Ji wê dera ku silametî dest pê dike û tirs qet bi dawî nabe

3 demjimêr berê
Jan Îlhan Kizilhan
Nîşan Sala Nû Tirs Krîz Derfet
A+ A-

Beriya ku em têkevin sala nû, di cih de ye ku em kêliyekê rawestin. Jiyana me bi lez diçe, rojên me qerebalix in û cîhan tijî deng û hewar e lê carinan pirsên herî sade, rastiyên herî kûr eşkere dikin. Bila ez hinekan ji wan pirsan ji we bikim.

Gelo îro tu bi tenduristî ji xew şiyar bûyî, yan jî qet nebe tu ew qasî baş bûyî ku roja xwe bi rê ve bibî? Eger wisa ye, naxwe tu ji wê beşa mirovahiyê yî ku Xwedê daye wan. Nêzîkî du milyar kesan xizmetên tenduristiyê yên seretayî bi dest naxin. Salane zêdetirî 15 milyar kesan bi wan nexweşiyan dimirin ku dibe bên çareserkirin an rê li ber wan bê girtin. Dema tu ji xew radibî û hest bi hebûna tirsê li ser jiyana xwe nakî, naxwe di dîmena cîhanî de, ev ne tiştekî asayî ye, berevajî vê şans e.

Gelo îro ti bombeyek li bajarê te, gundê te yan taxa te ket xwarê? Eger wisa be, tu bi silametî dijî. Niha zêdetirî 120 milyar kesan koçber û derbider in. Nêzîkî ji sedî 40ê niştecihên cîhanê di bin desthilata wan hikûmetan de dijîn ku azadiyên seretayî sînordar kirine. Şiyarbûna li nav bêdengiyê, li şûna veciniqîna bi dengê teqînan, ne tecrubeyek e ku her kes xwedî wê be, ew bextekî nazik e.

Gelo mala te heye, banekî te heye ku te biparêze, cihekî te heye ku kilîla wî di destê te de be? Eger wisa ye, tu ji wê kêmîneya cîhanî yî ku îstiqrar û aramiya wan heye. Zêdetirî 700 milyar kesan birçî ne. Zêdetirî du milyar kesan ava paqij bi dest naxin. Bi milyonan kes li kampan, li kavilên wêranbûyî, di çadiran an li derve dijîn. Vegera malê, tiştek e ku gelek kes qet pê şad nabin.

Gelo îro te têr xwariye û tu piştrast î ku sibe jî dê parîkî te hebe? Eger wisa ye, tu di ewlehiyeke wiha de dijî ku bi milyaran kes jê bê par in. Eger bijardeya te hebe ku tu çi xwarinê bixwî û çi nexwî, ne ku xema te ew be gelo dê tiştek bikeve destê te ji bo xwarinê, naxwe samaneke te ya veşartî heye.

Tu dikarî bixwînî û binivîsî? Gelo bêyî astengî ji van rêzan fêm dikî? Naxwe tu xwedî behreyekê yî ku 760 milyar kes nikarin bixwînin û binivîsin. Nexwendewarî li ba mirov derfetan, mafan û rûmetê sînordar dike. Xwendin ne tenê behreyek e, ew dergehek e ji bo cîhanê.

Gelo tu dikarî bi azadî bi zimanê dayîkê biaxivî, bêyî tirs û siza? Naxwe dengê te parastî ye. Gelek kes ji vê azadiyê bê par in. Gelê Kurd vê dîrokê baş nas dike. Sala 1988an li Helebceyê, tenê di yek nîvroyê de zêdetirî 5000 kesan hatin kuştin. Di pêvajoya Enfalê de zêdetirî 180,000 Kurdan li gund û geliyan hatin komkujkirin. Komkujiya Êzidiyan a sala 2014an bû sedema canjidestdana 5000 kesan û revandin û kolekirina zêdetirî 6000 jin û zarokan.

Zêdetirî 11,000 şervanên ciwan ên Kurd li Rojavayê, ji jin û mêran, di şerê li dijî koma bi navê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de canê xwe ji dest da. Wan li dijî rêxistineke terorîst a ku bajar kiribûn agir û jiyan kiribû dojeh malbatên xwe, cîranên xwe û tevahiya herêmê parast. Qurbanîdana wan bîrxerek e ji bo wê yekê ku hebûna jiyaneke asayî bi awayekî yeksan nebûye paras her kesî. Sedema wê yekê ku hinek kes silametî û ewlehiya wan heye, ew e ku hineke din rûbirûyî metirsiyê bûne, di demekê de ji bilî parastinê, tiştek di destê wan de nebû, gelek caran jî ji aliyê wê cîhanê ve ku pişt re ji berxwedana wan sûdmend bû, ti piştevanî li wan nehat kirin.

Gelo tu dikarî wî rengî li xwe bikî ku tu dixwazî, bîr û baweriya xwe derbibirî û rexneyê li desthilatê bigirî? Eger wisa be, tu di yekê ji asoyên kêmpeyda yên azadiya cîhanî de dijî. Ew azadiya zêdetirî 3,3 milyar kesan nîne. Li gelek welatan, yek peyv, yek sembol an heta yek parçe cil, dikare bibe gef li ser jiyana te.

Gelo îro nameyek, e-mailek, an pêwendiyeke telefonî gihişt te? Naxwe tu bi civakê re di pêwendiyê de yî. Li cîhanê pêwendiya dîjîtal a zêdetirî du milyar kesan nîne. Bêdengî her tim ne aramî ye. Gelek caran qutbûn û heremonîbûn e.

Armanc ji van pirsan ne ew e ku şerm te bigire, berevajî vê armanc berfirehkirina asoya dîtina te ye. Behreya te girîng e. Karê te girîng e lê cihê jidayîkbûna te, jîngeha te ya siyasî û ew kêliya dîrokî ya tê de yî bi heman radeyê girîng in. Gelek kes di nav metirsiyê de ji dayîk dibin, ne ji ber ku heqê wan kêm e, ji ber ku cîhan ne hevseng û dadperwer e.

Derûnnasî nîşan dide ku spasguzarî ne berhema hest û sozê ye, ew şêwazeke hizirkirina me ye ku tevgerên me diyar dike. Ew kesên ku spasguzar in, zêdetir hevsosî, bexşende û berpirsyariyê nîşan didin. Spasguzarî wê xeyalê direvîne ku dibêje, jiyan tenê encama hewla takekesî ye.

Ji aliyê siyasî ve, spasguzarî, hişyarî ye. Wan neyeksaniyan derdixe pêş ku yên jê sûdmend in, nabînin. Spasguzarî, nîşan dide ku azadî çend nazik e, silametî çend bi hêsanî dikare bê xwarin û rastî çend bi lez winda dibe dema civak lawaziya xwe ji bîr dikin.

Zanista mirovnasiyê tîne bîra me ku mirovahî yek tov e. Cudahiyên biyolojîk biçûk in. Çand cuda ne. Dîrok ji hev cuda ne lê bingehên mayîna mirov gerdûnî ne: Mirov pêdiviya wî bi ewlehiyê heye. Hez ji hembêzkirin û penadanê dike, bêriya hezkirinê dike.

Dîrok nîşan dide ku çend bi lez dibe ku civak hilweşin. Demokrasî bi çirkeyekê narûxin, berevajî vê ji ber tirs, xemsarî û bi asayî dîtina neyeksaniyê tên xwarin. Eger spasguzarî wekî cureyekî hişyariya siyasî bê dîtin, rê li ber vê xwarinê digire.

Sala nû alozî û tevlîheviyên cîhanê naşo lê dikare bîne bîra me ku em dikarin destgirtî nesekinin. Em dikarin rastiyê biparêzin. Em dikarin li dijî kînê bisekinin. Em dikarin xemxwarê hev bin. Em dikarin civakekê ava bikin ku pişta xwe nede azaran. Em nikarin her kesî rizgar bikin lê em dikarin red bikin ku bê xem û xemsar bin.

Dibe ku sala nû bi pirseke sade dest pê bike: Çend bextê te heye bêyî ku tu hest pê bikî? Her wiha tu dê çi li vî bextî bikî û çawa bi kar bînî, ji bo xwe û ji bo wê cîhana ku tê de hevpar î?

*Dr. Jan Îlhan Kizilhan, derûnnas û lêkolerekî Kurd ê niştecihê Almanyayê ye. Di warê tundiya derûnî, teror, şer û psîkolojiya navbera çandan de pispor e. Ji aliyê Serokê Almanyayê ve Madalyaya Federal a Almanyayê wergirtiye.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst