Hilbijartina Zohran Mamdani û ya Îraqê

09-11-2025
Newaf Mîro
Nîşan Zohran Mamdani Îraq New York Hilbijartin Êzidî Mesihî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Yek ji bajarên herî girîng ê cîhanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê New York ket destê kesekî Misilman û ji aliyê girseya Xiristiyan ve hate hilbijartin. Li gorî amarên fermî, hejmara şêniyên New Yorkê 8,478,000 mîlyon e. Rêjeya Xiristiyanan ji sedî 48, ya Cihûyan ji sedî 11, ya Misilmana ji sedî 9 û ji sedî 25 jî xwe wanên ku xwe aîdê çi olî nabînin e.

Lê Zohran Mamdaniyê ku xwe Misilman dibîne bi rêjeyeke xurt bû şaredarê New Yorkê. Mamdani nakokiyê desthilata Trump û aloziyên heyî, yên aborî û siyasî ji bo xwe baş bi kar anîn û hişt bibe hêviya kesên ji rewşa heyî ne razî re, bibe alternatîv û riyeke nû. Êdî bi vê yekê re, serdemeke nû dest pê dike. Yan ew deriyên tirsê, bûne rastiyeke bi serê xwe.

Bila ji bo şêniyê bajarê New Yorkê bi xêr be.

Lê di heman demê de hilbijartina parlamentoya federal ya Îraqê jî heye. Weke amarên heyî hejmara şêniyê Îraqê 46,04 milyon e. Ji wan hejmara Xiristiyanan bi êrişên DAIŞê re ji 1,100 milyonî daketiye binya 250 hezarî. Xiristiyan bi kotaya 5 parlamenteran di meclîsa Îraqê de ciyê xwe digirin. Tevî hejmara wan îro bi gumaneke mezin ji Êzidiyan kêmtir in.

Beriya fermana 2014ê hejmara Êzidiyan derdorê 700 hezarî bû. Vê gavê Êzidî herî kêm 500 hezar in. Îro Êzidî ola duyemin li Îraqê lê ji hemû mafên olê û alikariyên çandî, perwerde û pêşketinê bê par in. Ew kotaya ji bo pêktayên din, ji bo Êzidiyan tune.  Êzidî tenê bi koteya yek parlementerî dikare bikeve Parlamana Îraqê lê hejmara kesên bûne berendamên perlamentoyê derdora 20 heta 23yan e.

Min ne bihîstiye Êzidî bûne berendamên şaredariyan, şaredarê bajarekî, yan bûne parazkar, yan wezîr.

Li Herêma Kurdistanê ya ku xwe mala Êzidiyan û xwediyê Êzidiyan dibîne Êzidî ne xwediyê kotayê ne jî. Dibe endamê partiyekê bin an yeke din lê ew kes ji çi pêkhateyê bin, ferqa wan û yekî din nîne çimkî ew endam divê beriya her tiştî nirx û berjewendiyên partiya xwe bidin pêş û heta niha Êzidiyan di erkekî girîng de ciyê xwe negirtiye yan haya min jê tune.

Em qala pêkvejiyanê, ya biratiyê, ya netewî û welatîbûnê dikin. Ma wê ev yek çawa pêk bên? Di civak û dewleta ku mafê pêkhateyên hindik û olên cûda lê nebe, meriv dikare qala mafê kê û çi bike? Ger ew welatî, ji mafê welatîbûnê bê par bin. Ew dê xwe çawa weke civak û takekes û wê dewletê, weke ya xwe bibînin?

Ger parastin, azadî û pêşketina welatekî bi parastin û pêşketina pêkhateyên li derveyî pergalê mane û ya mexdûrê têgeha serwer pêk tê nebe, ew welat ava nabe.

Ger ew pêk neyên gotin tenê vala ne û xapandin in.

Ka ji xwe re bihesibînin, şaredarê Bexdayê yekî Xiristan-Mesîhî ye, yan yê Dihokê, yan Silêmaniyê yekî Êzidî ye. Ma dê dinya û bajar xira bibin? Na, helbet na!

Ew tenê dikarin baştir bêne birêvebirin, ger bela xwe ji wan vekin.

Wezîrek Êzidî be, yan Xiristiyan be wê çi bibe? Ma ew welat dê “heram” bibe? Heta kengî ev fobî û kîna li dijî ol û hizrên cûda dê berdewam bibe? Mirovên bi nirx û mafê xwe mirov wê.

Ma New York kete destê Misilmanekî dê xira bibe? Na, ez bawer nakim.

Tenê ew mirov gava xwe li derveyî pergalê bibînin, dikare rewş kambaxtir bibe û bimîne.

Dewlet divê ya her mirovê xwedî nasnameya heman heqî be. Her welatî divê xwedî heman mafî be. Her ol û netewe jî xwedî heman mafî û bi qasî hev “pîroz” û ciyê rêzê bin. Ger dewlet vê yekê pêk neyîne, dewlet tenê dikare tewankare û hêzên weke DAIŞê biafirîne.

Mirovên dikarin bi nirxên xwe aşt û xwedî mafê xwe yê rewa, xwedî rûmet û kerameta xwe welatekî ava û bilind bikin. Ne berevajî wê.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst