Mirov navend e û divê mirov were bipêşxistin

26-11-2025
Nîşan Mirov Veberhênan Bipêşketin
A+ A-

Seîd Elî Mihemed

Hemû ol û ayînên asmanî û ramanên cuda di serdemên kevn û nû de zêdetir giringî dane mirovsazî û avakirina mirovan, ji ber ku mirov movika piştê û stûna sereke ya pêşketin û werara her civak û dewletekê ye, lewma avakirina mirovan ango mirovsazî ji avakirina avahiyan û bilindkirina koşk û qesrên spehî û xemilandî gelekî dijwartir û zehmettir e!

Ti carî bipêşketin û geşbûn jî di warên cuda cuda de pêk nayê eger di destpêkê de mirovsazî ji bo wê nehatibe kirin. Wate mirov bi xwe bi pêş nekeve, geş nebe û ne amade be ji bo bihêzkirin û pêşxistina şiyan û behreyên xwe, her wiha tuiwerçerxan û guherîn di ti civakê de çênabe eger di hemberî de guherîn di aqil, hizir û ramana mirovan de çênebe.

Mirov bi xwe kiryar û hêza sereke ya hemû guherîn, nûjenî û werçerxanê ye! Her mirov e ku dîrokê dinivîse, mirov afirînerê rewşan û çavkaniya bûyeran e, mirov arastekerê bûyeran e, çi arasteyeke erênî be yan jî neyînî be.

Me ti carî nedîtiye ku mirov rojekê di hevkêşeya geşbûnê de (hokerê temamker) be, belkî her dem mirov (ji ber ku xelîfe û cîgirê Xwedê li ser rûyê erdê ye) hokerekî bingehîn, serekî û cewherî bûye!

Her wiha ji dema ku vî mirovî dest bi xebitandin, aktîvkirin û bikaranîna çavkanî û dahatên xwezayî yên li ser vê zemînê kiriye, karîbûye rêçeke şaristanî, rewşenbîrî û aqlane ji xwe re biafirîne ku wî ji bûnewerên din cuda bike!

Bala xwe bidinê, çareserî û zanista bijîşkî ne bi tesadufî derketine holê û peyda bûne, belkî ev war û zanista giring ji malzaroka hişê mirovan ji dayîk bûye, hişên ku birçiyên zanîn û dahênanê bûn. Mînak: Madeya (penîsîlîn/penicillin) a dijbakteriya ku sala 1928an ji aliyê zanayê Skotlendî Alexander Fleming hat dahênan, şoreşeke mezin di warê bijîşkiya hevçerx de pêk anî û canê bi milyonan mirov ji mirinê xilas kir.

Dibêjim canê bi milyonan mirov, wate ev belgeya wê yekê ye ku veberhênana dewletekê yan sazûmaniyekê yan jî her dezgehekê di takekesekî zîrek de, dibe dergehek ji bo werareke cîhanî ya seranserî ku mirovahî di saya wê de vehese!

Dewlet di şevek û rojekê de nabin zilhêzên mezin, belkî bi veberhênana demdirêj a di nejada mirovî de dibin zilhêzên mezin. Weke mînak, eger hewl û keda bi hezaran zana û endezyaran nebûya ku Amerîkayê di salên 40î de di çarçoveya bernameyeke taybet a lêkolînan de piştgirî li wan kiribû, ew welat di sala 1968an de nedigihişt Heyvê!

Li welatê Japonyayê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, veberhênana di sektorên xwendin û lêkolînê de roleke serekî di jinûve pêşxistin û geşkirina welêt de lîst, bi awayekî ku Japonyayê tenê di nava 30 salan de karî bibe hêzeke mezin a pîşesazî û aborî ya cîhanî ku hemû welatên cîhanê rêza wê digirtin û vêga jî rêzê lê digirin!

Di serdema niha de, Tirkiye mînaka herî darîçav e. Wê di warê dronan de bipêşketineke mezin bi dest xist, lê kengî? Dema ku bawerî bi bernameya xortekî bi navê Selçuk Bayraktar anî.

Xortekî sade ku xwedî bîr û bawerî, xewn û projeyekê bû. Dewletê ev xort hembêz kir û piştgirî da ezmûnên wî, heta ku karî nifşekî dronan ji bo Tirkiyê bi navê "Bayraktar TB2" hilberîne.

Ev balafir niha bûye sembola pîşesaziya leşkerî ya parastina ya Tirkiyeyê û rikberiyê bi kompanyayên cîhanî re dike. Firotina van dronan bi milyaran dolar ji bo Tirkiyeyê peyda kirine!

Ev ezmûn nîşan dide ku her çi qasî bîr û baweriyên afirîner di destpêkê de biçûk û sînordar bin jî di encamê de dikarin dewletekê bikin lîstikvanekî sereke di berhem û pîşesaziyeke aloz û hestyar de ku li seranserê cîhanê bi girîngî lê bê nêrîn, bala welatan bikişîne û her kes hewl bide bibe yek ji kiryarên wê berhemê.

Di rastiyê de veberhênana di mirovan de ne tenê piştgiriya darayî ya pêvajoya xwendinê, yan vekirina taqîgehan û dabînkirina amûr û kelûpelan e, belkî li gel van û ya ji wan girîngtir jî: Misogerkirina jîngeheke civakî û perwerdeyî ya pêwîst e ku rêzê li şiyan, jêhatîbûn û dahênanê bigire, destpêşxeriyên kesane sivik û bê nirx nebîne.

Thomas Edisonê ku sala 1897an bi dahênana gulopeke elektrîkê tevahiya cîhanê guherand, di destpêkê de projeya xwe bi komxebateke biçûk dest pê kiribû ku gelek ji kesên nêzîkî wî henekên xwe pê dikirin.

Steve Jobsê ku kompanyaya Appleyê damezirand, berî ku ew kompanya bibe yek ji kompanyayên herî mezin û dewlemend ên warê teknolojiyê li cîhanê, di salên 70yî de pêşî ji kavilekî û garajekê dest pê kiribû!

Lewra bipêşketin û geşbûna rasteqîn bi zêdebûna yasayan û bilindkirina koşkan û danîna kargehan nayê pîvandin, ji ber ku em dikarin wan hawirde bikin, belkî geşbûn bi asta şiyana me ya veberhênana di hiş, behre, karîn û şarezayiya ciwanan de tê pîvandin, her wiha vekirina navendên lêkolînê yên taybet bi wan li şûna dûrketin û koçbariya wan bo derveyî welêt, ji ber ku her çi qasî dahatên dewlet û desthilatê bihêz û mezin bin jî di dawiyê de pêwîstiya wan her bi mirovê berhemdar û hişê bîrmend û zihnê dahêner heye. Dahênana zanayekî, berhema endazyarekî, çareseriya bijîşkekî, her wiha pisporekî ku nexşerêya paşerojê diyar bike.

Bi kurt û Kurmancî, erkê desthilatdaran e ku deriyan li pêşiya enerjî, şiyan û behreyên ciwanan vekin, her bîr û ramaneke afirîner bikin projeyeke niştimanî, ji ber ku mirov bi xwe xwediyê wê serwet û samanê ye ku ti carî bi dawî nabe û namiçiqe!

Eger em bi awayekî rastgo û bi bawerî veberhênanê di mirovan de bikin, em dikarin guherîn û geşbûneke bêhempa biafirînin, ku hevrikiyê li gel neteweyên din jî bike û mîna berê şopa xwe di dîroka mirovahiyê de bihêle.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e