Komkujiya Kurdên Êzidî bi bê dengî berdewam dike

08-08-2025
Jan Îlhan Kizilhan
Nîşan Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan Komkujiya Kurdên Êzidî Şingal
A+ A-

Di 3ê Tebaxa 2014an de, jenosîdekê dest pê kir; jenosîdeke ku encamên wê heta îro jî didomin. Wê rojê, çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî (DAIŞ) êrişî herêma Şingalê ya li bakurê Îraqê kirin ku warê civaka Kurdên Êzidî ye. Bi hezaran mêr hatin kuştin. Bi hezaran jin û zarok hatin revandin, wek kole hatin firotin û rastî destdirêjiyê hatin. Cîhanê di dawiyê de ev hovîtî wekî jenosîd nas kir; nasnavek ku niha bi fermî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, gelek hikûmetan û ji Çileya 2023an ve, ji aliyê Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) ve tê qebûlkirin.

Lê belê piştî 11 salan, jenosîd bi rastî bi dawî nebûye. Wê tenê şêwaza xwe guhertiye; ji hovîtiya eşkere ber bi hilweşîneke bêdeng ve. Tişta ku berê bi tundiyê dihat kirin, niha bi rêya paşguhkirina siyasî, neewlehiyê, hilweşîna çandî û trawmaya nav-nifşan (transgenerational) berdewam dike. Jenosîd didome; ne di sernivîsên nûçeyan de lê di êşa rojane ya gelekî ku ji aliyê civaka navneteweyî ve hatiye terikandin de.

Birîna Şingalê ya vekirî

Şingal wekî herêmeke nearam û bêîstîkrar dimîne. Piştî zêdetirî 10 salan herêm hîn jî bi ser xwe nehatiye. Hewldanên jinûveavakirinê rawestiyane, binesaziya giştî wêran bûye û birêvebiriyeke watedar hema hema tune ye. Li şûna aştî û îstîkrarê, Şingal niha bûye qada şer a hêzên rikber; Hikûmeta Federal a Îraqê, milîsên herêmî yên rikber û bermahiyên torên tundrew. Bexdayê heta niha nekariye ewlehiyeke bi bandor an jî kontrola îdarî pêk bîne û Kurdên Êzidî di nava valahiyeke bêqanûnî û tirsê de hiştine.

Ji bo 200 hezar heta 250 hezar Kurdên Êzidiyên ku hîn jî di kampên penaberan de jiyaneke dijwar derbas dikin - gelek ji wan zêdetirî deh salan e - ev tê wateya koçberiyeke demdirêj, nediyarî û bê hêvîtî yê. Her çend di teoriyê de mafê wan ê vegerê hebe jî, ev tenê sozeke pûç dimîne.

Mixabin, Hikûmeta Îraqê heta niha nekariye birêvebiriyeke ewle û karîger li Şingalê ava bike. Van têkçûnan baweriya gel şikandiye û hewldanên jinûveavakirinê felc kirine.

Jenosîdeke bêdeng: Bi rêya koçberî, windabûna çandî û xemsariya cîhanê

Her çend komkujî rawestiyabe jî, ew bi şêweyekî din didome; hilweşîna çandeke ku bi hezaran salan e heye. Êzidî yek ji kevintirîn civakên olî yên cîhanê ne; pirtûkeke wan a pîroz nîne, banga tevlîbûna ola xwe nakin lê xwedî rîtûel û kevneşopiyên kokdar in. Ev pêkhateyên çandî hildiweşin, ji ber ku ew mirovên ku ev çand diparastin, niha yan belav bûne, yan trawmatîze bûne, an jî mirine.

Li vir şêweyê duyemîn ê jenosîdê dest pê dike: Tinekirin bi rêya hilweşandinê

Di xebata xwe ya akademîk a li ser trawmaya nav-nifşan de (Transgenerational and Genocidal Trauma), min nîşan daye ku tundî ne tenê canan distîne. Ew xwe di nava psîkolojiya kolektîf de bi cih dike û dibe sedema felceke çandî ku dikare bi nifşan berdewam bike.

Zarokên ku ji dîlgirtina DAIŞê rizgar bûne yan jî di wê demê de ji dayik bûne, ji nexweşiyên giran ên psîkolojîk û geşedanê diêşin. Jin rastî stresa piştî-trawmayê ya aloz tên lê lênêrîna terapî ya sîstematîk û demdirêj bi awayekî berçav kêm e, hem li Îraqê, hem li Herêma Kurdistanê û hem jî li derveyî welat. Ev jî têkçûneke din a civaka navneteweyî ye. Her çend gotinên hevxemiyê pir caran tên gotin jî, fînansekirina berdewam û piştevaniya rastîn nayên peydakirin.

Jenosîd tenê bi sûcê destpêkê bi dawî nabe. Ew bi bê dengî, bê çalakî û xwedizîna ji berpirsiyariyê ya ku li pey tê, tê temamkirin.

Heta îro jî, derfetên perwerdehiyê yên têr, garantiyên yasayî ji bo kesên ku vedigerin û piştevaniya stratejîk ji bo saziyên Kurdên Êzidî tune ne. Di heman demê de, rikberiyên siyasî berdewam dikin ku hewldanên cidî yên ji nû ve avakirinê têk bibin. Zexta navneteweyî ya li ser Bexdayê bi awayekî xemgîn kêm e.

Gelek welatan bi awayekî sembolîk jenosîda Êzidiyan nas kiriye lê sembolîzm bi serê xwe gelan naparêze. Bernameya taybet a Almanyayê ya sala 2015an ji bo jinên Kurdên Êzidî yên trawmatîze mînakeke kêmpeyda û hêja ya çalakiya bi dilovanî û pragmatîk bû. Û di sala 2023yan de, dema ku Bundestaga Almanî bi awayekî fermî jenosîd nas kir, sozên nû bi xwe re anîn, bi taybetî derbarê ji nûveavakirina Şingalê. Lê belê heta van sozan jî bi piranî nehatine bicîhanîn.

Tişta ku niha pêwîst e, ne bîranînên zêdetir in lê belê tevgereke siyasî ya wêrek e:

  • Fînansekirina berdewam ji bo bernameyên piştgiriya psîko-sosyal li Îraq û Herêma Kurdistanê.
  • Parastina yasayî ya bihêz ji bo pêkhateyan ku di destûra Îraqê de were çespandin û bi çavdêriya navneteweyî were sepandin.
  • Zexta dîplomatîk a zelal li ser Bexdayê ji bo îstîkrara Şingalê û pêkanîna bernameyeke vegerê ya birêxistinkirî bi ewlehiyeke garantîkirî.
  • Bihêzkirina civaka Kurdên Êzidî bi taybetî di warên perwerdehî û parastina çandî de, ji bo parastina nasnameya Kurdên Êzidî û misogerkirina paşeroja wan.

Trawma bi agirbestê bi dawî nabe: Ew bi başbûnê bi dawî dibe

Başbûn ne pirseke duyemîn e. Ew pêşmercek ji bo aştî û pêşketinê ye. Bêyî îstîkrara psîkolojîk, vejîna civakî pêk nayê. Terapî ne tenê mirovî ye, ew pêdiviyeke siyasî ye.

Piştî 11 salan ji jenosîdê Kurdên Êzidî hîn jî di bin gefeke hebûnî (existential) de ne, ne tenê ji ber tundiyê, lê belê ji ber paşguhkirin, birokrasî û xemsariya siyasî. Eger civaka navneteweyî bi rastî bi prensîba "êdî qet" bawer bike, wê demê dema çalakiyê niha ye.

Kurdên Êzidî mînaka wê yekê ne ku çandên nazik ne tenê bi gule û bombeyan lê belê bi xemsariyê jî dikarin werin tinekirin. Eger ew ji holê rabin, ev windahî dê ne tenê ya Îraqê lê ya hemû mirovahiyê be.

Jenosîd bi dawî nebûye. Ew bi rêya felca siyasî, tinekirina çandî û trawmaya mîrasmayî berdewam dike.

Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî zêdetir bike. Divê ew nakokiyên siyasî yên bi Bexdayê re deyne aliyekî û bi gotin û kiryaran, bi awayekî xurt li gel Kurdên Êzidî bisekine.

Divê Êzidî bibihîzin û bibînin: Hûn ne bi tenê ne.

Tişta ku niha ji me re pêwîst e, ne deqeyeke din a bêdengiyê ye lê polîtîkayên bi mebest û bi biryar in ku piştgiriya ji nû ve avakirinê bikin, ewlehiyê misoger bikin û başbûnê bi pêş bixin.

Ewên ku îro di parastinê de têk biçin, dê sibe barê berpirsiyariyê hilgirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e