Rêwîtiya koçerên Nisêbînê ya ber bi zozanan ve dest pê kir

20-05-2020
RÛDAW
Koçer dibêjin, ew ji bo xwedîkirina pezên xwe, neçarî jiyana koçberiyê ne
Koçer dibêjin, ew ji bo xwedîkirina pezên xwe, neçarî jiyana koçberiyê ne
Nîşan Koçer Nisêbîn Wanî Bedlîs Zozan Pez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi destpêkirina werzê havînê re, koça koçerên Bakurê Kurdistanê ya ber bi zozanan ve dest pê kir. Koçerên ku werzê zivistanê li Nisêbîne derbas kirine, havîna xwe jî li zozanên Gercûsa Êlihê, Wanê, Bedlîsê û Mûşê derbas dikin.

Koçerên navçeya Nisêbîna ser bi Mêrdînê ve li Bakurê Kurdistanê, bi destpêkirina werzê havînê ji bo çêriyê, koça wan a ber bi zozanan ve dest pê kir. Koçerên ku werzê zivistanê li Nisêbîne derbas kirine, havîna xwe jî li zozanên Gercûsa Êlihê, Wanê, Bedlîsê û Mûşê derbas dikin. Koçerên ku rêwitiya ber bi zozanan bûye perçek ji çanda wan a jiyanê, dibêjin ew ji bo xwedîkirina pezên xwe, neçarî jiyana koçberiyê ne. 

Koçerekî bi navê Salim Temel dibêje, “Weke hûn dibînin, em li ser rêya Gerçûsê ne, ji vê sibê ve em di hewildana rêwîtiyê de ne. Me ji hêzên ewlekariyê xwest ku em îşev li vir bin wan jî em neşkandin, îşev em ê li vir bêhna xwe vedin, em ji Nisêbînê tên em dê hêdî hêdî biçin heta Bedlîsê. Ji ber ku li zozanan hîna berf heye em neçarin hêdî hêdî biçin.”

Rêwîtiya koçeran îsal ji ber belavbûna vîrusa koronayê û barîna zêde ya berfê zehmettir bûye, bi taybet rêwîtiya îsal rastî meha remezanê hatiye.

Koçerek din ê bi navê Mewlud Temel jî dibêje, “Zor e, koçberî ye, îro li vir in sibê li cihekî din in, karekî zehmet e, bi teybet niha Remazan e germ e lewma zehmet e.”

Koçerên Bakurê Kurdistanê yên ku debara wan li ser xwedîkirina pez e, li her cihekî ku lê bimînin, neçarin destûra hêzên ewlekariya navçêyê werbigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst