Rêber Ehmed: Dengê xwe bidin nûnerên xwe yên rast

11-11-2025
RÛDAW
Rêber Ehmed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rêber Ehmed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îraq Hilbijartin Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got, “Dengê xwe bidin nûnerên xwe yên rast.”

Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.

Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li Hewlêrê dengê xwe da.

Wî diyar kir ku pêvajoya hilbijartinê li Herêma Kurdistanê bûye beşek ji çanda xelkê û bi berdewamî bi pêş ketiye û xwest ku gel bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibe û got:

"Bi salan e hilbijartin bûye beşek ji çanda xelkê Kurdistanê û hilbijartin piştî hilbijartinê, şêwaza beşdarbûnê ber bi pêş ve diçe.

Hemû xelk hewl dide ku berbijêrê rast û nûnerê rasteqîn ê Kurdistanê here Bexdayê da ku dengên wan parastî bin."

Rêber Ehmed spasiya xwe arasteyî hêzên asayîş, polîs, Pêşmerge û hemû saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê kir ku "di bin siya hewl û westandina wan de ewlehî li Herêma Kurdistanê heye."

“Beşdarî pêvajoya dengdanê bibin”

Wezîr Rêber xwest ku hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin û got:

"Ez daxwazê ji welatiyan dikim ku beşdarî pêvajoya dengdanê bibin û nûnerê rasteqîn ê xwe hilbijêrin, ewên ku baweriya wan bi wan heye û dikarin li Bexdayê xiyanetê li dengên wan nekin, mafên we biparêzin, nûnerê rast ê xelkê bin û li hemû wan cihên ku pêwîst e xelkê Kurdistanê biparêzin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst