Zilamek û Zimanek

3 demjimêr berê
Deham Ebdilfettah
Nîşan Zilamek û Zimanek Zimanê Ibrî Parastin Elîazer Yehûda
A+ A-

Ne zilam Kurd e û ne zimanê ku temenê xwe bo wî terxan kiribû kurdî ye. Lê digel wisan jî ev zilam û ew ziman bûne nimûneya herî guncaw bo vejandina zimanê kurdî!

Di sala 1997ê de nivîskar Arif Zêrevan li Swêdê pirtûkeke rênivîsê amade kiribû. Pêşgotina wê pirtûkê zimanzan û zanyarê emerîkî Maykil Çayit, birêveberê pirtûkxaneya Kongirêsê li Waşintonê nivîsîye.

Di pêvajoya pêşgotinê de Maykil Çayit gotina xwe arastî rewşenbîrên Kurd dike, dibêje: Gerek hûn sûdê ji ezmûna birayên xwe yên Cihû werbigirin û li ser rêbaza wan zimanê xwe vejînin…

Ev gotina Çayit bo min balkêş bû. Min qet tiştek ji wê ezmûnê nizanîbû. Piştî lêpirsînê min bihîst ku C. Bedirxan di govara Hawarê de (hejmar 40, sal 1942) gotarek bi sernameya “Zilamek û Zimanek” nivîsîye. Ez li wê gotarê vegerîyam û min ew bi hûrbînî xwend. Li dawî ez seyr û matmayî mam!

Elîazer kurê Yehûda mirovekî Cihû ye. Malbata wî ji mêj ve li Rûsyayê niştecî bûye. Di zarotîya xwe de Elîazer bi dapîra xwe ve girêdayî bû, di himbêza wê de radiza. Dapîra wî her şev çîrokek an çîvanokek ji tirajîdîya dîroka kevnar jê re digot. Bi demê re Elîazer mezin dibû. Çîrokên dapîra wî jî di serê wî de mezin dibûn, di giyanê wî de dibû xem û xewn û xeyal û di serê wî de pêl didan.

Di sala 1877ê de şer di navbera dewleta Osmanî û Ewrûpayê de rawesta. Di encamê de Ewrûpa bi ser ket û Osmanî vekişîyan. Wê hingê sînor di navbera Rûsya û Ewrûpayê de vebûn. Sala 1878ê Elîazer berê xwe da Ewrûpaya rojava û li Fransayê bi cî bû.

Li Parîsê 3 salan zimanê ibrî li ber destê haxamekî (rahberekî Cihû) xwend. Dawî keça seydayê xwe bi hevjînî xwest û biryar da ku biçe welatê bav û kalan. Berî ku derbasî ser xaka welêt bibin, Elîazer û hevjîna xwe soz dane hev ku ew û zarokên xwe bi ibrî tenê bi hev re biaxivin.

Bi vê yekê jî dema zarokên wan diketin nav zarokên cîranan nizanîbûn bi wan re bipeyivin, zarokan bo wan digot (zarokên lal) û bo mala wan digotin (mala lalan). Li hêleke dî Elîazer karîbû di civaka xwe de dostinan peyda bike, wan fêrî zimanê ibrî bike û hin caran rewşa jîyana miletê Cihû bi wan re bîne rojeva gotûbêjê. Piştî van çalakîyan Elîazer karîbû rojnameyekê bi zimanê ibrî derîne û wê li xwendevanên xwe belav bike!

Di sala 1922yê de Elîazer kurê Yehûda bi dilekî aram û hêmin çavên xwe girtin û xatirê dawî ji zarokên xwe dixwest. Ew zarokên ku bi xizanî û belengazî ew mezin kirine, wekî ku wî digot: Dema ku ez dibînim zarokên min nanê tisî dixwin û bi zimanê ibrî bi hev re diaxivin ez gelekî kêfxweş dibûm, dilê min bi kêf perwaz dide.

Bi rastî jî diyardeyeke balkêş e, mirov seyr dimîne beranberî zilamekî wekû Elîazer kurê Yehûda û zimanekî mîna zimanê ibrî ku ew ji kêferata mirinê rizgar kir û ew kir zimanekî zindî li asta zimanê dezgeh û sazîyên dewletê!

Pirsa serê her pirsê ev e:

Gelo Elîazer kurê Yehûda ew hêz û bawerîya bêsînor ku pê gihişte vê encama dîrokî ji kû jê re hat!?

Rastîya rast ew e ku hêza Elîazer hêza wê bawerîya bêsînor bû ku dapîra wî bi wan çîrokên xwe yên rast û evsane dadiwerivandin xwîna wî. Paşê wan haxam û bawermendên kinîseyan bi gotegotên xwe yên ji Tewrat û Telmûdê dîroka şahên isarîlîyan û şaristanîya Orşelîmê di serê wî de diçandin, wek jînenîgarîya şah Silêmanê peyamber kurê Dawûd ku desthilatî li mirov, cin û teyr û tilûran dikir, xwedanê gustîlka cadoyî û çîroka amadekirina Belqîsê şaha Yemenê …

Bi wan çîrok û gotegotên dilxweşker Elîazer xwe şahnaz û serfiraz didît. Li hêleke dî ew Orşelîma ku di serê Elîazer de kiribûn buhişta cîhanê, lê di çavên dijminan de (Aşûrî, Babilî) ew wekû bertalanekî hêsan:

1. Sergonê Aşûrî yê dûyem desthilata di navbera (751- 729)ê BZ de kiriye. Sergon di vê navberê de êrîş bir ser Orşelîmê, ew wêran kir, hemû niştecîyê wê piçûk û mezin dîl kirin û wekî koleyan bi hev girêdan û berê wan da Nînewayê paytexta Aşûrîyan.

2. Piştî ku nêzî 250 sal di ser wêrankirina Aşûrîyan ve derbas bûn, careke dî Orşelîm hate wêrankirin. Di sala 586ê BZ de şahê Babilî Nebûxed Nesir êrîşî Orşelîmê kir, ew wêran kir, kevir li ser kevir nehişt û hemû xelkên wê dîl kirin, ew kirin kole û ajotin Babilê.

Ev her dû bûbelatên kujer û wêranker di xwîna Elîazer de bibûn gerdelûleke tirajîdî û di serê wî de pêl didan, berê wî didan asoyên hêvîyan.

Li dûmahîya mijarê pirsek xwe dide pêş: Gelo rastîya mebesta dilê Celadet Bedirxan ji weşandina vê mijarê çi bû!?

Ji destpêkê me amaje pê kiribû ku Maykil Çayit bi zelalî ji kurdan xwestiye ku sûdê ji ezmûna Elîazer werbigirin û li ser wê rêbazê li zimanê xwe bibin xwedî!

Li gora ku ez Celadet ji paşxaneya jînenîgarîya wî dinasim, mebesta dilê wî ne tenê xwendevan çîrokeke balkêş bixwînin û kêlîkekê pê kêfxweş bibin, lê belê da ku ew jî wekû Elîazer xwe bibînin xwedan zimanekî binpêkirî û welatekî dagirkirî û li ser rêbaza wî hewldana vejandin û rizgarkirinê bikin! Ked û xebata Celadet jî di ber ziman û rêzimana kurdî de bêguman vê mebestê diçespîne!

Amûdê

10.2.2026

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst