Biratiya Tirk û Kurdan

06-11-2025
Mustafa Uzun
A+ A-

Berî vê çend heftan ji aliyê Saziya Lêkolînên Civakî bi navê “Nexşeya Neteweperestiya li Tirkiyeyê’’ raporek ji raya giştî re hat belav kirin.

Rapor bi rêya anketan bi 2071 kesên ku temenê wan li jorî 18 salî ne û di heman demê de endamên partiyên siyasî yên Tirkiyeyê ne, hatiye çekirin.

Yek ji pirsên raporê wiha ye: Li Tirkiyeyê çend neteweperest hene?

Encam wiha ye:

Ji beşdaran ji sedî 73,4ê Tirkiyeyê xwe wekî "gelek (ultra) neteweperest" an "neteweperest" pênase dikin.  Ji sedî 76,2ê dengdêrên AK Partiyê, ji sedî 73yê dengdêrên CHPyê, ji sedî 95,3ê dengdêrên MHPyê, ji sedî 85,9ê dengdêrên ÎYÎ Partiyê û ji sedî 98,2yê dengdêrên Partiya Zaferê xwe wekî neteweperest pênase dikin.

Pirsek raporê ya balkêş jî ev e:

Her kesê ku hevwelatiyê Komara Tirkiyeyê ye Tirk e.

Bersiva beşdarên anketê wiha ye:

Erê rast e, ji sedî  71,7.  Na ne rast e, ji sedî  28,3.

Pirseka din a balkêş jî ev e:

Divê dibistanên seretayî yên ku zimanê Kurdî hîn dikin jî werin vekirin.

Bersivê beşdarên anketê wiha ye:

Erê, divê werin vekirin, ji sedî  34,8. Na, divê neyên vekirin, ji sedî  62,2.

Di vê raporê de ne diyar e ku çend ji beşdaran Tirk in û çend Kurd in. Lê ji bersivên pirsan diyar dibin ku ji ji sedî 30-35ê beşdaran Kurd in.

Jixwe di hin amarên ku di van salên dawî li Tirkiyeyê hatine çêkirin de ji sedî 35-36ê hevweletiyên Tirkiyeyê xwe wekî Kurd pênase dikin. Û dîsan li gor raporên Yekitiya Ewrûpayê li Tirkiyeyê biqasî 30-35 milyon Kurd hene.

Di van rojên ku li Tirkiyeyê li ser biratiya Tirk û Kurdan pir tê peyivandin, raporek wisa balkêş baş nîşan dide ku ka Tirk bi çi awayî li birakên xwe yên Kurd dinêrin.

Ji ber vê yekê ye ku ji sedî 85-90ê civata Tirk li dijî vekirina dibistanên Kurdî ne. Dîsan li dinyayê ti milletek wekî Tirkan bi awayekî ew qasî eşkere ji sedî 85-90 xwe wekî gelek neteweperest pênase nake.

Bê şik her kes dikare neteweperwer be, ji netewe, ziman, çand û sirûşta netewa xwe hez bike û berjewendiyên netewa xwe biparêze.

Her wiha her neteweperest dikare ji dewleta xwe û nirxên dewleta xwe jî hez bike. Lê dema ku ew netewa ku tu lê dijî ne homojen be û ji gelek milletan pêk were û tu nijada xwe li ser nijadên din bibînî, dijminatiya nijadên din bikî, wan nizmtir bibînî, hingê tu ne neteweperest î tu nijadperest î.

Bi ya min diviya navê vê raporê ne “Nexşeya Neteweperestiya li Tirkiyeyê” bûya, diviya navê raporê “Nexşeya Nijadperestiya li Tirkiyeyê” bûya.

Ji ber ku di navbera neteweperestî û nijadperestî de ferqek pir zelal heye ku yekî neteweperest dema nijada xwe li ser nijadên din re bibîne û rêzê li mafê nijadên din negire, dijminatiya çand û zimanê nijadek din bike, hingê ew dibe nijadperest.

Lewra herkes baş dizane ku nijadperestî ew doktrîn an îdelojî ye ku nijadek xwe ji nijadek din bilindtir dibîne û hemû mafên nijadên din bin pê dike.

Wekî hûn dizanin hemû dewletên li dinyayê hene, maf û azadiya bingehîn ya hemwelatiyên xwe bi yasayan misoger kirine.

Lê di 177 xalên destûra Komara Tirkiyeyê de, li hîç derekê de behsa hebûna Kurdên li nav sînorên Komara Tirkiyeyê de dijîn, nayê kirin.

Berevajiya vê, di xala 66ê ya Yasaya Bingehîn a Tirkiyeyê dibêje:

“Herkesê hemwelatiyê Tirkiyeyê ye Tirk e”. Yanî li Tirkiyeyê bêyî Tirkan kes nîne.

Ev birakên me yên Tirk ku ji sedsalan zêdetir e, bi îdelojiya nijadperest ya Komara Tirkiyeyê ya ku li ser bingeha: Yek millet, yek ala, yek dewlet  û yek welat terbiye bûne.

Û ew, ev sedsal in her roj li dibistanan, li dezgeyên fermî, li ser dîwarên kolanan, li qad û bazaran bi alayz Tirkî, wêneyê Ataturk û bi sloganên nijadperet yên wekî: Tirkek hêjayî cîhanê ye, Tirkbûn berhemeke serbilindî û baweriyê ye,  Kesê dibêje ez Tirk im, ew bextewar e, Neteweya Mezin a Tirk  rû bi rû dibin.

Bi kurt û kurmancî gelê Tirk bi nîjadperestiya Tirkbûyinê ve mezin bûye û ev nijadperestî îro jî berdewam e.

Ji ber vê yekê ye ku wekî di raporê de diyar dibe, ew tenê mafê birakên xwe yên Kurd bin pê nakin, ew hebûna wan jî qebûl nakin. Û bi alîkariya yasayên Komara Tirkiyeyê, Kurdan, Tirk dihesibînin û naxwazin Kurd bi ziman û çanda xwe li Tirkiyeyê wekî Kurd bijîn.

Loma ji ji sedî 85-90ê Tirkan, li Tirkiyeyê ne zimanê Kurdî, ne jî hebûna Kurdan qebûl dikin. Çi çep, çi rast, çi sosyalîst, çi neteweperest, çi oldar, çi muhafazakar, çi liberal, çi humanîst, çi xweza-heywanhez, di nav vê hêjmara mezin ( 40-50 milyon) ya Tirkan de, fikreka wan ya hevbeş heye ew jî ev e: Divê Kurdên li nav sînorên Tirkiyeyê dijîn nebin xwedî tu mafên netewî û divê ew xwe wekî Tirk hest bikin û wekî Tirk bijîn.

Di nav 102 salan de cewleta Tirkiyeyê, bi riya asîmlasyonê û zordariya tund, gelek gelên ku li Tirkiyeyê dijîn lê ne Tirk bûn, kirin Tirk: Wekî gurcî, arnawut, boşnak, pontus.

Lê heta roja me jî wan nikariye Kurdan bikin Tirk, îspata vê ya herî mezin jî îstîtastîkên fermî ne.

Li gorî amarên dawî ji sedî 70-75 Kurdên Tirkiyeyê xwe wekî Kurd pênase dikin. Loma jî dewleta Tirkiyeyê bi hemû dezgehên xwe bi taybetî jî bi riya medyaya sosyal, civata xwe bi dijminataiya ziman, çand û hebûna Kurd terbiye û perwerde dike.

Ew propoganda medyaya nijadperest ku her roj  zimanê şer, nefret, pêşdarazî, biçûkxistin yên li hemberî ziman, çanda Kurdî û gelê Kurd bi kar tîne wilo kiriye ku civata Tirk ketiye nav nexweşiyeke psîkopatolojîk.

Li ba Tirkan Kurd-fobiyeka wiha hîsterîk çêbûye ku ew dema navê Kurd, zimanê Kurd dibihîsin, xwe nerehet hest dikin.

Ji ber vê yekê ye ku bavek û lawê wî, ji bo ku bi zimanê Kurdî bi peyivîne, dikarin bên kuştin. Karkerên li înşatan kar dikin ji bo ku straneka Kurdî gotine dikarin bên lînçkirin.

Li meclîsa Tirkiyeyê bi zimanê Kurdî axaftin qedexe ye, dema yek biaxive jî ew wekî zimanekî nenas tê qeydkirin.

Ev bûyer bixwe li hemberî milletê Kurd nijadperestî û heqareta herî mezin e. Dîsan ji ber vê yekê ye ku bi milyonan Kurd nikarin nasnameya xwe ya Kurdî eşkere bikin û vekirî bi zimanê Kurdî biaxivin.

Ev Kurdfobiya ku li nav civata Tirkiyeyê çêbûye, nexweşiyeke nijadperestiyê ye. Û civata Tirkiyeyê tu empatî yan hestên mirovatiyê ji birakên xwe yên Kurd re nîşan nadin, berevajiya vê, partiyên siyasî yên Tirk ku li ser dijminatiya Kurdan ava dibin her roj zêde dibin, ji ber ku ew partiyên nîjadperest yên Tirk, di civata Tirk de alîgir û emdaman peyda dikin.

Baş e, divê Kurdên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê ne, ji bo ku ziman, çand û hebûna Kurdbûyina xwe biparêzin çi bikin?

Bi ya min bersiva vê pirsê pir hêsan e: Ku hemû Kurd wekî Kurd tevbigerin, yanê li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, di jiyana rojane de zimanê Kurdî bi kar bînin, kesên ku Kurd in bi hev re bi Kurdî biaxivin.

Zimanê lîteratura rêxistin, komele, partiyên siyasî bi Kurdî be. Şîn û dawetên xwe li gor urf û adetên Kurdî li dar bixin. Li camî, li malan, li ser goran ayînên xwe bi zimanê Kurdî bixwînin.

Ev tiştên ku min li jor nivisîne, her Kurdek dikare di jiyana xwe ya rojane de bi hêsanî pêk bîne. Bi kurtî dixwazim bibêjim ziman û çanda me li hember nijadperestiya Tirkan çekê me yê herî mezin e.

Di siyasetê de xwe mexdûr nîşandan tu carî qezenc bi dest naxe. Di nav civata Kurdan de, avakirina hişmendiya kolektîv ya Kurdbûyinê, mirina nijadperestî û siyaseta antîkurd a Dewleta Tirkiyeyê ye. Ku em bixwazin li nav sînorên Tirkiyeyê wekî Kurd bijîn, divê hişmendiya Kurdbûyinê ya kolektîv di nav civata Kurd de ava bikin. Yanê Kurdbûyina xwe li ber her tiştî derbixin pêş.

Ew slogan û propagandayên wekî gelê Kurd û Tirk bira ne, ew wekî goşt û nenûk in, hemû pûç û vala ne. Nimûneya herî baş jî ev e ku: Ev 102 sal in dewleta Tirkiyeyê hîn hebûna Kurdan qebûl nekiriye. Ku em bi hêz bin, em dê hemû mafên xwe bi dest bixin. Hêza me jî ziman û çanda me ye.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Omer Ehmed / Wêne: Rûdaw Grafîk

2026 sala pisporên bazarê ye

Bazar îsal ne cihê wan kesan e ku hewl didin bi asansorê û bi lez bigihin qata herî bilind a avahiyê