Mûza bi 6 milyon euroyan gez kir

20-07-2025
Nîşan Mûz Gezkirin Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Fransayê mêhvanekî muzeyekê gez ji mûza bi 6 milyon euroyan da.

Bûyerê li Navenda Pompidou-Metzê ya li rojhilatê Fransayê rû da.

Li gorî agahiyan, mêhvanekî pêşangeheke hunerên hevdem, mûza ku bi dîwêr ve hatibû zeliqandin gez kiriye.

Mêhvan li ber berhema Maurisio Cattelan sekiniye, paşê ji nişka ve mûz ji dîwar qetandiye, qalikê wê jê kiriye û heta ku nobedarên ewlehiyê midaxele kiriye wî gezek ji wê mûza giranbiha daye.

Li gorî nûçeya ku radyoya İciyê ji Oxu.Azê wergirtiye, berhemeke bi heman rengî par bi 6,2 milyon euroyî hatibû firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst