Sibeha 28ê Sibata 2026an, yekemîn êrişa esmanî ya Amerîka û Îsraîlê li ser axa Îranê hat kirin. Heta êvara wê rojê, bihayê petrola Brent gelekî guherî. Heftiyek pişt re, bihayê bermîlek petrola rastîn (fîzîkî) ya Rojhilata Navîn gihîşt astekê ku pîşesaziya petrolê berê nedîtibû. Tiştê ku qewimî ne tenê bilindbûna bihayê bû lê belê hilweşîna pergalî ya wê binesaziyê bû ku bazara petrolê çar dehsalan ji bo avakirina wê xerc kiribû.
Bazara cîhanî ya petrola xav li ser du arasteyên cuda dixebite: Bazara ser kaxezê (Paper Market) ku bi rêya peymanên paşerojê di borsaya London û New Yorkê de dan û standin pê tê kirin û bazara fîzîkî (Physical Market) ku tê de bermîlên rastîn ên petrolê tên nîqaşkirin, peyman ji bo wan tên çêkirin û ji bo parzûngehan tên veguhastin. Di rewşên asayî de, ev her du bazar bi hev re diçin lê di dema girtina Tengava Hurmizê de ji ber şer, bi şêweyeke ecêb ji hev veqetiyan.
Bazara ser kaxezê ku petrola Brent nûnertiya wê dike, di 7ê Nîsana 2026an de li dora 110 dolarî sekînî. Ev ew hejmar in ku li ser ekranên Bloomberg û sernavên nûçeyan de xuya dibin lê ev ne ew biha ye ku parzûngehên Koreya Başûr, Japon yan Malezyayê niha ji bo bermîlek petrolê didin. Wekî ku bazirgan dibêjin, bihayê ser kaxezê ji ber daxuyaniyên berpirsên Amerîka û Îranê û gotinên îdareya Trump ên li ser agirbestê tê guhertin û li beramberî wê rastiya ku di bazara fîzîkî de heye, di asteke nizm de maye.
Bazara fîzîkî çîrokeke bi temamî cuda ye. Pîvera Platts Dubai/Uman bingeha diyarkirina bihayê petrola Rojhilata Navîn e ji bo parzûngehên Asyayî û ji aliyê şirketa S&P Global ve li ser bingeha kirîn û firotina rastîn di saet 16:30î de bi dema Singapûrê tê belavkirin. Ev ew hejmar e ku şirketên SOMO, Aramcoya Siûdî û ADNOCaya Îmaratê ji bo diyarkirina bihayê fermî yê firotina xwe (OSP) bi kar tînin. Rojane bihayê 18 milyon bermîl petrolê li cîhanê li ser bingeha vê pîverê tê diyarkirin. Ji dema ku şerê Îranê dest pê kiriye, ev pîver bi şêweyekî wilo hatiye guhertin ku di dîroka xwe ya 45 salî de mînaka wê tune ye.
Pîvera Platts Dubai çawa dixebite û çima ji kar ket?
Ji bo têgihiştina ku bermîlek petrola Îraq, Uman yan Îmaratê îro bi çend dolaran dest dikeve, divê em ewilî mîkanîzmaya Platts Dubai fêm bikin. Tenê 72 saet piştî êrişa yekem, ev mîkanîzma êdî nexebitî.
Pîvera Platts Dubai ji pênc cureyên petrolê pêk tê: Dubai (Îmarat), Uman, Zekûmî (Abû Dabî), Şahîn (Qeter) û Murban (Abû Dabî). Di 2yê Adara 2026an de, şirketa S&P Global Platts ragihand ku demildest hemû ew cureyên petrolê yên li nav sînorê Tengava Hurmizê bar dibin, ji pîverê tên derxistin. Vê biryarê bazar xist nav şokê, çimkî tenê du cureyên petrolê hiştin: Petrola Murban a Îmaratê (ku li bendera Fûceyre ya li derveyî Tengava Hurmizê bar dibe) û petrola Umanê.
Pîvera Platts Dubai, bihayên hatine diyarkirin:
Beriya şer (Hemû petrola meha sibatê): 68.40 dolar
Hemû petrola Dubaiyê ji bo meha gulanê (dan û standina meha adarê): 128.52 dolar
Asta herî bilind a 52 heftiyên petrola Dubaiyê: 137.82 dolar
Lûtkeya bihayê fîzîkî yê Dubaiyê (li gorî medyayê): Nêzîkî 170 dolar
Petrola brent (ser kaxezê - 6ê Nîsanê): 110.82 dolar
Encama vê guherînê ew bû ku bazar kete destê lîstikvanekî qerase. Lîqa bazirganî ya şirketa Total Energy, şirketa Totsa, cihekî wilo mezin di bazarê de girt ku pispor wekî mezintirîn pêgeha lîstikvanekî di dîroka bazara petrolê de pênase dikin. Şirketê di meha adarê de bi nêzîkî 4 milyar dolarî petrol di vê bazarê de kirî û tê texmînkirin ku yek milyar dolar qezenc kiriye.
Şirketa Totsayê berî destpêkirina şerê Îranê, petrola Dubaî û Umanê bi nêzîkî 70 dolarî kirîbû. Di destpêka meha adarê de ku şer dest pê kir û bihayê petrola Umanê gihîşt 120 û 130 dolarî, wê hîn jî berdewam kir li ser kirîna wan cureyên petrolê ku kêm dibûn. Di dawiyê de di 26ê mehê de, wê demê ku bihayê bermîlekê ji wê petrola ku kirîbû gihîştibû 170 dolarî, firot û yek milyar dolar qezenc kir. Hûrguliyên xwarê nîşan didin ka di bazara fîzîkî ya petrolê de di rewşên awarte de çi dikare bibe:
Dan û standinên şirketa Totsa, 4 milyar dolar:
Koma xerciyên ji bo kirîna petrola Dubaî di Adarê de: Nêzîkî 4.0 milyar dolar
Barên petrolê yên ku Totalê wergirtine: 77 bar ji nav 82 baran
Qebareya petrolê: 38.5 milyon bermîl (Uman û Murban)
Qezenca texmînkirî ya Totalê di adarê de: Nêzîkî 1 milyar dolar
Adi Imsirovic, yek ji bazirganên kevn û bi ezmûn ên petrolê got, "Ew tiştekî yekcar mezin e. Bi liberçavgirtina rewşa giştî ya bazarê û rêjeya bilindbûna bihayan û wê bira petrola ku danûstandin pê hatiye kirin, dibe ku ev mezintirîn dan û standina bazirganiya petrolê be ku heta niha di dîroka bazara petrolê de hatibe kirin."
Cudahiya di navbera bihayê ser kaxezê û bihayê fîzîkî
Cudahiya di navbera bihayê petrola brent a ser kaxezê û petrola fîzîkî ya Dubaî ne tenê mijareke teknîkî ye lê belê rastiya herî giring a bazirganiyê ye ku di bazara enerjiya cîhanî ya îro de bandora wê ya rasterast li ser her parzûngehek Asyayê û budceya welatên hilberîner heye.
Beriya şer, cudahiya di navbera brent û Dubaî de ku di bazara petrolê de bi navê EFS tê naskirin, tenê 1 heta 3 dolar bû lê niha ji ber girtina Tengava Hurmizê, ev hevkêşe serûbin bûye. Niha bihayê petrola Uman û Dubaiyê ku nûnertiya petrola fîzîkî ya Rojhilata Navîn dike, gelekî ji brent bihatir e. Çimkî bihayê Dubaî û Umanê nîşaneya kêmiya rastîn a bermîlan e lê brent nîşaneya bazarekî darayî ye ku bi daxuyaniyên siyasî bihayê wê dadikeve yan radibe.
Li gorî analîzên CNBCyê, di navbera 27ê Sibatê heta 27ê Adarê de, bihayê petrola Brent a ser kaxezê bi rêjeya ji sedî 36 bilind bûye lê di heman maweyê de bihayê petrola fîzîkî ya Dubaî bi rêjeya ji sedî 76 zêde bûye. Lewma di dawiya meha adarê de, bazara fîzîkî ji sedî 40 heta ji sedî 50 ji wan bihayan bihatir bû ku di sernavên nûçeyan de dihatin dîtin.
Xişteya cudahiya di navbera bihayê ser kaxezê û yê fîzîkî:
Bilindbûna brent (bihayê ser kaxezê - di 4 heftiyan de): ji sedî 38+
Bilindbûna Dubaî (fîzîkî - di 4 heftiyan de): ji sedî 83+
Cudahiya brent/Dubaî (beriya şer): Brent 1 heta 3 dolaran ji Dubaî bilindtir bû
Cudahiya brent/Dubaî (dema şer): Dubaî 8 heta 20 dolaran bihatir e
Sedema vê yekê ew e ku brent amûrekî darayî ye û li gorî agahî û gotinan diguhere, lê petrola fîzîkî ya Dubaî "kel û pel" e; bihayê wê bi wê yekê ve girêdayî ye ku gelo keştî dikarin bar bikin yan na. Gava bersiv "na" be, bihayê fîzîkî bilind dibe. Birêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA), Fatîh Bîrol, hişyarî dide ku ev krîz di dîroka enerjiyê de krîza herî xerab e û ragihand ku meha nîsanê dê ji adarê gelekî xerabtir bibe, çimkî ew barên petrolê yên beriya şer hatibûn şandin dê biqedin û piştî wê "tiştek namîne.”
Keştiya Ocean Thunder: Nimûneyek ji bo nirxandina petrola fîzîkî
Keştiya petrolê ya Ocean Thunder ku di 4 yan 5ê Nîsanê de di Tengava Hurmizê re derbas bû, bû yek ji rûdanên herî giring ên bazirganiyê. Vê keştiyê yek milyon bermîl petrola xav a giran a Besreyê ji bo parzûngeha Pengerang a Malezyayê hildigirt.
Ji bo ku em fêm bikin ev bar ji bo şirketa Petronas a Malezyayî bi çend dolaran ketiye, divê em li lêçûnan binerin. Şirketa SOMO bihayê petrola Besreyê ya ji bo meha adarê li gorî bihayên beriya şer diyar kiribû:
Bihayê kirînê ji SOMO (beriya şer): Nêzîkî 66 dolar ji bo her bermîlekê.
Lêçûna veguhastinê û sîgorteya (bîmeya) şer: Nêzîkî 10 heta 12 dolaran lê zêde dibe.
Koma lêçûna gihîştina Malezyayê: 74 heta 78 dolar.
Bihayê niha yê heman petrolê di bazarê de: 113 heta 125 dolar.
Qezenca texmînkirî tenê di vî barî de: 35 heta 50 milyon dolar.
Ev qezenca mezin sedema wan hewlên dîplomatîk ên Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahim ronî dike ku bi Tehranê re kirin da ku keştiyên wî bêyî dayîna bac yan "bacê" di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Krîz ne tenê biha ye lê belê nemana petrolê ye. Tê texmînkirin ku cîhan rojane 4.5 heta 5 milyon bermîl petrol winda kiribe. Tê çaverêkirin piştî 19ê nîsanê ev rêje bibe 9 heta 10 milyon bermîl, çimkî embarên rezervên Amerîka û welatên din ber bi valabûnê ve diçin. Şirketa Goldman Sachs hişyarî daye ku eger Hurmiz heta meha Gulanê girtî bimîne, biha dê rekora sala 2008an (147 dolar) bişkînin.
Bandora li ser Îraq û Herêma Kurdistanê
Ji bo Îraqê ku duyem hilberînerê herî mezin ê OPECê ye, ev rewşeke gelekî nakok e. Rêya sereke ya hinartina welat ketiye bin rehma cîranekî ku di şer de ye. Her çi qasî Îraq ji hinek qedexeyan hatiye derxistin jî, ev yek welat dixe bin bandora daxwazên dîplomatîk ên Îranê.
Li aliyê din, tevî ku bihayê petrola Besreyê gihîştiye asteke xeyalî (113-125 dolar) lê êrişên bi dronan ên li ser benderên Besreyê û kêmketina keştiyan, wiha kiriye ku Îraq nikaribe bi temamî sûdê ji vê bilindbûna bihayê werbigire.
Ji bo Herêma Kurdistanê rewş hîn aloztir e. Petrola Herêma Kurdistanê ku bi rêya boriya Îraq-Tirkiye diçe Ceyhanê, hîn jî di nav kêşeya mekanîzmaya dahata di navbera Bexda û Hewlêrê de ye. Ew sûda ku şirketên petrolê dikaribûn ji vê bihabûnê werbigirin, ji ber sekinandina hilberînê ya bi sedema êrişên mûşekî û dronan, ji dest diçe.
Di bazara fîzîkî ya petrolê de ne tenê yek biha heye lê belê pileyeke ji bo "gihîştinê" heye. Ji bo kiriyarekî Malezyayî ku destûra derbasbûnê heye, bermîlek 78 dolar e. Lê ji bo parzûngeheke Japonî yan Koreyî ku rê li ber keştiya wê tê girtin, petrola Rojhilata Navîn "bêsînor" e çimkî bi tu bihayî destê wê nakeve. Daneyên Platts Dubaî û Umanê çîrokê bi zelalî dibêjin: Biha di navbera 117 û 128 dolaran de ne. Eger pêşbîniya Fatîh Bîrol rast derbikeve û di nîveka Nîsanê de "ti petrol" li ber dest nebe, hingê bazara fîzîkî hîn lûtkeya bihayan nedîtiye.
Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse