Tiencou-9 vegeriya cîhanê

1 demjimêr berê
Nîşan Tiencou-9 Feza Veger Atmosfer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya asmanî ya kargoyê ya Tiencou-9a ku li Stasyona Fezayê ya Tiengongê (Qesra Ezmên) ya Çînê bû vegeriya dinyayê.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Geştên Fezayê yên Bimirov a Çînê, keştiya ku doh ji modula stasyonê veqetiya, vê sibehê ducare vegeriya atmosferê.

Beşeke keştiyê ji ber germbûna li atmosferê şewitî û xera bû.

Bermahiyên keştiyê bi awayekî kontrolkirî ketin nav ava zeryayê.

Keştiya kargoyê ya Tiencou-9a ku ji bo stasyona fezayê kel û pelên pêwîst û materyalên ceribandinê dibirin, 15ê Tîrmeha 2025an hatibû avêtin.

Ew keştiya asmanî ji Navenda Avêtina Amûrên Fezayê ya Vinçangê ya li Girava Haynanê hatibû şandin.

Xebatên li stasyonê

Li Stasyona Fezayê ya Tiengongê ya Çînê tîmên taykonotan ên ku ji 3 kesan pêk tên bi dorê dixebitin.

Ji bo stasyonê bi rêya keştiyên "Şincou" (Keştiya Pîroz) karmend û bi rêya keştiyên "Tiencou" (Keştiya Ezmên) jî kel û pelên pêwîst tên veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst