Nasnameya Kildanan

9 demjimêr berê
Nîşan Kildan Nasname
A+ A-

Patrîk Louis Raphael Sako

Em Kildan in, nasnameya me Kildanî ye, neteweya me Kildanî ye û dêra me Kildaniya Katolîk e.

Pêwîst e rêz li hestên me were girtin û nasnameya neteweyî ya Kildanî were naskirin, her wiha nasnameyên neteweyî yên din jî. Ne ku hewla nehiştin û helandina wan were dayîn, di nava nav û têgehên nû yên çêkirî de ku pêwendiya wan bi dîrok û qenaeta gelên wan re nîne.

Dêr bi navê gelên wan tên binavkirin: Wekî Dêra Kildanî, Asûrî, Suryanî, Maronî û Ermenî... Eger gelek bi navê Kildanî tunebûya, dêrek jî bi navê Kildanî nedibû! Her kesê ku înkara reseniya xwe bike, ne resen e.

Kildan û Asûrî ji aliyê dîrokî ve girêdayî wan gelan in ku peyrewiya dînên beriya yekxwedayîtiyê (pirxwedayî-pûtperestî) ya kevn û şaristaniyeta dêrîn kirine, wekî şaristaniyeta Babîl û Asûrê ku pêwendiya wan bi Mesîhitiyê re nebûye. Hinek peyv hene ku em di zimanê (Suret) de bi kar tînin ne Suryanî ne, wekî mînak: (para) berx, (bella) derî, (aqla) ling, (poqa) poz...

Berê em dêrek bûn bi navê "Dêra Rojhilat" bêyî binavkirina neteweyî. Gelek gel û neteweyên cuda tê de bûn: Cihû, Kildan, Asûrî, Ereb, Faris, Efxan, Hindî û Çînî. Dêra Katolîk jî heman awayî bû, di Dêra Katolîk de Kildanî ji sala 1553yan ve xwedî dêr bûn. Niha jî Asûrî hene ku nasnameya xwe ya neteweyî ya Asûrî parastiye lê girêdayî Dêra Kildanî ya Katolîk in, bi taybetî li Amerîka û Awistralyayê.

Naskirina neteweyên Kildanî, Asûrî û Suryanî mafekî rewa ye û berdewamiya bihêzkirina tevna civakî û dîrokî ya Îraqê misoger dike. Kildanî beriya pêlên koçê yên li pey hev, li naverast û başûr dijiyan, Asûrî jî li bakur. Îro li bajarê Nasiriyeyê yê li başûrê Îraqê, komek ji Misilmanên Şîe hene ku xwe wekî Kildanî bi nav dikin û komeleyeke wan a rewşenbîrî ya Kildanî û çalakiyên curbicur hene û ne girêdayî ti dêrê ne.

Berê hesta neteweyî bi taybetî li cem Katolîkan ew qasî xurt ne xurt bû lê îro ev hest kûrtir dibe. Dûrî fanatîzma korane, ez dibêjim: Nasnameya me cuda ye lê ji ber ax, ziman û dîrokê em temamkerên hev in.

Tiştê ku ji me hemûyan tê xwestin, bi taybetî ku hejmara me kêm dibe û hebûna me di bin gefê de ye, ew e ku em li ser mijarên girîng û hevbeş gotûbêjê bikin û destên hev bigirin, bi rêzdarî nêrîn û helwestên xwe ji bo xizmeta gelê xwe bikin yek. Divê hezkirin di pêwendiya me ya biratiyê de reng bide, bi taybetî ku em hemû Mesîhî ne û Mesîhîbûn me dike yek û me nêzîkî hev dike.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst