Her cara ku vedigerim ser şahesereke wêjeya cîhanî, bi hesteke nû ya matmayîn û kûrbûnê re rûbirû dimînim. Berhemên zindî fena kaniyên ku ti carî namiçiqin; di her xwendinekê de, mirov gewherine nû ji kûrahiya wan dertîne.
Ew ne tenê çîrokan vedibêjin lê di heman demê de neynikê li ber giyanê mirovahiyê, serdemên wê yên aloz û tevlihev, derd û nexweşiyên wê yên nepenî û pirsên wê yên bêdawî datînin.
Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e.
Lermontov helbestvan, romannivîs, şanoger û wênesazê ciwan ê ji Împeratoriya Rûsyayê, di jiyana xwe ya ku tenê 27 salan ajot de mîrateke ku sînor, ziman û deman derbas dike li pey xwe hişt.
Lê di nav çînên jiyan û hunera wî de, pireke veşartî û kûr heye ku digihîje heta çiyayên Qefqasyayê û ruhê gelên wê yên serbilind ku Kurd jî pareke wê ya girîng bûn.
Çarenivîsa trajedîk
Ji bo fêmkirina kûrahiya berhemên Lermontov (1814-1841), divê em pêşî li ber qedera wî ya trajedîk û kesayetiya wî ya bêhempa rawestin. Ev xortê jêhatî, bi ruhê xwe yê Byronîk -serhildêr, xemokî, rewşenbîr û bi kûrahî bêzar- bi qedereke ecêb û lanetkirî bi mamosteyê xwe yê mezin, Aleksandr Puşkîn ve girêdayî bû.
Dema Puşkîn, mîrê helbestvanên Rûs, mir, Lermontov du tişt jê mîrat girtin: Taca helbesta Rûsî û heman bextreşiya ku ji hêla mirovan ve dihat serê wî.
Gava Puşkîn sala 1837an di duşerkiyekê (dueloyekê) de bi awayekî nemerdane hate kuştin, Lermontovê 23 salî bi hêrseke pîroz û pênûseke tûj, helbesta xwe ya navdar "Mirina Helbestvanekî" nivîsand.
Ev helbest ne tenê şînek bû, parêznameyeke tund û kiryareke siyasî ya wêrek bû li dijî civata arîstokrat a gendel a derdora Tsar ku wî ew wekî berpirsên exlaqî yên mirina Puşkîn didît.
Wî bi dengekî rasterast û wêrek bang li "kurên har û bêşerm" û "dijminên navdarî û azadiyê" dikir û gefa dadgeheke bilindtir li wan dixwar:
Hûn, gelî kurên har û bêşerm,
Buxtanker, bavên bêbawer, hûn!
...
Lê belê, dê qanûneke bilindtir hukim bide!
Dadwerekî mezin ku kes nikare wî bixapîne.
Ev berhema bihêz ku wek belavokeke partîzanî jî di nav gel de bi destan dihate kopîkirin, wek bombeyekê di dilê desthilatdariyê de teqiya. Di encamê de, Lermontov hate girtin û cara pêşî sirgûnî Qefqasyayê hate kirin.
Ev sirgûn, her çend ceza bû jî di heman demê de bû kaniya herî mezin a xweza û afirîneriya wî. Bû deriyê ku ew bi cîhaneke nû, bi xwezayeke hov û serbilind û bi gelên wê yên azadîxwaz re rûbirû kir. Qefqasya hem bû zindana wî, hem jî bû çavkaniya îlhama wî, tewra giha astekê ku nasnavê “Hozanê Qefqasyayê” jî lê hate kirin.
Qefqasya, Lermontov û Kurd
Bê guman, têkiliya Lermontov bi Kurdan re ne têkiliyeke nivîskî û rasterast e, berevajî vê têkiliyeke kontekstuel, rûhî û hunerî ye ku ji kûrahiya ezmûna wî ya li Qefqasyayê dizê.
Qefqasya di sedsala 19an de mozaîkeke rengîn û tevlihev a gelan bû ku tê de Çerkes, Çeçen, Gurcî, Ermenî, Azerî û bê guman Kurd jî wekî hêmaneke girîng a vê erdnîgariyê dijiyan.
Lermontov di nava vê jîngeha leşkerî, civakî û çandî ya dijwar a Şerê Qefqasyayê de jiyaye. Wî rasterast çanda şervanî, serbilindî, koda rûmetê û jiyana azadîxwaz a gelên çiyayî dît ku ev hemû taybetî di çanda Kurdan de jî xwedî cihekî navendî ne.
Di navenda wêjeya wî ya li ser Qefqasyayê de, fîgurê "lehengê çiyayî" heye: Mirovê mêrxas, serbilind û bi kevneşopiyên xwe ve girêdayî. Her çend ev karakter zêdetir bi navê Çerkes an Çeçenan hatibe binavkirin jî ew di rastiyê de arketîpek (mînakeke bingehîn) bû ji bo hemû gelên çiyayî yên Qefqasyayê ku Kurd jî di nav de bûn. Loma ruhê ku ew disêwirîne, ruhê jiyana Kurdên wê demê jî vedihewîne.
Lermontov ne tenê nivîskar, her wiha wênesazekî rind û çavdêrekî awirtûj bû jî. Belgeya herî berbiçav a têkiliya wî bi çanda Kurdan re, tabloya wî ya avrengî ya bi navê "Portreya Aleksey Arkadyevîç Stolîpîn (Mongo) bi cil û bergên Kurdekî" (1841) ye.
Wî di vê tabloyê de heval û xizmê xwe yê nêzîk bi cil û bergên kevneşopî yên Kurdan ên spehî, bi xencer û çekên xemilandî xêz kiriye û jiyan dayê.
Ev berhem ne tenê têkiliya wî ya şexsî, di heman demê de heyraniya serdema Romantîzmê ji bo çandên "biyanî", serbilind û "ne-xerabûyî" yên Qefqasyayê jî radixe ber çavan.
Ev tabloya ku îro li Muzexaneya Wêjeyî ya Dewletê li Moskowê tê parastin, belgeyeke dîrokî ye ku têkiliya dîtbarî ya Lermontov bi estetîka Kurdî re piştrast dike.
Bandora "Mem û Zîn"ê
Xala herî kûr, balkêş û nakokbar a vê pêwendiyê, îdiaya bandora şahesera nemir a Ehmedê Xanî, "Mem û Zîn" li ser helbesta epîk a Lermontov "Şeytan" (Demon) e.
Li gorî gelek rexnegirên ji herêma Qefqasyayê, ev ne tenê lihevrasthatineke wêjeyî ye. Lermontovê ku tê zanîn bi zimanê Azerî (wê demê wek Teterî dihat naskirin) dizanibû û bi çîrok û destanên herêmê re têkildar bû, egereke mezin heye ku bi naveroka çîroka Mem û Zînê ya ku di nav Kurdên Qefqasyayê de bi berfirehî dihat zanîn, aşina bûbe.
Têkiliya di navbera her du berheman de ne di çîrokê de, di ruh û felsefeyê de ye. Her du berhem jî li ser têkoşîna di navbera evîna ezmanî û erdî, trajediya giyanên ku li cîhanê biyanî ne û lêgerîna xilasiyê bi rêya evînê radiwestin.
Şeytanê Lermontov, mîna Mem û Zînê, mexlûqekî ji cîhana bilind e ku li ser rûyê erdê evîndar dibe û di navbera qedera xwe ya ezmanî û hestên xwe yên mirovî de tê û diçe.
Diyaloga di navbera Şeytan û Tamarayê de ku tê de Şeytan behsa êşa xwe ya ebedî, tenêtiya xwe ya bêdawî û hêviya xwe ya ku bi evînê ji nû ve bizê dike, dengvedaneke xurt ji monologên felsefî yên Mem û Zînê tîne bîra meriv.
Di helbestê de, Şeytan ji Tamarayê re dibêje:
Ez bi evîneke ne ji vê axê ji te hez dikim,
Bi hemû coş û kelecana xewnên nemir...
Bihişta min, dojeha min, di nêrîna te de ye
Ev hestên biyanîbûnê û lêgerîna wateyê bi rêya evînê, bi awayekî sosret nêzîkî ruhê felsefî yê Mem û Zînê ye. Ev hîpotez, têkiliya Lermontov û Kurdan ji têkiliyeke rûberî derdixe û digihîne asta diyalogeke çandî û felsefî ya kûr.
Lê helbet ev tenê hîpotezek e û pêdiviya wê bi lêkolîn û vekolînên dûr û kûr ji hêla lêkoler û pisporan ve heye. Mebesta min ew e ku bi tenê hizrek e ku dikare derî li ber lêkolînên berfireh veke.
Qehremanekî Dema Me
Ev serhildêrî, biyanîbûn û bêhêvîtiya kesane di afirandina Lermontov ya herî mezin û yekane, romana wî "Qehremanekî Dema Me" de digihe lûtkeyê.
Ev berhema ku wek yekê ji pêşengên romana derûnî 'psîkolojîk' a cîhanê tê hesibandin, neynikek e ku ne tenê rûyê lehengê xwe, Grîgorî Peçorîn, rûyê nifşekî tevahî yê windabûyî nîşan dide.
Bê guman, em nikarin bibêjin ku ev roman romaneke derûnî ye bi wateya nûjen a peyvê lê dîsa guman tê de nîne ku ew yek ji hewldanên pêşî di vî warî de ye ku paşê rê li ber peydabûna romana derûnî vekir.
Mirovê zêde… Peçorîn
Peçorîn ne mirovekî bi zikmakî xerab e, berhem û qurbaniya serdemeke nexweş e. Roman piştî têkçûna Serhildana Dîsembrîstanê (1825) hatiye nivîsandin, ku piştî wê serdemeke dirêj a zordarî, sansur û bêdengiya siyasî dest pê kir.
Nifşê Lermontov -nifşê Peçorîn- nifşê "Mirovê Zêde" (Superfluous Man) bû: Mirovên jêhatî, perwerdekirî û tijî şiyan ku di nav civateke bê armanc de tu cî ji bo wan nebû.
Lermontov di pêşgotina romanê de bi xwe armanca xwe eşkere dike û dinivîse:
"'Qehremanekî Dema Me' ne portreya mirovekî ye, ew portreyek e ku hemû kil û kêmasiyên nifşê me vedihewîne... Mirov heta ku zikê wan werimiye bi şîrîniyan hatine dagirtin. Niha divê dermanê tal bixwin û rastiyên dijwar qebûl bikin."
Ji ber ku qada siyasî jê re girtî bû Peçorîn, wî xortê jîr û xwedî "hêzên bêpîvan" enerjiya xwe ya mezin ber bi qada hestan ve bir û ew kir qada ceribandinên xwe yên bêrehm.
Ew bi xwe vê trajediyê di monologa xwe ya navdar de vedibêje: "Ez nefsbiçûk bûm -bi hîlekariyê hatim tawanbarkirin... Ez amade bûm ku ji ser û binê cîhanê hez bikim- kesî ez fêm nekirim: Fêrî nefretê bûm..."
Lermontov bi teknîkekê ku ji bo sedsala nozdehan pir nûjen bû, xwêner gav bi gav ber bi kûrahiya canê Peçorîn ve dibe. Roman bi çîrokên perçebûyî, nekronolojîk û dengên pirjimar hatiye avakirin ku ev binyata tevlihev neynika canê Peçorîn ê perçebûyî bi xwe ye.
Çanda duşerkiyê û mirinên plankirî
Mirina Peçorîn di romanê de ku em tenê bi awayekî tesadufî û xemsar jê haydar dibin, pûçbûna jiyana wî nîşan dide. Bi îroniyeke mezin, mirina afirînerê wî, Lermontov, jî bi heman awayî trajîk û bêwate bû.
Duşerkî, di wê serdemê de rêbazeke "rûmetparêz" ji bo çareserkirina nakokiyan bû lê wer dixuya ku qedera wêjeya Rûsyayê ew be ku du helbestvanên wê yên herî mezin bi vî awayî bên kuştin.
Lermontov 27ê Tîrmeha 1841an ji aliyê hevalê xwe yê efser Nikolai Martynov ve di duşerkiyekê de hate kuştin. Sedemên fermî tevlihev in: Çavnebariya wêjeyî, hevrikiya li ser jinekê yan jî henekên tûj ên Lermontov.
Lê gava mirov kûr û hûr dihizire, şik û gumanên mezin çêdibin. Lermontovê ku mirina Puşkîn di helbesta xwe de wekî xefkekê bi nav kiribû, çawa piştî çar salan di heman xefkê de wer bû?
Gava ez li ser van mirinên bi "rûmet" difikirîm, gotina romannivîsê Sûriyeyî Evdilselam Ucêlî hat bîra min. Rehmetiyê Ucêlî dema behsa mexmûriyên Ereb dike ku dewletê piştî avakirina Bendava Feratê ew anîn Cizîra Sûriyeyê û li ser erdên Kurdan bi cih kirin, dibêje: "Serên mezin ên li paytextê ev plan danîn!"
Gelo serên mezin ên li paytexta Rûsyayê, ji Tsar bigire heta berdestkên wî, ji mirina dengekî din ê serhildêr û rexnegir aciz nebûn? Bê guman, ger ne bi destê wan be jî, bi dilê wan bû.
Sedem çi dibe bila bibe, encam trajediyeke mezin bû: dema Lermontov guleya xwe ber bi esmên ve avêt û nîşan da ku ew şer naxwaze, Martynovê bêqidoş bi awayekî nemerdane ew kuşt.
Her çiqas Mîxaîl Lermontov di 27 saliya xwe de, ji Puşkîn jî zûtir, ji jiyanê bar kir, wî bi berhemên xwe nemirî bi dest xist. Belkî gotina Leo Tolstoy her tiştî kurt dike: "...eger ev lawik bimaya, hewcedariya kesî ne bi min ne jî bi Dostoyevsky dima!"
Lermontov bi Kurdî
"Qehremanekî Dema Me" ev şahesera ku ji bo hema hema hemû zimanên cîhanê hatiye wergerandin, sala 2021ê bi navê "Qaremanî Serdemî Ême" bi Kurmanciya Jêr (Kurdiya Soranî) derketiye. Ev werger ji aliyê Siware Şakelî ve hatiye kirin lê hîn jî wergereke wê ya kemilî ya Kurmanciya jorîn nîne! Yan jî xwezî hebe û min nedîtibe!
Bi her awayî, ev valahî ne tenê kêmasiyeke wêjeyî ye lê di heman demê de windakirina derfetekê ye ji bo naskirina giyanekî ku di çiyayên Qefqasyayê de, li welatê hevpar ê gelek miletan, di nav de Kurd, li pey wateya jiyanê digeriya û bi pênûsa xwe nexşeya canê nifşekî tevahî xêz kir.
Di koka xwe de, ev berhema wî ne nifşekî tenê yan serdemeke taybet li xwe digire lê dabaşa hemû nifş, mirov û serdeman dike. "Dinya xefk e!" Selîmoyê me dibêje (Selîm Berekat) û mirov tê de di hev wer tê, li rêyeke xelasiyê digere, li wate û armancekê digere, nabîne, dûvê xwe li xwe badide û ji ber çavan gum dibe, diçe!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse