Çekdanîn bi modela Tirkiyeyê

09-06-2025
Resen Remzî
Nîşan PKK Çekdanîn MÎT
A+ A-

Piştî biryara Kongreya 12an a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya 12ê Gulanê ku tê de dawîanîna li xebata çekdarî ya PKKyê û biryara fesixkirina wê hat dayîn, niha çavê Tirkiyeyê li wê yekê ye ku PKK dest bi çekdanînê bike.

Çekdanîna PKKyê wekî yekê ji mezintirîn û girîngtirîn pêngavên pêvajoya aştiyê û ber bi demokrasiya Tirkiyeyê ve tê hesibandin, xasma jî ji bo wê projeya ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan navê wê kiriye "Tirkiyeya b teror."

Nerazîbûnên nav PKKyê li dijî çekdanînê

Di nav rêzên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û PKKyê de, ji destpêkê ve dengê nerazîtiyê heye ku nabe PKK çekan deyne. Bi taybetî jî di nav wan komên Marksîst-Lenînîst de ku nikarin xebata çekdarî li Tirkiyeyê encam bidin û loma jî wan xwe li PKKyê girtiye û di nava çend salên borî de sûd ji çavkaniyên çek, kampên hewandinê û veşargehên PKKyê wergirtiye.

Di çend rojên borî de, Bereya/Partiya Rizgarîxwazên Gelê Şoreşgêr (DHKP-C) bang li çekdarên PKKyê kiriye ku deriyê wan vekirî ye ji bo wan çekdarên PKKyê ku naxwazin çekan deynin.

Di nav rêzên serkirdayetiya PKKyê de jî diyartirînê wan Fehman Hisên (Bahoz Erdal) e ku vêga li Rojavayê ye, dijî çekdanîn û fesixkirina PKKyê ye. Ev helwesta Erdal heta niha jî berdewam dike û PKK jî bi hêvî ye ku wekî têbîniyekê bigihîne Îmraliyê.

Amadehiyên Dezgeha Îstîxbarata Tirkiyeyê

Dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) ji nêz ve çavdêriya pêvajoya çekdanîna PKKyê dike. Dezgeha Îstîxbarata Tirkiyeyê di heyama çend salên borî de lêkolîneke hûrbîn a çekên di destê PKKyê de kiriye û xwedî daneyeke baş e.

Di pêvajoya berhevkirina çekên PKKyê de, Saziya Îstîxbarata Tirkiyeyê dixwaze çekên berhevkirî bi daneyên xwe re bide ber hev da ku ji berhevkirina hemû çekên PKKyê piştrast bibe lê yek ji astengiyên sereke ew e ku heta niha ne diyar e ka çend ji wan çekên PKKyê ji bo Rojavayê hatine şandin.

Her wiha MÎT bi hevahengiya artêşa Tirkiyeyê di nav hewldanan de ye ku di vê qonaxê de çekên PKKyê nekevin destê wan komên Marksîst-Lenînîst ên nêzîkî PKKyê yan jî ji her hewldaneke ji bo veşartina beşekê ji çekên PKKyê û radestnekirina wan.

Wekî amadehiya ji bo her senaryoyekê, MÎTê planên A û B û Cyê amade kirine. Ji ber ku tirsa wan ji wê yekê heye ku destêwerdaneke derveyî vê pêvajoyê asteng bike.

Her wiha ew hemû faktor pênase kirine ku di pêvajoya aştiyê ya 2013-2015an de pêvajo ji derb xist û naxwaze ew serpêhatî ducare bibe. Ew faktor ne tenê li derveyî Tirkiyeyê ne belkî li hundirê Tirkiyeyê bi xwe jî egera destêwerdan, lekedarkirin û astengkirina pêvajoyê li holê ye. Ji faktorên derveyî tirsa wan ji destêwerdana Îsraîlê li paşkoyên PKKyê li Rojavayê û destêwerdana Îranê li grûp û fraksiyonên nav PKKyê heye.

Berhevkirina çekên PKKyê bi modela Tirkiyeyê

Tirkiye bi nêt e ku heta dawiya meha Hezîranê (nêzîktirîn dem), dawiya demsala havînê (dirêjtirîn dem) PKKyê çek bi tevahî danîbin. Lezkirina li bidawîanîna pêvajoya çekdanîna PKKyê hewcedarî mekanîzmayeke xurt û hevahengiyeke himbiz li meydanê ye. Kar wisa hêsan nabe, ji ber ku hebûna PKKyê li sê welatên wekê Tirkiye, Îraq û Sûriyeyê ji aliyê leşkerî ve kar dijwartir kiriye.

Li gorî hejmarên fermî yên Wezareta Karên Navxwe a Tirkiyeyê, hejmara çekdarên PKKyê li nav sînorê Tirkiyeyê nagihîje 100î. Piraniya hejmara çekdarên PKKyê li nav sînorê Herêma Kurdistanê ne. Hejmara çekdarên PKKyê li Rojavayê kêmtir e. Ji ber vê yekê ajansa sîxuriyê ya Tirkiyeyê ji bo her welatekî rênexşeyeke cuda daniye.

Hîn em di destpêka meha sibatê de bûn, di gel çavkaniyeke bawerpê li Enqereyê me qala mekanîzmên çaverêkirî yên berhevkirina çekên PKKyê dikir. Paşê jî li Rûdawê behsa beşekê ji wan mekanîzmayan kir. A ku îro di plana Tirkiyeyê de ye lap ew bû ku me di meha sibatê de dabaşa wê kir.

MÎT ji bo berhevkirina çekên PKKê, bi rêya komîsyona hevpar li gel bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê navendên berhevkirina çekan datîne. Li Rojavayê jî tê çaverêkirin ku navendeke berhevkirina çekan li Qamişloyê were damezirandin.

Tirkiye ji têkçûna pêvajoyê ditirse û ji aliyekî din ve jî ne ew qasî bêhnfireh e di vê mijarê de û dixwaze zûzûka bigihe encamekê. Loma Tirkiye modeleke xwe di çekdanîna PKKyê de dimeşîne.

Tirkiye naxwaze wekî grûpên serhildêr ên din ên Ewropayê pêvajoya çekdanîna PKKyê dirêj bikişîne. Wekî ku çawa pêvajoya çekdanîna grûpên serhildêr ên IRA yên Îrlendî şeş salan dom kir ku di sala 1999 de pêvajoya çekdanînê dest pê kir û heta dawiya 2005ê dirêj kir. Her wiha grûpên serhildêr ên ETA li herêma Baskê ya Spanyayê ku di pêvajoya agrbestê de heta çekdanînê şeş salan dirêj kir (2011-2017).

Tirkiye naxwaze pêvajoya çekdanîna PKKyê wisa dirêj bikişîne. Her çi qasî PKK ji aliyê pêkhate û firehiya çavkaniyên mirovî û çavkaniyên leşkerî û gelek çavkaniyên darayî ve ji grûpên IRA û ETA mezintir be jî Tirkiye ne wisa xwedî dem e, ne wisa sînga wê fireh e û baweriya wê nîne ku pêvajo dirêj bikişîne.

Li wan çend mehên ku Tirkiyeyê diyar kirine heta çend çekên PKKyê bêne berhevkirin ne diyar e lê Tirkiye rijd e li ser lezkirina li vê pêvajoyê, îradeya PKKyê û baweriya bi pêvajoyê roleke bandorker dilîze li wê yekê ku çawa di vê dema kurt de PKK bi tevahî çekan datîne.

Ji aliyekî din ve Wezareta Parastinê ya Tirkiyê 15ê Gulana 2025an di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir ku artêşa Tirkiyeyê dê lêgerîn û paqijkirina wan deverên ku ji aliyê PKKyê ve tên bikaranîn, nemaze şkeft û cihên hewandina çekdarên PKKyê, paqijkirina wan cihên ku ji aliyê PKKyê ve hatine mayînkirin, jinavbirina veşargehên PKKyê û teqemeniyên ku ji aliyê PKKyê ve hatine amadekirin heta wê dema ku ji wê yekê piştrast dibin ku PKK êdî nikare li ser Tirkiyeyê bibe gef.

Bê guman a ku behsa wê tê kirin zêdetir li nav deverên sînorî yên nav erda Herêma Kurdistanê ye lê ev di rastiyê de wext dixwe. Di demekê de ku çavê PKKyê li wê yekê ku ji bo ku baweriya wê bi vê pêvajoyê zêdetir be, divê Tirkiye operasyonan rawestîne û gav ji bo pêvajoya zemînsaziya yasayî li Tirkiyeyê werin avêtin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Elî Caf/ Wêne: Rûdaw

Rûdaw çavkaniya welatên Rojava û navendên biryarê ye

Berevajî salên 1980 û 1990î yên sedsala borî ku welatên cîhanê ji bo bidestxistina agahiyên rast derbarê Kurdan de pişta xwe bi medyaya biyanî girê dida, niha bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê nûçeyên Kurdistanê û welatên deverê jî digihîjin navendên cîhanê