Hewlêr (Rûdaw) – Li bendera Rijnhaven a li bajarê Rotterdam a Holandayê, xanî li ser avê ji bo geştyariyê ji kereste û paşmayan hatine lêkirin. Kompanya ku bi vê projeyê rabûye dibêje plana wan heye ku avahiyê li ser rûyê avê zêde bikin û sûdê jê werbigirin.
Rêvebera projeyê Vera Bauman got, “Bi hebûna van benderên li nava bajêr, em dixwazin avahiyan derbasî nava avê bikin û bajêr bi avê ve girê bidin. Me niha nexşeyek amade kiriye, tê de hemû peravên çeman diyar kirine, da ku em avê û bajêr bihev ve girê bidin.”
Her xaniyek 1.2 metre dirêj û 500 kîlogram giran e, qatek ji madeya dijî avê li ser dîwarên wê hatiye danîn da ku têk neçin. Rûberê wan 30 ta 45 metre çargoşe ne û têra 4 ta 6 kesan dike.
Kirêya şevekê ya her xaniyekî ji van di navbera 250 ta 350 Euro de ye.
Rêveberê Wikkelboat Sander Waterval anî ziman, “Bi baweriya min taybetmendiya van xaniyan ne tenê keresteyên ku pê hatine çêkirine ku ji karton û gelek paşmayên avêtî yên dubare hatine bikaranîn lê bi avê têk naçin û li ser elektrîka rojê kar dikin. Her wiha cihekî zêde ji bo xelkê Rotterdamê çê dike ku biçin wir, bi taybet sûdwergirtina ji rûberên ser avê.”
Kompanya bi navê Wikkelboat ji berî çar salan ve dest bi vê projeyê kiriye, li ser vê benderê 7 xanî û li ser çemê Dieze a li bajarê Sertoxinbos du xanî çêkirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse