Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi salan e jin ji herî mihan benan dirêsin û ji wî rêsî jî merş û xalîçeyên neqş neqşî çêdikin û çanda dewlemend a herêmê radixin pêş çavan.
Li Colemêrgê jin kevneşopiya çêkirina berikan ku bi sedan sal e berdewam e, zindî dihêlin. Digel pêşketina teknolojiyê li bajarê Colermêg çanda çêkirina merş û xalîçeyan dewam dike û bi hewl û keda jinan merş tên çêkirin.
Li atolyeya bajêr de jin merşên xwe yên neqş neqşî çêdikin. Hemû neqş û moçikên li ser merşan xwedî nav û taybetiyekê ne û bi piranî li ser merşan neqşên canbezar, hewçeker, çilgul, gevdan, jirkî, gulgewer, gulsarya, xalidbegî, herkî, kesnekar, luleper, şamarî, şehwanî û şimkubik tên neqişkirin.
"Merş wek belgeyên dîrokî ne"
Hîndekara li Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Sîbel Leventoglu got ku wek zanîngehê ew li nirxên çandî xwedî dertên û dixwazin ku bigihînin nifşên nû.
Di axaftina xwe de Leventogluyê got ku merş li herêmê ji nîşaneyên herêmî yên herî baş in û wiha domand: "Qîz û jinên li herêmê dijîn hestên xwe bi neqşan anîne ziman û li ser merşan raxistine pêş çavan. Em vê çanda bi sedan sal e dewam dike ji bo bigihînin nifşên nû dixebitin û li wan xwedî derdikevin."
Leventoglu qala neqşên li ser merşê tên çêkirin kir û got: "Merş navên xwe ji neqşên li serê hatine çêkirin hildidin. Navê wan canbezar, hewçeker, çilgul, gevdan, jirkî, gulgewer, gulsarya, xalidbegî, herkî, kesnekar, luleper, şamarî, şehwanî, devê gur, qiloçê nêrî û şimkubikê hiltîne. Neqşa gulsaryayê jineke bi navê Sarya çêkiriye. Ji ber ku dişibe gulê dibêjin gula Saryayê. Neqşa luleperê jî dişibe çîçeka nîluferê ya ku li vê herêmê digihêje. Neqşa luleperê tê meneya hezkirin, evînê û ya qiloçê nêrî jî tê meneya qewetê. Her yek ji wan meneyek bi xwe ra dihewîne."
Ji hosteyan Sîtî Duman jî got ku ew bi armanca ev çand bigihêje nifşên nû hewl didin û wiha domand: "Li bajêr gelek jin zanin merş û xalîçeyan çêkin. Pîrên me hînî dayikên me kirin û em jî ji wan hîn bûn. Çîroka her merşekê cihê ye. "
Sidika Ertuş jî destnîşan kir ku ew li vê atolyeyê dixebitin jê dahatê qezenc dikin û wan merşan dişînin çar aliyê welêt.
Naciye Armagan jî got ku her neqşa li ser merşan wateyekê di nav xwe de dihewîne û da zanîn ku çêkirina neqşên canbezar û gulsaryayê zehmet e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse