Kurdistan li pêşber derfet û metirsiyê

24-02-2022
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Iraq Metirsî
A+ A-

Îmad Ehmed

Em dikarin wek destpêka qonaxeke nû li hilbijartinên pêşdem ên Iraqê binerin, xasma têkildarî Kurdistanê hin bûyer û pêşhatên nû bi xwe re anîn ku divê meriv li ber wan raweste.

Bi bawerîya min, divê hêzên sereke bi miqateyî bi rewşa nû re tevbigerin, demildest li ser asta navxwe û paşê li Herêma Kurdistanê dest bi guhertin û reforman bikin, pergala hukimdarîyê biguherin û xwe ji rûbirûbûna vê qonaxa hestyar re amade bikin, xasma ber bi haşkirina xelk û cemawer ve herin.

Çunke kêmbûna beşdarîya hemwelatîyan di hilbijartina pêşdem a Parlamentoya Iraqê de nîşana dilgiranî, dudilî û nemana bawerîya xelkê bi pergala hukimdarîyê ye.

A rast, akamên hilbijrtinê, arasteya danûstandinê, destwerdana zêdetir a bîyanî, neamadebûna aqilmendîya Mam Celal û hevpeymanîyên wî jî, netîceyên din in ku cihê dilgiranîyê ne û dibe ku amajeyên xofdar bin jî.

Lewra divê berî û piştî hilbijartinê jî, akamên vê qonaxê cihê li ber sekinîn, ravekirin, veciniqîn û lixwevegereke taybet û bikom a cidî bin. Bi awayekî bersivderên pêşhat û erkên vê dema dîrokî ya cuda û dijwar bin.

Di bûyera herî nû de jî, biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser yasaya gaz û petrola Herêma Kurdistanê ku ragihand, "Yasaya Herêma Kurdistanê bi Destûra Iraqê re li hev nake" ne di berjewendîya Herêma Kurdistanê de ye û kelemeke din e û gol berevajî xwesteka Herêma Kurdistanê qelişand. Lê pêwîst e desthilata Herêma Kurdistanê bi aramî û miqateyîyeke zêde pê re tevbigere, ne ku bertekên serpêyî nîşan bide.

Lewma wiha hewce dike hewldanên cidî û berfireh werin kirin ji bo pejirandina yasaya gaz û petrolê li Iraqê li gor destûrê bi awayekî ku maf û erkên Herêma Kurdistanê bi zelalî dîyar bike, mafên gelê Kurdistanê garantî bike û bi zelalî pêgeha Herêma Kurdistanê wek qewareyeke destûrî tê de parastî be.

Çunke ji me re zelal e ku çareserîya pirsgirêkan bi kêmkirina desthilatên Herêma Kurdistanê yan bi destwerdana hikûmeta îtîhadî (federal) di karûbarên Herêma Kurdistanê de nayê çarekirin, lêbelê pêwîstî bi dîyalogeke berfireh û hemûgir heye, çunke li ber çav negirtina pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê mezintirîn binpêkarî ye li ser destûrê.

Ji her kesî re eşkere ye ku gendelî, nebûna dadê û nebûna ewlekarî û asayişê li navçeyên li jêr desthilata hikûmeta îtîhadî (federal) pir e. Rewşa jîyan, xizmetguzarî û avakirinê li bajarên başûr û navîna Iraqê ne di asteke layiq de ye. Tevî dewlemendîya şaristanî, çandî, îdarî û aborî ya Iraqê, lê dîsa rewşa wê derê ne ew rewş e ku meriv dilê xwe pê xweş bike.

Di vî alî de, xwe avêtina ber tor û bextê Bexdayê li dijî desthilatdarên Herêma Kurdistanê çewtîyeke kujer e. Çunke wek dibêjin ˈheke keçelo nojdar bûya dê êşa serê xwe derman bikiraˈ. Lê dîsa jî dibe ku raya giştî ya Kurdistanê bi vî rengî li rewşê mêze neke. Ji ber hêrsa wan ji hêzên desthilatdar û bi sedema bêdadî û cudakarîya partîzanî ku hest pê dikin.

Bi taybetî ciwan, law û texa xizan, karmend û mûçexwer ku ev jî nîşana xetereyeke herî rastîn e û guhertineke lap dramatîk e di nêrîna giştî li têgeha kurdîtîyê ku rûbarek xwîn û çend sedsal serhildan û şoreş seba wê qewimîn. Li gor vê rewşa nû ya Kurdistanê, pêwîst e guhertinên sereke û seranserî werin pêkanîn, nemaze di warên darayî, îdarî û ewlekarî da ku bibin hokarên vegera bawerîyê.

Seba vê yekê amadekarîyên hilbijartina bê, xweşkirina rê li ber proseyeke temîz û paqij û danîna yasayeke nû ya hilbijartinê ji alîyê Parlamentoya Kurdistanê ve ku cihê rizamendîya dengderan be, karên herî li pêş in, bi awayekî parastina Herêma Kurdistanê û destkeftên wê û aştîvanîya civakî misoger bike.

Her di vê navê de, dibe ku pêngaveke din a pêwîst ew be ku di pêkhateya kabîneya bê de guhertinên bingehîn û cihêreng werin bicihanîn, xasma birêvebirina dosyeya enerjî û samanên xweristî ku giring e bi şêweyeke rastîn were dezgehvanîkirin û niştimanîkirin û bikeve çarçoveyeke bi berjewendîyên Herêma Kurdistanê ra kok û bi Destûra Iraqê ra li hev bike.

Dawîya dawî ez dikarim bibêjim ku Herêma Kurdistan bi şêweyeke reha di navbera erê û nayê de ye, di navbera dewra destkeft û hebûna metirsîyên rastîn de ye. Lewra tekûzkirina ezmûna Herêma Kurdistanê li hundir, piştxurt bi rizamendîya xelkê û bidestxistina dubare ya piştevanîya wan pêngaveke herî giring e. Ji bilî vê çareyê, ti alternatîveke din li pêş me tune ye.

Çunke bê piştevanîya xelkê û bihêzkirina ezmûna me bi rêya reformeke rastîn û dîyalogeke aqilmend û dawîya dawî peymaneke hevseng û tekûz bi Bexdayê re, em nikarin krîzan derbas bikin û statûya me li Kuardistan, Iraq, navçe û cihanê bihêz û xurt be.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst