Heleb û birîna kevn a neteweya Kurd a nekewiyayî

15-01-2026
Jan Îlhan Kizilhan
Nîşan Heleb Taxa Şêx Meqsûdê Taxa Eşrefiyeyê Jan Îlhan Kizilhan
A+ A-

Êrişên nû yên li ser taxên Kurdan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê, di çavê piraniya Kurdan de tenê wekî xelekeke din a hovane ya zincîra karesatên şerê Sûriyeyê nayên dîtin, belkî ew bi vê yekê re wekî karesateke derûnî ya neteweyî dijîn. Hûrtir bibêjin, wekî birîneke kevn a nekewiyayî ya derûnî û neteweyî ya çendîn sedsalan lê dinêrin. Heleb îro ne tenê qada şer û kuştinê ye; belkî ew cih e ku dîrok, bîranîn û dema niha tê de bi ser hev de hildiweşin. Cih û warêk e ku tê de zelal dibe bê ka gelo azar û jana gelekî dê tenê wekî hûrgiliyeke bêqîmet a siyaseta cîhanî bimîne yan dê serencam wekî tiştê ku heye were naskirin: Birîneke kûr û bi jan di laşê mirovahiyê de.

Rayeka zama derûnî ya neteweyî ya Kurd vedigere ezmûneke dîrokî ku mînaka wê kêm e. Kêm netewe hene ku bi salan û sedsalan li ser ax û warê xwe dijîn lê hêj rê nehatibe dayîn ku wekî neteweyekê li ser wê axê hebin û azad bin. Kurd hîn bûye ku wateya wê bizanibe bê ka mirov çawa dibe mêvanê mala xwe û li warê xwe dibe biyanî. Ew ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatine çewisandin û ji aliyê hinek dewletan ve hatine paşguhkirin û di rewşa herî baş de tenê rêya hebûnê dane wan lê pir caran bi eşkere û bi hemû şiyana xwe dijayetî li wan kirine. Cudakari li wan hatiye kirin tenê ji ber ku bi zimanê xwe axivîne, bi çanda xwe jiyane yan navê nasnameya xwe hildane. Li Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê, pênasekirina eşkere ya wekî Kurd, gelek caran wekî tawan hatiye dîtin, siza li ser hebûye yan jî bi agir û asin hatiye perçiqandin. Ev ezmûn ne tenê bandor li jiyana takan kiriye, belkî hevîrê nifşan jî her bi vê azarê hatiye strandin û ketiye nav moxê hestî û xwîna wan.

Gelo ji bo gelekî çi wateya wê heye ku qet wekî netewe nejiyabe? Wateya wê ew e ku her tim jiyanek ji ya ku hesta piştrastiyê jê re çênebûye bê ka dê bimîne an na. Wateya wê ew e ku dewlet û qewareya te li ser axa te tunebe. Ti cihek nebe ku tê de hesta serbixwebûnê misoger be. Kurd pasaportên Îraq, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê hildigirin; ew belge ji aliyê wan dewletan ve hatine dayîn ku pir caran înkare nasnameya Kurd dikin û wê diperçiqînin. Ev welatîbûn rûkesî ye û mureheba li ser kaxezê ye û dijber e bi wê baweriya derûnî ya ku di dilê mirovê Kurd de heye. Dîrok û çanda Kurd ji wan dewletan kevntir e. Ev dijberî xerîbiyeke kûr durist dike. Mirov dikare di wê dewletê de bimîne lê wekî pîneyekê li ser kincekî xerîb; tu qet nabî beşek ji wî cilûbergî.

Ev zam û derbê derûnî yê neteweyî ne xeyal e û ne xewna ser balîfê ye; belkî azarek e ku Kurd bi goşt û hestiyê xwe hîs dikin, destê xwe datînin ser û wesif dikin. Jan di wê yekê de ye ku destê te li hemberî axa te kurt be; nehêlin xwîdana eniya xwe têkeli heriyê axa xwe bikî û nekarî bi dilekî xweş keda xwe bidî, tovê xwe biçînî û li benda xermanê bî. Li vir ax tenê perçe zeviyek û milkek nîne ji bo kirîn û firotinê, belkî pêwendiyeke giyanî ye di navbera cotkar û erdê de, peymanek e bi salan û bi ked û berdewamî û baweriyê hatiye mohrkirin lê ev peyman hezar caran bi zorê hatiye hilweşandin; bi agirberdana gundan û raguhastinê, bi têlbendkirin û leşkergehkirina warê bav û kalan, bi kêşana sînoran di nav ax û dilê xelkê de bêyî ku pirs ji xwediyê malê bê kirin. Lewma li cem Kurdan, qutbûna ji axê ne tenê ji destdana zeviyê ye, belkî şikandina rûmetê, vemirandina çiraya paşerojê û windakirina wateyê ye.

Heleb jî wekî xelekeke din a vê zincîra tijî azar, bêyî girê û alozî dikeve qalibê vê dîrokê. Ew zilm û tundiya ku li wir tê kirin, ne birîneke nû ye, ew birîneke nekewiyayî ya zameke kevn e. Ji komkujiyên salên 1930î yên Bakurê Kurdistanê yên li Tirkiyeyê bigire heta digihe kîmyabarana Helebceyê ya 1988an û pêvajoya Enfalê ku bi hezaran zarok bêserûşûn kirin, her wiha jenosîda Êzidiyan li Şingalê, dorpêça Kobaniyê û şerê li dijî DAIŞê -ku tê de zêdetirî 12 hezar şervanên Kurd û Pêşmergeyan canê xwe yê pak feda kir- hemû ev bi hev re, xermanekê ji bîranîna tal û êşkişandinê pêk tînin. Ev karesat mîna libên tizbiyê li kêleka hev rêz nebûne, belkî çûne nav qatên hev û bûne yek. Van bi hev re zameke neteweyî durist kiriye ku wekî mîrateyeke tal li ser nifşan tê dabeşkirin; birînek e hîn xwîn jê diçe û derman nebûye; çare nebûye û didome.

Ev zam û derbê derûnî hestên dijberî hev hildiberîne. Hêrs li hemberî zilma berdewam heye. Acizî ji bêbakiya cîhanê. Bêdesthilatiyeke kûr li hemberî bêhêziya siyasî. Bi dehan salan e gelek Kurd xwe wekî "bêkesên cîhanê" pênase dikin. Ev şibandin ji aliyê derûnî ve hûr û kûr e. Bêkes, desthilateke ku cihê baweriyê be nîne ku berpirsyariya wan bigire stûyê xwe. Piraniya Kurdan siyaseta navneteweyî bi vî awayî tecrube dikin. Soza parastinê tê dayîn lê nayên parastin. Propagandaya hevsosziyê tê kirin lê bi kirdarî nayê bicihanîn û di tengasiyê de pişt li wan tê kirin û Kurd bê derî û bê dîwar wekî bêkesên li ber bahozê dimînin.

Tiştê ku dike azara Helebê bi jan be û xwê li birîna wê dike, ew e ku ev tundî ji aliyê kesan ve tê kirin ku niha li Şamê postê berxan li xwe kirine û xwe wekî "hikûmeta demkî" didin naskirin, di demekê de ku reg û rayên wan di tevgerên cîhadî de ne. Ev ne hikûmetek e ku bi dengê xelkê û demokrasiyê rewayî wergirtibe; belkî avahiyeke desthilatê ye ku li ser mil û pişta wan koman hatiye lêkirin ku kiryarên wan teror bûne. Ew kesên ku niha qat û kiravat li xwe kirine û zimanê wan li ser rûnê dîplomasiyê digere, ew yek qet esil û feslê wan ê îdeolojîk paqij nake; wekî pêşiyan gotiye: "Mar her mar e, her çend kirasê xwe guhertibe jî", ev guhertina cil û bergan wê metirsiyê kêm nake ku wekî şûrekî devbixwîn li ser gerdena kêmîneyan rawestandine. Niha bi navê Sûriyeyê tora mirin û terorê ji bo xelkê sivîl ê Kurd tê hûnandin.

Ji bo Kurd, Durzî, Mesîhî, Êzidî, Îsmaîlî, Elewî û kêmîneyên din jî ev ezmûneke tal e. Tawanbar ji aliyê siyasî ve payeya wan tê bilindkirin, di demekê de ku qurbanî careke din bê parastin dimînin. Tiştê ku hîn zêdetir cihê dilgiraniyê ye, ew e ku Yekîtiya Ewropayê (YE) bi sedan milyon euroyan piştevaniya vê qaşo hikûmeta demkî dike, ew jî tam di wê demê de ye ku hêzên cîhadî êrişî taxên Kurdan dikin. Tiştê ku li Brukselê wekî aramî û alîkariya mirovî tê wesifkirin, di rastiyê de wekî xelatkirina tawanbaran tê dîtin û avkirina aşê dijmin e. Ji aliyê siyasî ve ev pirsgirêkeke mezin e. Ji aliyê derûnî ve jî wêranker e.

Ev nêrîn bi sedema wan bûyerên ku li Îran û Tirkiyeyê diqewimin, zêdetir rayên xwe berdane û xwê li birînê kirine. Perçiqandina bêbextane û mistê hesinî yê desthilatê li dijî Kurdan li Îranê, benê sêdareyê û dorpêçkirina leşkerî ya hemû navçeyan, ligel liberçûn û herifîna wê pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê ku berê çiraya hêviyekê bû, hemû hêviyên ji bo ewlehiya siyasî xistin gorê û têk birin. Gelek Kurd gihiştine wê encama tal ku -di bin siya ti yek ji wan dewletên ku tê de dijîn, serê wan li ser balîfekî rihet nîne û li hemû aliyan di bin rehmet û devê şûr de ne - lewma Heleb ne tenê giraveke qutbûyî ye ji bo êşkişandinê, belkî neynika rewşeke giştî û pêkhateyî ye.

Biryarên siyasî yên navneteweyî tenê mureheba li ser kaxezê û tevgera bêalî nînin; belkî rasterast nexş û nîgaran li ser derûniya qurbaniyan dikişînin û diyar dikin ku çawa birîn tên dermankirin yan vedikulin. Dema rizgarbûyên şer, koçberî û jenosîdê dibînin ku aktorên navneteweyî bi çavên zeq û bi haydarî dest dixine nav destê wan aliyên ku destê wan di xwînê de sor e, di demekê de ku qurbanî wekî mêşekê hesab ji wan re nayê kirin û ne li ber çavan in, wê demê qelîşt û derza birîneke exlaqî ya kûr di nava wan de durist dibe. Ev dibe sedema wê yekê ku derbê derûnî bibe êşeke bêderman û demdirêj, bêhêviyeke bikomî balê dikişîne û baweriya bi yasa, dadmendî û pergala navneteweyî ji bo her tim ji kokê ve tê derxistin. Ew hesta ku dibêje "Cîhanê careke din pişt li me kir û bi tenê em hiştin", wekî mohrekê li çarenivîsa wan dixe de, ev jî dê encamên tal ên demdirêj ji bo aştî û aramiyê bi xwe re bîne.

Li vir berpirsyariya Ewropa û Amerîkayê dest pê dike. Yekîtiya Ewropayê hez dike xwe wekî civakeke xwedî nirx, wekî aktorekî bi exlaq di siyaseta cîhanî de nîşan bide. Amerîka tekezî li ser nerîta demokrasiyê û rola xwe ya wekî parêzvana azadiyê dike. Lê di cîhana gerdûnîbûyî de, mijarên girîng û sereke guherîne. Aramiya aborî, ewlehiya enerjiyê û hêza leşkerî roj bi roj zêdetir li ser biryardana siyasî serdest dibin. Herêmên wekî Sûriye û Kurdistanê di dîtina wan de tenê wekî keresteyekê ji bo karkirinê û amûrekê tên dîtin: Kirine mertal û derbxgir ji bo parastina xwe, kirine qada teratên û nîşandana desthilatê, kirine karteke qumarê û hejmarek di hevkêşeyên ewlehiyê de. Li cem wan mafê mirovan tenê mureheba li ser kaxezê ye û heta wî cihî nirxê wê heye ku ziyanê negihîne berjewendiyên wan ên mezin; wate dema berjewendî ketin rojevê, mafê mirovan tê qurbankirin û ti pîroziyeke wê namîne. Lewma siyaseta wan durû ye.

Ev rêbaz ne tenê lekeyeke reş e li ser eniya exlaq, belkî nîşaneya kurtbîniyeke dîrokî ye û wekî wê ye ku mirov ber lingê xwe nebîne. Ewropa bi xwe dizane tam û bêhna derbê derûnî yê neteweyî çend tal e û çawa jehrê dike qirika neteweyekê. Şerê Cîhanê yê Duyem ne çîroka serdema efsaneyan e; belkî rûdanek e ku hîn xwîna wê hişk nebûye. Şûnwara derûnî û civakî hîn wekî nexş li ser kevirê civakên Ewropayê mane û şêweyê didinê —gelek caran hatine nixumandin û wekî agirê di bin xweliyê de hatine veşartin lê dûr in ji wê yekê ku hatibin jinavbirin û birîn derman bûbe. Amerîka jî barekî giran ji derbê derûnî yê neteweyî li ser milan e: Ji dîroka bixwîn a damezirandin û zincîra koletiyê bigire heta zelkava Vîetnam û Efxanistanê. Ev ne tenê şikestên leşkerî bûn, belkî wekî erdhejekê bûn ku derzeke exlaqî û derûnî ya kûr durist kirin û şîrazeya bawerî, nirx û yekgirtina civakî têk dan. Her kesê ku bi çavê pendwergirtinê li van ezmûnan binêre, divê fêm bike ku derbê derûnî yê bikomî çi derdekî tîne serê civakên din û çawa wan wêran dike.

Wisa diyar e ev têgihiştin di bazara germ a siyaseta hêzê ya cîhanî de rengê wê kal dibe û wekî berfa li ber tavê dihele. Êdî exlaq û mafên mirovan dikevin ber metirsiya wê yekê ku bibin mijara kirîn û firotinê û li ser maseya berjewendiyan miamele pê bê kirin. Ev lîstikeke metirsîdar e û destbirina nav agir e. Bêyî rêbernameyeke exlaqî ya gerdûnî, cîhan stûn û kolkeya xwe ya exlaqî ji dest dide û ew qibleya ku wateya "mirovbûnê" diyar dike jê winda dibe. Mafên mirovan ne tenê xemil, zêr, zember û kelûpelekî ciwanî û xweşguzeraniyê ye ji bo civakên têr û tije, belkî nan û ava manewiyata mirov in û hevênê jiyanê ne.

Heleb vê rastiyê bi awayekî bi jan dixe ber çavan û tiliya xwe dike nav birînê. Ligel vê yekê, rehendeke din li wir serî hildide ku pir caran tê paşguhkirin û nayê dîtin. Ew tundî pêleke nû ya hevgirtina Kurdî li seranserê cîhanê coş daye. Kurd ji paşxana olî, nêrîna siyasî û nifşên cuda dest xistine nav destê hev û bûne yek dil û yek deng. Dirûşma "Bijî Berxwedana Rojava" ne tenê bangewaziyeke leşkerî ya rût e; belkî derbirîna têkoşîn û milmilaneyeke bikomî ye ji bo parastina rûmet û kerametê. Redkirina wê yekê ye ku êdî serî bitewînin ji bo ku tenê di rola qurbaniyê herheyî de werin biçûkkirin.

Nexwe ew derbê derûnî yê neteweyî ku li Kurdan ketiye, ne tenê çîroka êşkişandin û çermeseriyê ye; belkî destana man û çîroka berxwedanê ye jî. Ev ezmûn ne tenê wekî jan û êş, belkî wekî hêz û bazû û wekî mertalê berxwedanê nifş bi nifş hatiye veguhastin. Wekî hestyariyeke bê mînak a li hemberî zilm û bêdadiyê, mîna baweriyeke polayîn bi demokrasî, pirrengî û jiyana di bin yek banî de. Tam ji ber ku Kurd bi xwe jehra paşguhxistin û înkarkirinê tam kiriye, piraniya wan bi çeng û diran û bi can berevaniyê li van nirxan dikin.

Li kolanên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ê pirs gelekî ji wê mezintir e ku tenê lîstik be li ser çarenivîsa çend taxan. Tiştê ku li wir tê yekalîkirin û biryar li ser tê dayîn ev e: Gelo exlaq, reftar û mafê mirovan wekî bingeh û stûna neguher a cîhanî dimînin, yan di cîhanekê de ku berjewendiyên aborî û hêza leşkerî wê diajon, ev nirx dibin bilqa ser avê û tenê dibin dengê defê û gotina rût. Şêweyê bersiv û helwesta Ewropa û Amerîkayê, nîşan dide bê gelo wan pend ji derbên derûnî yên kevn ên xwe wergirtine yan amade ne derb û birînên nû durist bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst