Vegera çekdarên DAIŞê: Tohmetên terorê yan dadgehkirina komkujiyê?

8 demjimêr berê
Jan Îlhan Kizilhan
Nîşan Çekdarên DAIŞê Komkujî Şingal Îraq Darizandin
A+ A-

Veguhastina bi hezaran çekdarên bi navê Dewleta Îslamê (DAIŞ) ji bo hikûmeta navendî ya Îraqê, ji pêngaveke îdarî an ewlehiyê gelekî zêdetir e. Ev ezmûneke dîrokî ye. Bi vê veguhastinê re, li herêmên di bin kontrola Kurdan de yên li bakurê Sûriyeyê, rêkûpêkiyeke demkî ya ku bi salan ajot bi dawî dibe. Di heman demê de, qonaxeke nû dest pê dike, qonaxeke ku dê diyar bike bê ka Îraq û civaka navneteweyî dê çawa beşa herî tarî ya dîroka nêzîk a herêmê ji aliyê yasayî û exlaqî ve tesnîf bikin.

Pirsa navendî zelal e. Gelo sûcên ku di navbera salên 2014 û 2019an de li Îraq û Sûriyeyê hatine kirin, dê wekî rastiya xwe ya, ango wekî komkujiya sîstematîk, sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û bêmirovkirina birêxistinkirî werin dîtin, yan dê tenê bi kurterêya yasayî ya "endamtiya rêxistineke terorî" bên sînordarkirin?

Yazdeh sal piştî 3yê Tebaxa 2014an, birîna komkujiya li hemberî Êzidiyan hîn sax nebûye. Wê rojê, tunekirina sîstematîk a kêmineyeke olî dest pê kir. Êzidiyên ku dîroka wan demeke dirêj e bi çewisandin û guhertina olê ya bi zorê hatiye nîşankirin, bi mebesta ku wekî civakekê bên tunekirin hatin hedefgirtin. Bi hezaran mêr hatin qetilkirin. Jin û keç hatin kolekirin û tecawizî wan hat kirin. Zarok hatin revandin, hatin îndoktrînekirin û ji nasnameya wan hatin bêparkirin.

Neteweyên Yekbûyî, gelek parlamentoyên neteweyî û sala 2023yan Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) ev sûc bi awayekî fermî wekî “jenosîd/kumkujî”yê nas kirin lê belê naskirina siyasî ne heman tişt e bi dadmendiya yasayî re û bê guman ne heman tişt e bi başbûna civakî re.

Dema em îro bi rizgarbûyiyan re diaxivin, em rastî rûpelekî girtî yê dîrokê nayên. Em rastî niha û îroyekê tên ku hîn jî bi tiştên qewimîn şekil digire. Travma ne bûyerek e ku di arşîvan de winda bibe. Ew ezmûnek e ku baweriya bingehîn a mirov a li cîhanê xera dike û bandora xwe li ser nasname, hest û têkiliyên civakî didomîne.

Ji aliyê derûnî ve, travma êrişeke li ser hêviya ewlehî, aramî û wateyê ye. Gelek rizgarbûyî hîn jî di rewşeke hişyariya berdewam de, di navbera jihevqetîn û depresyonê de, di navbera sûcdarî û hêrsê de dijîn. Zarokên ku bi salan di dîliyê de mane, gelek caran tevgerên êrişkar an valahiya hestyarî nîşan didin. Hinekan piştî azadbûna xwe jî sirûdên dîlkerên xwe gotin, ji ber ku ew stran bûbûn dengê paşxanê yê zarokatiya wan. Ev ne dilsoziya îdeolojîk e. Ev encama civakîbûna bi zorê ya di bin şideta giran de ye.

Di vê rastiya derûnî de, pirsa berpirsyariya yasayî ne nîqaşeke razber a li ser kategoriyên yasayî ye. Ew dest dide bingeha başbûna takekesî û kolektîv. Zimanê yasayî şekil dide bîrê (hafizeyê). Eger kiryarek tenê wekî endamê rêxistineke terorî were mehkûmkirin, sûcê taybet li pişt etîketê winda dibe.

Tecawiza li jinê, kuştina zarokekî, tunekirina sîstematîk a nasnameya olî… Ev kiryar di nav kategoriyeke giştî de tên helandin ku bi temamî niyet û mezinahiya wan nîşan nade. Ji bo rizgarbûyiyan, ev dibe sedema şêweyekî duyem ê bêqîmetkirinê. Êşa wan wekî bandoreke alî ya terorê xuya dike, ne wekî hewldaneke biqesd a ji bo tunekirina wan wekî kom.

Biryara sala 2021ê ya Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frankfurta Almanyayê, endamekî DAIŞê ji ber komkujiya li ser dayîkeke Êzidî û keça wê ya pênc salî mehkûm kir û girîngiya zimanê yasayî yê hûrgilî nîşan da.

Ev biryar ne tenê mehkûmkirineke cezayî bû. Ew daxuyaniyeke normatîv bû. Wê eşkere kir ku sûc ne kiryarên şidetê yên bênav bûn, berevajî vê, ew sûcên hedefgirtî bûn li dijî komeke taybet. Ji perspektîva derûnî ve, ev cudahî bingehîn e. Başbûn bi navlêkirinê dest pê dike. Tiştê ku nav lê neyê kirin nezelal dimîne, di bin rûyê erdê de xebata xwe didomîne û pişt re dikare ji bo armancên siyasî were manîpulekirin.

Îraq di duriyaneke yasayî de

Îraq niha rûbirûyî hilbijartineke diyarker e. Di paşerojê de, gelek endamên DAIŞê li gorî yasayên dijterorê, gelek caran di dozên kurt û bi piranî bi cezayên îdamê hatin dadgehkirin. Ji perspektîva dewleteke ku ji bo aramiyê têdikoşe, dibe ku ev nêzîkatî fêmbar xuya bike lê belê ev yek ji aliyê yasayî û civakî ve têrê nake.

Sûcên DAIŞê biplan bûn, hincetên wan ên îdeolojîk hebûn û bi awayekî sîstematîk hatibûn birêxistinkirin. Tîma Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) bi sed hezaran delîl kom kirin, şahidiya şahidan belge kir û gorên bikom vekirin. Bingeha rast a ji bo tohmetên komkujiyê, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer bi awayekî zelal heye. Pirsa krîtîk ew e ku gelo vîna siyasî heye ku ev delîl di çarçoveyeke yasayî ya xurt û şefaf de werin bikaranîn.

Girîngiya siyasî ya van dadgehkirinan nayê înkarkirin. Îraq dewleteke lawaz e ku bi dîktatorî, şer, siza û dubendiyên kûr ên civakî hatiye şekilkirin. Operasyona Enfalê û êrişa kîmyayî ya li ser Helebceyê ya ku tê de bi sed hezaran Kurd di bin desthilata Seddam Hisên de hatin kuştin, ji aliyê dadmendî û lihevhatina kolektîv ve tenê bi awayekî qismî hatine çareserkirin. Dîroka Îraqê nîşan dide ku berpirsyariya yasayî ya kêm çawa dikare travmaya kolektîv kûrtir bike.

Dewleteke ku sûcên herî giran ên paşeroja xwe ya nêzîk di formulên yasayî yên teng de sînordar dike, nîşan dide ku dibe şideta pêkhateyî ji aliyê leşkerî ve hatibe têkbirin lê ji aliyê exlaqî ve meşrûiyeta wê nehatiye betalkirin. Dewleteke ku van sûcan bi zelalî bi nav dike û dişopîne, meşrûiyeta xwe xurt dike û peyameke xurt dide kêmineyan ku hebûna wan girîng e û rûmeta wan ne mijara bazarkirinê ye.

Ji bo Êzidiyan, ev mijar mijareke hebûnê ye. Bi sed hezaran kes hîn jî li kampan dijîn. Herêma wan a malzarok (Şingal), ji aliyê siyasî ve cihê nakokiyê ye, ji aliyê aborî ve wêran bûye û ne ewle ye. Gelek kes dudilî ne ku vegerin ji ber ku bahwer nakin dîrok ducare nebe. Ev bêbahwerî ne tenê ji şideta DAIŞê, her wiha ji hesta îhmalkirina siyasî tê. Eger dadgehkirin niha cewhera sûcan biçûk bikin, ev baweriya lawaz dê hîn bêhtir xera bibe.

Perspektîva Kurdan jî aloz e. Hêzên Kurdan di têkbirina leşkerî ya DAIŞê de roleke navendî lîst û bedeleke giran da. Di heman demê de, bûyerên 3yê Tebaxa 2014an di bin siya wan tohmetan de dimînin ku Êzidî bi têra xwe nehatin parastin. Ji ber vê yekê, stratejiyeke yasayî ya hevaheng di navbera Bexda û Hewlêrê de dê ji biryareke teknîkî wêdetir be. Ew dê bibe karekî sembolîk. Ew dê nîşan bide ku rikberiyên siyasî dikarin cihê xwe bidin pêbendbûneke hevpar a ji bo dadmendî û parastina kêmineyan.

Bandora van dadgehkirinan ji derveyî Îraqê jî belav dibe

Bandora van dadgehkirinan ji derveyî Îraqê jî belav dibe. Li Sûriyeyê, koma Heyeta Tehrîr el Şamê (HTŞ), bi paşeroja xwe ya cîhadîst û meylên xwe yên otorîter, xwedî hêzeke girîng e. Muameleya wê ya li hemberî kêmineyan û dijberên siyasî ji nêzîk ve ji aliyê civaka navneteweyî ve tê şopandin.

Şopandineke bi îstiqrar û ji aliyê yasayî ve xurt a sûcên DAIŞê yên li Îraqê, dê peyameke zelal bide aktorên wekî Heyeta Tehrîr el Şamê û serokê wê Ehmed Şer. Şideta sîstematîk a li dijî kêmineyan bê ceza namîne. Dadmendiya navneteweyî ne bijartî ye. Aktorên nedewlet û defakto dewlet dikarin û divê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê berpirsyar bên girtin. Ji ber vê yekê, berpirsyariya yasayî li Îraqê dê ji bo navendên din ên hêzê yên li herêmê jî wekî peyameke rêlibergirtinê be. Eger komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê îro bên sivikkirin, sibe dê ji bo sûcdarên paşerojê herêmên gewr derkevin holê.

Ji perspektîva Rojavayî jî, ev dadgehkirin xwedî têkiliyeke rasterast in. Bi hezaran çekdarên biyanî girtî ne, di demekê de ku gelek welatên wan ên jêderk di vegerandina wan de dudilî ne. Dibe ku ev dudilî ji bo siyaseta navxweyî rehet be lê rîskên ewlehiyê yên demdirêj bi xwe re tîne. Tundrevbûn ne diyardeyeke îzolekirî ye. Ew ji vegotinên kolektîv ên biçûkxistinê û ji hestên bêqîmetiyê xwedî dibe. DAIŞ di veguhertina travmayê bo îdeolojiyê û pêşkêşkirina şidetê wekî çavkaniyeke wateyê de gelekî bi bandor bû. Eger berpirsyariya yasayî rûalî be, kakilê îdeolojîk saxlem dimîne.

Wekî pisporekî dadgehê di çend dozên girêdayî DAIŞê de li Ewropayê, ez bûm şahid ku tesnîfkirina yasayî çi qasî diyarker e. Ev dadgehkirin ne tenê li ser sûcdariya takekesî ne. Ew li ser wê yekê ne bê ka civak tiştên qewimîne çawa şîrove dike. Dema ku dadgeh bi zelalî motîvên îdeolojîk, plansaziya sîstematîk û niyeta kumkujiyê destnîşan dikin, ew piştrast dikin ku ev kes ne tenê tundrev bûn, ew kiryarên sûcên li dijî mirovahiyê bûn. Zelaliyeke wiha rûmeta qurbaniyan diparêze û ji bo nifşên paşerojê pîvanan datîne.

Bi veguhastina çekdarên DAIŞê re, derfeteke duyem ket destê Îraqê. Ya yekem sala 2014an bû, dema ku di parastina kêmineyên xwe de têk çû. Derfeta duyem niha di nîşandana hêza serweriya yasayê de ye. Civaka navneteweyî divê bi awayekî hevkar piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Welatên ku di warê darizandina gerdûnî de xwedî ezmûn in dikarin pisporî û piştgiriya sazûmanî pêşkêş bikin.

Di dawiyê de, ev mesele ji cezayên girtîgehê wêdetir e. Mesele ew e ku gelo civakeke ku li ber şideta giran ketiye, xwedî wê wêrekiyê ye ku bi hemû kûrahiya wê re rûbirûyî wê şîddetê bibe yan na. Dadmendî ne amûreke tolhildanê ye. Ew amûreke aştiyê ye. Ew rê li ber wê yekê digire ku travma bibe çavkaniyeke siyasî. Ew rê li ber wê yekê digire ku qurbanî bi awayekî mayînde marjînal bimînin û ew rê li ber wê yekê digire ku sûcdar di nav deverên nezelaliya exlaqî de winda bibin.

Sînordarkirina van dadgehkirinan di kategoriyên yasayî yên herî kêm de, rîska qeyraneke exlaqî ya kûr bi xwe re tîne. Hilbijartina berpirsyariyeke berfireh, şefaf û li ser bingeha navneteweyî, peyamekê dide derveyî Îraqê ku piştî hovîtiya giran jî hiqûq mumkin e ku pergala normatîv heta di dewletên lawaz de jî dikare were parastin û ku dadmendî ne peyveke sembolîk e, berevajî vê kiryareke berbiçav e ku rûmetê vedigerîne.

Ji bo rizgarbûyiyên ji komkujiyê, rûmet ne têgeheke razber e. Ew şertê jinûve jiyana di dema niha de ye. Bêyî dadmendiyê, travma wekî meseleyeke siyasî dimîne, qadeke vekirî ji bo kîn û nûbûna tundreviyê. Bi dadmendiyê re, travma dikare hêdî, bi êş û bi awayekî kêm jî be bibe dîrok. Tiştê ku di dadgehkirinên pêş de bi rastî di xetereyê de ye ev e:Ne tenê sûcdarî û siza, paşeroja Îraqê û bingeha exlaqî ya tevahiya herêmê jî.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst