Serokê Yekîtiya Zanayên Olî: Jin dikarin Quranê bi dengekî bilind bixwînin

11 demjimêr berê
Nîşan Xwendina Quranê Jin Dengê Bilind
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê ragihand ku xwendina Quranê ya bi dengê bilind ji bo jinan serbest e.

Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê Dr. Ebdulah Seîd Weysî diyar kir ku jin dikarin bi dengekî bilind  Quranê bixwînin.

Dr. Ebduletîf Ehmedê ku yek ji rêberên Selefiyên Başûrê Kurdistanê ye jî heman nêrînê parve dike lê şertekî datîne û dibêje, “Nabe bi ‘naz û cîlwe’ bixwîne.”

Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê Dr. Ebdulah Seîd Weysî ji Rûdawê re axivî.

Dr. Ebdulah Seîd Weysî got:

"Li gorî ola Îslamê xwendina Qurana Pîroz a bi dengê bilind ji bo jinan serbest e."

“Dengê jinê ne ewret e”

Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê amaje pê kir ku “Dengê jinê ne ewret e” û got:

“Ji ber vê yekê ti pirsgirêk nîne ku jin bi dengê bilind Quranê bixwînin.”

Li aliyê din, Dr. Ebduletîf Ehmed jî ji Rûdawê re axivî û wî diyar kir:

"Nêrîna piraniya zanyayên mezhebên Malikî, Şafiî û Henbelî ew e ku xwendina Qurana Pîroz a bi dengê bilind ji bo jinan serbest e."

Şertê Dr. Ebduletîf

Dr. Ebduletîf Ehmed bal kişand ser awayê xwendinê û wiha got:

"Divê di xwendina Quranê de fitne tunebe.

Wate divê jin bi mebesta kişandina bala mêran dengê xwe bi naz û nûz û ziravik neke.

Divê mebest Quran be, ne kişandina balê be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst