên hevdij, berjewendiyên partiyan, peyama partiyan, armanca partiyan ji damezrandina wan, çîn û tex, daxwaz û xwestek, pêdiviyên madî û manewî, asoyên siberojê û gihiştina hez û hêviyên taybet û xweşkirina bingeha gihiştina armancan, bi hevkariya hemû kesên ku li vê herêmê biryarder, xwedî desthilat û nifûz û xemxwerên rasteqîne ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmet Gur / Wêne: Rûdaw Grafîk

Sînem û Feqî

Eşq du cure ne: Yek mecazî ye, yek îlahî ye. Ewilî mecazî dest pê dike. Eşqa mecazî heta hedefekê ye. Gava ji wê hedefê derbas bû, mîna Mem û Zînê. Dema Mem di hepsê de bû, li Zînê aşiq bû. Belê, rojek hat, Zîn ji dinyayê derket û Mem bû aşiqê îlahî. Li ser vê îtîqadê çû rehma Xwedê. Ev bûn bûk û zavayên axiretê