Berû Zimanekî Yekbûyi ve
(12)
Sivikbûna Navan
Berî nuha me gotibû ku ziman bûnewerekî zindî ye. Bi demên dirêj re xwe ji bargiraniya bilêvkirina hin peyvan daweşandiye, xwe sivik kiriye.
Nav jî weku hin bêjeyên dîtir ketine ber pergala wê sivikbûna zimanî. Nav bi hemû cûr û celebên xwe ve watedar in. Anku her navek wateyek wî di ferhenga zimanê kurdî de heye.
Nav jî bi mebesta rewanbêjiya derbirînê bi (4) şêwazan sivik bûne:
- Bi avêtina veqetandekên navan
- Bi avêtina tîpek ji tîpên wan
- Bi kurtkirn û pevxistina peyvan
- Bi avêtina nîşandeka tewanga komjimarê (an).
1- Avêtina veqetandekan:
Dema ku veqetandek di raweya palvedanê (îzafê) de be, wê hingê:
a- Her dû nav yekser digihêjin hev û navekî lêkdayî û sivikbûyî saz dikin:
Raweya resen Raweya sivikbûyî
Pencê şêr penceşêr
Marê masî marmasî
Bextê reş bextreş
Rûyê geş rûgeş
Xewnên rojê xewneroj
Jina ap jinap
Keça xal keçxal
Hw...
b- Cihên her dû navan bi hev tên guherîn û bi hev re navekî lêkdayî û sivikbûyî saz dikin:
Raweya resen Raweya sivikbûyî
Ava gulan gulav
Meha reş reşemeh
Ava mêweyan mêwav
Gula sor sorgul
Mişkê kor koremişk (xilt)
Mêrê kal kalemêr
Hw...
2- Bi avêtina tîpeke resen ji tîpên navan, wek:
Navên resen Navên sivikbûyî
Berdoş ber...oş = beroş
Tendûr ten...ûr = tenûr
Çong ço...g = çog
Gazind gazin… = gazin
Gird gir… = gir
Gorin gor… = gor
Pird pir… = pir
Hw…
3- Kurtkirin û pevxistina peyvan
Di zimanê kurdî de hinek peyvên dêrîn (kevin) hene li dirêjahiya serdeman hatine kurtkirin û bi hin peyvan re hatine pevxistin. Di encamê de peyvine lêkdayî û pevxistî, sivikbûyî û watedar pêk înane, wek peyva “ murx”.
Peyva “murx” di zimanê kurdî de bi wateya balinde (teyr) tê şirovekirin . Melayê Cizîrî
Bi şubhê murxê nîm bismil
di her wertên di xwînê da
Murx jî li gora jîngeha wan dibin dû beş:
1- Murxên hişkayê ( bejayê)
Murx + hîşk
= ( mur...+... îşk)
Bi demê re tîpa (u) di (murx) de bûye (i) û tîpa (i) jî di (hişk) de bûye (î) . Bi vê guherînê:
= (mir + îşk = mirîşk)
2- Murxên avî / awî
Murx + avî / awî
= (mur +avî / awî)
= (muravî / mirawî) . Peyva mirawî di şêwezarê soranî de bi wateya werdek (bet) tê xebitandin .
4- Bi avêtina nîşandeka tewanga komjimarê (an)
Di serdemên dêrîn (kevin) de hemû nav di zimanê kurdî de bi dû nîşandekên komjimarê (an, ên) bi hev re dibûn kom.
Melayê Cizîrî dibêje:
“wer dilo da cin temaşaya ciwananên çîmen
wê hilanî ser bi naz û sayaben daye niyaz”
Diyar e ku Cizîrî nîşandeka tewanga komjimar (an) û ya veqtandeka wê jî (ên) bikar înane ligel ku her yek jî bi tena xwe navan dike kom wek:
1- Biraza (birazê) diçin malên apan
2- Xwarza (xwarzê) diçin malên xalên xwe
Di wan serdeman de hemû navên zimanê kurdî bi van nîşandekan (an + ên) dibûn kom, wek:
(hevalanên me, dostanên we, mervanên wan, Hw…)
Lê bi dirêjahiya demê re zimanê me yê zindî xwe ji bargiraniya vê kombêjiya ku bi dû nîşandekên komê (an, ên) bûye kom daweşandiye, nîşandeka tewangê (an)ê avêtiye û veqetandeka (ên)ê bi tenê hiştiye, erkê kombêjiyê pêk înaye bêyî ku çi ziyanê bigihîne watedariya hevokan, wek:
Biraza çûn malên (ap…ên) xwe
Xwarza çûn malên (xal...ên) xwe .
Hemû navên zimanê kurdî bi vê rêpîvanê sivik bûne, tenê (5) nav hene, ew jî ev in (ap, xal, xezûr, kirîv û meriv). Ev her (5) nav bi her dû şêwazên kombêjiyê dibin kom. Ew jî bi egera vê watedariya taybet, wek:
1- Ap: - Apên min: Birayên bavê min .
- Apanên min: Xizimên bav û apên min
2- Xal: - Xalên min: Birayên diya min
- Xalanên min: Xizim û mirovên diya min.
3- Xezûr: - Xezûrên min: Bav û birayên hevjîna min
- Xezûranên min: Xizimên xezûrê min.
4- Kirîv: - Kirîvê min: Kirîvên rastteqîne yên xwînê
- Kirîvananên min: Xizim û mirovên kirîvên min.
5- Meriv: - Mervin min: Xizimên dê û bavê min
- Mervanên min: Xizim û mirovên dê û bavê min ên dûr û nêz .
(Li pey tê)
Têbînî:
Ji bilî wan (5) navan jî hin nav hene kêm tên xebitandin wek ku di malika Cizîrî de (ciwananên çîmen).
Li hin gundewarên Dêrika Çiyayê Mazî jî (hevalanên, bavanên, dostanên...) carcaran tên bihîstin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse