Çima Çîn li Başûrê Kurdistanê projeyan danayne?

29-07-2025
RÛDAW
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê bersiv da pirsa Mehdî Ferec
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê bersiv da pirsa Mehdî Ferec
Nîşan Çîn Îraq Guo Jiakun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Guo Jiakun ragihand ku welatê wî û Îraq bi hev re çend projeyên girîng û stratejîk bi cih kirine.

Guo Jiakun ji Nûçegihanê Rûdawê yê Çînê Mehdî Ferec re got ku Îraq û Çîn du welatên hevbeş ên stratejîk in.

Wî her wiha diyar ku welatî wî amade ye alîkariya Îraqê bike.

Çima projeyên Çînê li Îraqê ne?

Guo Jiakun li ser pirsa Mehdî Ferec a “Çima projeyên Çînê li Îraqê ne û Çîn li Başûrê Kurdistanê projeyan danayne?” wiha got:

“Çîn û Îraqê dostaniyeke dîrokî heye. Çîn û Îraqê di bin navê înisiyatîva kember û rêyan de çend projeyên girîng pêk anîne.

Van projeyan roleke erênî di avakirina Îraqê û baştirkirina debara xelkê de hebûye.

Xelkê Îraqê ji bo wan projeyan kêfxweş bûye û pesnê wan projeyan daye.

Em wekî welateke dost û hevbeşa stratejîk amade ne ku bihêzkirina hevkariya bi Îraqê re bidomînin.

Her wiha em amade ne di pêşketina aborî û civakî de bibin alîkar.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst