Sermayeyên Îranê di çend dehsalên borî de û di serdemên îdareyên cuda yên Amerîkayê de hatine blokkirin, beşek ji wan hatine berdan û ducare hatine rawestandin. Pêkhateya van cezayan curbecur e; amrazeke yasayî ya nû ji her qonaxê re hatiye zêdekirin bêyî ku yên kevn werin rakirin. Fêmkirina ku Îran dikare di peymana 2026an de çi bi dest bixe, pêdivî bi zanîna vê dîrokê heye:
Sala 1979an
Blokkirina ewil a sermayeyan (Carter): Piştî krîza rehînegirtina karmendên balyozxaneya Amerîkayê, serokê wê demê yê Amerîkayê Jimmy Carter fermana bicihhêner a bi hejmara 12170yê îmze kir û nêzîkî 8 milyar dolarên hikûmeta Îranê di bankên Amerîkayê de blok kirin. Beşekî kêm ji vî pereyî sala 1981ê û li gorî peymana Cezayîrê hat berdan lê paşmayê wî bû bingeha sermayeyên blokkirî yên îro yên Îranê.
2012-2018
Siyaseta zexta herî zêde, qonaxa ewil (Obama/Trump): Li gel lezkirina bernameya nukleer a Îranê, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê cezayên tund danîn ser hinartina petrolê, banka navendî û gihîştina bi pergala SWIFTê. Welatên kiriyarên petrolê yên wekî Koreya Başûr, Japonya, Hindistan û Çînê neçar man ku yan kirîna petrola Îranê rawestînin yan jî pere bi diravê navxweyî bidin. Ev yek bû sedema kombûna mêjereke zêde ya pereyan di bankên navxweyî yên wan welatan de ku Îranê nedikarî wan vegerîne.
2015
Asankariyên BERJAMê (JCPOA): Li gorî peymana nukleer a 2015an, Îranê dikarî bigihe zêdetirî 100 milyar dolarê xwe yê blokkirî. Îdareya Obama ragihand ku tenê 50 milyar dolarê wî pereyî bi awayekî pratîk dikare were bikaranîn.
2018
Ducare blokkirin (Serdema pêşî ya Trump): Piştî vekişîna ji BERJAMê, îdareya Trump hemû ceza vegerandin û ew pere ducare blok kirin.
2023
Berdana beşek ji pereyên Îranê (Biden): Wekî beşek ji peymana pevguhertina girtiyan, serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden destûr da ku 6 milyar dolarên Îranê ji Koreya Başûr veguhêzin hesabên sînordar ên li Qeterê. Îranê tenê ji bo kirîna xwarin û dermanan dikarî wî bi kar bîne. Piştî êrişên 7ê Çiriya Pêşîn ên Hemasê, îdareya Biden ew pereyê li Dohayê ducare blok kir.
Sibat-Gulan 2026
Şer û rewşa niha: Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ku 28ê Sibata 2026an dest pê kir, bû sedema cezayên nû, ambargoya deryayî û sînordarkirina zêdetir a sermayeyên Îranê.
Pereyên Îranê li kû ne?
Ev tablo behsa wan welatên sereke dike ku sermayeyên Îranê li cem wan in (heta Gulana 2026an). Texmîn di navbera 40-50 milyar dolarî de ne lê eger pereyên li Çînê û hesabên din ên ku nîqaş li ser wan hene werin hejmartin, digihe ser 100 milyar dolarî.
|
Welat / Alî |
Birê Texmînî (Dolar) |
Cureyê Pereyan |
Rewşa Niha (2026) |
|
Çîn |
~20-30 milyar |
Dahata petrolê ya di bankên hikûmetê de |
Ji ber cezayan Amerîkayê nabe diravê giran (Dolar/Euro) |
|
Hindistan |
~7 milyar |
Dahata petrolê ya di bankên (UCO, IDBI) de |
Ji sala 2018an ve ji ber cezayan hatiye blokkirin |
|
Koreya Başûr |
~6 milyar |
Dahata firotina gazê (kondensat) |
Veguhastin Qeterê lê li wir ducare hat blokkirin |
|
Îraq |
~6 milyar |
Deynê hinartina kareba û gaza Îranê |
Ji ber zexta Amerîkayê di Banka Bazirganî ya Îraqê (TBI) de maye |
|
Japonya |
~1.5 milyar |
Dahata petrolê ya berî sala 2018an |
Di bankên bazirganî de hatiye rawestandin |
|
Luksemburg / YE |
~1.6 milyar |
Sermayeya banka navendî û sîndoqa bipêşketinê |
Ji ber cezayên Ewropa û Amerîkayê hatiye blokkirin |
|
Amerîka |
~2 milyar |
Sermayeya hikûmetê ya rasterast (ji 1979an ve) |
Sermayeya herî kevn a blokkirî ye; hîn blokkirî ye |
|
Qeter (Sipartin) |
~6 milyar |
Pereyên Koreya Başûr veguhastin Dohayê |
Di peymana 2026an de xala herî mezin a dan û standinê ye |
Peymana 2026an çi azad dike û çi blokkirî dimîne?
Peyman ji du qonaxan pêk tê: Memorandumê Têgihiştinê (MOU) yê bilez ji bo berdana beşeke kêm ji pereyan û paşê dan û standineke 30 heta 60 rojî ji bo peymaneke daîmî.
6 milyar dolarê li Qeterê: Îhtimaleke mezin heye ku di qonaxa ewil de wekî nîşaneya niyeta pak were berdan.
Sermayeyên mezin (40-100 milyar dolar): Berdana van pereyan bi qonaxa duyem û bicihanîna mercên nukleer ên di peymana daîmî de hatiye girêdan.
Sijayên sereke (Petrol û SWIFT): Di dema dan û standinên 30 rojî de hinek hêsankarî tên kirin lê rakirina wan a temam tenê piştî peymana dawî dibe.
Tazmînata şer: Îran daxwaz dike lê Amerîka bi tundî red dike û di memorandûmê de nîne.
Encamên rasteqîn ji bo Îranê
Ew tiştê ku Îran dê bi dilniyayî di qonaxa ewil de wergire:
Ew 6 milyar dolarê li Qeterê ye çimkî berê rêkarên wî yên yasayî qediyabûn. Her wiha destûrdana hinartina mêjereke diyarkirî ya petrolê da ku Îran karibe di dema dan û standinan de aboriya xwe li ser pêyan ragire.
Ew tiştê ku heta peymana dawî blokkirî dimîne:
Sermayeyên mezin ên li Çîn, Hindistan û Ewropayê nayên berdan heta ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê piştrast neke ku Îranê dewlemendkirina uranyumê rawestandiye.
Metirsiya sereke: Peymaneke ku "blokkirinan" girê dide
Metirsiya mezin ji bo Tehranê ew e ku şer bi dawî bibe û Tengava Hurmizê were vekirin lê pereyên wê yên mezin ji ber dirêjbûna hûrbîniyên nukleer bi salan blokkirî bimînin. Ev ducarebûna senaryoya 2015an e ku Tehran tê de pêbendî mercan bû lê ti sûda aborî ya berbiçav nedît.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse