Şehrîbana Kurdî ji Rûdawê re got, "Heta azadiya Kurdistanê çêbibe ez dê xebatê ji bo miletê xwe bikim. Ez miroveke oldar im û dixwazim bi dengê xwe xizmeta miletê xwe bikim."
Wê diyar kir ew di stranên xwe de dijî û anî zimên, "Ez girêdayî stranên Kurdî me, xasma stranên li ser êş û elemên gelê bindest. Dema ez stranan dibêjim, ez tê de dijîm."
Şehrîbana Kurdî li ser doza Kurdan û cilên Kurdewarî jî jî wiha axivî:
“Ji bo min doza min e û pêwîst e hunermend cil û bergên Kurdî li xwe bike. Milet bi zimanê xwe û cilûbergê xwe li dinyayê tê nasandin.”
Şehrîbana diyar kir ku ev 30 sal in ew li Ewropayê dijî lê "Derfetên li Kurdistanê hestên hunermendan bihêztir dikin."
Şehrîbana Kurdî got, "Rojava jî welatê min e. Hêvîdar im her sê beşên din jî wekî vî beşê Kurdistanê azad bibin."
Wê li ser zehmetiyên li pêşiya jinên Kurd jî biland, "Jineke Kurd derkeve û stranan bibêje, ev zehmet e” û li pey çû:
"Bila jinên Kurd cilûbergên Kurdî biparêzin. Heta azadiya Kurdistanê çêbibe, ez dê xebatê ji bo miletê xwe bikim.”
Şehrîbana Kurdî pirsên Pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara bersivandin:
Rûdaw: Îro kî mêvana min e? Ji xwe re meraq bikin, hesab bikin, Şehrîbana Kurdî ye. Hunermenda Kurd a ku dengê wê bi rastî gelekî xweş e. Min dît nedît, dengê Şehrîbana Kurdî ew qasî xweş maye.
Şehrîbana Kurdî: Spas.
Rûdaw: Tê bîra min berî gelek salan, nabêjim çend sal, ji bo temenê me diyar nebe, min hevpevînek bi Şehrîbana Kurdî re çê kiribû, pişt re nêzîkî 17-18 sal bûne me hev nedîtibû lê vê carê jî em li Zaxoyê hev dibînin. Şehrîban tu bi xêr hatî, ez kêfxweş im.
Şehrîbana Kurdî: Sax bî, spas.
Rûdaw: Tu her weke xwe yî.
Şehrîbana Kurdî: Spas bira, tu gelekî sax bî. Ez spasiya te dikim, bixêrhatina te dikim. Rûdaw TV, her wiha xebatkarên wê, hûn di ser çavan re hatin
Rûdaw: Tu jî ser çavan re hatî. Şehrîban nêzîkî 17 sal bûne?
Şehrîbana Kurdî: Erê, nêzîkî 17 sal çêbûne.
Rûdaw: 17 sal bûne, me li Almanyayê hev dît
Şehrîbana Kurdî: Me hev li Almanyayê hev dît û cara dawiyê ez hatim Hewlêrê jî me li wê derê jî carekê hevdû dît, piştî wê jî ez nehatim Kurdistanê.
Rûdaw: Wê rojê vîdoyeke me belav bûbû, min dît em li gel hinek grûpên hunermend in û em strana Ez Xelef im dibêjin.
Şehrîbana Kurdî: Belê
Rûdaw: Şehrîban jî têde bû, çi qasî min weke rojnamevanekî siyasî nas dikin, lê ez dostê hunermendan im.
Şehrîbana Kurdî: Rast e, rast e.
Rûdaw: Kêfa min gelekî ji hunermendan re tê, tu zanî her kes çi ji Şehrîbanê meraq dike? Dibêjin dengê wê ti carî têk naçe. Dengê wê her weke xwe dimîne, her xweş dimîne, ev xweşbûna dengê te û têkneçûna dengê te, ji ku derê tê, Şehrîban?
Şehrîbana Kurdî: Bira, ez çawa bêjim, kek Dilbixwîn, ez girêdayî stranên xwe me û ez dibêjim girêdayî stranên Kurdî ye, bi taybet jî stranên li ser êş û elemên gelê blindest in, em stranên wan dixwînin, ez bi piranî girêdayî wî tiştî dibînim, ji ber ku dema ez wan stranan dibêjim, ez tê de dijîm, dema mirov tê de bijî, ez bawer nakim ew deng zû zû dakeve. Ew bi gel re ye, bi giştî ew e, ez di wê baweriyê de me, hêvîdar im wiha be.
Rûdaw: Te tiştekî dengê xwe ji malbata xwe wergirtiye?
Şehrîbana Kurdî: Ji malbata min, dengê xaltiya min gelekî xweş bû, xwîşka dayika min, dengê wê gelekî xweş bû lê wê stran nedigotin. Birayê min niha karê hunerê dike, ew jî li Îzmîrê ne.
Xwîşkên min hemû dengên wan baş in lê karên hunerî nakin, tenê birayê min karê hunerê dike, ew jî komeke wî heye, diçe dawetan, ji bilî wê, hema bêje dengê hemû malbatê xweş e, ji zarokan û heta yên mezin.
Rûdaw: Ez vê yekê jî bêjim, bi rastî, ti carî ji bîra min naçe, 1995-1996an senfonîstê gelekî hêja Dilşad Seîd got: Dilbixwîn, tu dikarî bi Şehrîbana Kurdî re bikevî pêwendiyê? Min jî got çima? Got kêfa min gelekî ji dengê wê re tê û ez dixwazim jê re stranekê çêbikim. Ez guman dikim pişt re Dilşad pêk anî.
Şehrîbana Kurdî: Bi rastî mijar wiha çêbû, ez bi kurtasî bêjim. Em li televîzyonê bûn, televîzyoneke Kurdan bû, pêwîst nake ez navê wê bêjim, li wir me xizmetek ji bo miletê xwe dikir. Li wir mamoste Dilşad ez dîtim. Li gel kek Şarê Oramarê, tu nas dikî. Bi rêya we, em silavên xwe ji mamosteyê hêja Dilşad Seîd, her wiha malbata wî û ji kek Şar Oremar re ku ew jî birayekî ezîz e, dişînim. Ez gelekî ji wan hez dikim.
Wî jî got min, mamoste Dilşad hatiye, em herin hevdû bibînin, em çûn û me hevdu dît, mamoste Dilşad gelekî kêfxweş bû û xwest em karekî bi hev re bikin, got dengê te dengekî resen e. Bi rastî ez jî gelekî kêfxweş bûm, bê guman mamostayekî hêja ye, çima na? Ji bo ku stranên me bikevin dîrokê, bikeve tarîxa gelê Kurd, me karek bi hev re kir, bi rastî jî karê me serkeftî derbas bû. Em spasiya te jî dikin.
Rûdaw: Rast e, tê bîra min wê demê li Nemsayê bû û telefon kir, min jî got hêsan e, ez dikarim xwe bigihînim wê û kêfa min jî ji dengê Şehrîbanê re tê. Şehrîban xelk tiştekî din meraq dike, ew jî cil û bergên te, her tim bi cil û bergên Kurdî yî û serê te jî girêdayî ye, hûn dizanin ne tiştekî veşartî ye. Te hez kir, tu her bi vî rengî diyar bibî?
Şehrîbana Kurdî: Di destpêkê de, Kek Dilbixwîn, ji bo min doza min e, ji bo min pêwîstiyeke sereke ye û dema hunermendek stranên xwe pêşkêşî milet xwe dike, jê re cil û bergên Kurdî pêwîst in, zimanê Kurdî pêwîst e. Ev ji bo min sereke ne, ji bo vê yekê jî her tim min gelekî ji cilûbergên kurdî kiriye.
Serpêçana min jî, ji ber ku ez miroveke oldar im, ez ji ola xwe hez dikim û ez dixwazim bi dengê xwe xizmeta miletê xwe bikim, bi ci lû bergê xwe xizmet bikim, ne weke ku eva Şehrîbana ku xwe dixemilîne, lê ez rêzê li wan kesan dikim ku xwe dixemilînin lê ez bi sekna xwe û bi stranên xwe. Ez dixwazim bi stranên xwe xîtabî miletê xwe bikim û xizmeta miletê xwe bikim
Rûdaw: Tu her bi vî rengî jî tê hezkirin. Bi rastî, bi rengê ku tu pê razî yî, bi vî awayî jî xelk te qebûl dike û xelk ji te hez dike.
Şehrîbana Kurdî: Ji ber ku em miletekî qedîm in, tu bi xwe jî baş dizanî, miletê Kurd miletekî qedîm e û ev cil û berg jî li dinyayê me dide nasandin. Ango miletek bi zimanê xwe bi cil û bergê xwe li dunyayê tê nasandin, ji ber wê yekê jî ez li dayîk û dapîra xwe dinêrim û li metika xwe dinêrim û yên herî kevin hemû jî cilûbergên kurdî li ber xwe dikirin.
Min carekê ev girêdana desmalê ji dapîra xwe pirs kir. Ez xelkê Qoserê me, em reş girê didin, min got yadê ev ji ku derê hatiye, hûn çima girê didin, gelo hûn ji bo xweşikbûnê hûn girê didin, an jî ji bo çi hûn wiha girê didin. Ji min re got berê serê me pir diêşiya, em pir diwestiyan, digot dema serê me gelekî diêşiya me serê xwe girê dida û dişidand û pişt re di nava xelkê de weke xweşikbûnekê belav bû û pişt re ew dixemilandin, gelek tiştên wiha derketin
Rûdaw: Ev rengê kû derê ye Şehrîban?
Şehrîbana Kurdî: Ev bi taybet, ev cilên ku min li ber xwe kirine, Behdînî ye, ango ji herêma Cizîra Botan a Bakur bigire heta digihîje Duhok, Zaxo û deverên wan, ev jî hevrîşim e, ev bi destan hatiye çêkirin, gelekî bi qîmet e.
Rûdaw: Ciwan e, bi rastî li te hatiye. Gelekî xweşik li Şehrîbanê hatiye. Şehrîban bi vî rengî şêrîn e û tê hezkirin. Şehrîban tu çend sal in li Ewropayê yî.
Şehrîbana Kurdî: Ev temam 30 sal bûye, emrekî dirêj e me daye Ewropayê.
Rûdaw: Jiyana Ewropa rê li ber te negirt ku tu karê xwe yê hunerî ranewestînî, te her berdewam kir.
Şehrîbana Kurdî: Tu çi qasî bêjî, ew ne weke Kurdistanê ye, erê derfetên li Ewropa bêtir in, lê derfetên li Kurdistanê hestên hunermendan bêtir xurt in. Bi rastî hunermend dikare stranan biafirîne, dikare tiştên baştir çêbike, mûzîsyenên Kurd li vir bêtir in, derfet di aliyê mûzîkê de li vir gelek in. Li Ewropayê jî ev tişt zêde bûne lê rihekî Kurdî li Ewropayê kêmtir bûye, yan jî kêm e.
Dema tu derdikevî ser dikê stranekê dibêjî, ew hesta bi te re kêm e. Îro em ê cihê xwe di Festîvala Şal û Şepikan de bigirin, hûn ê bibînin dê bi coşeke mezin be, ji ber ku ew xweşbûn û ew geşbûn gel dide hunermend, qîmetê dide hunermend da ku hunermend bikaribe stranên xwe pêşkêşî wan bike.
Bi hêzekê bi coşekê û bi kêfxweşiyekê bi stranên xwe xîtabî miletê xwe bike. Ji ber vê yekê jî min ew kar li Ewropayê berdewam kir lê kêm bû, hin caran hebû û hin caran jî tune bû û ji niha û pêve ez hêvîdar im, emê çalaktir bin.
Rûdaw: Tu hîs dikî ku demekê tu hinekî bê deng bûyî, ez jî pê hesiyam. Min got gelo ev Şehrîban çi pê hatiye, li kû derê ye.
Şehrîbana Kurdî: Hin kesan di pirsî ku ew sofî bûye û di mala xwe de ye.
Rûdaw: Gelo wê tobe kiriye, hûn dizanin hin kes tobe jî dikin. Xelk wisa li te dinêre ku Şehrîban dîndar e, serê xwe girê dide, dibe ku tobe kiribe û êdî stranan nabêje. Ti carî pêwendiya strangotinê bi serpêçanê nîne, du tiştên ji hev cûda ne.
Şehrîbana Kurdî: Bi rastî, ez wisa difikirim, ez derdê welatê xwe tînim ziman, ev yek, û dema ez tiştên welatê xwe tînim ziman ez rihet dibim û ez vî tiştî ji xwe re weke cîhadekê dibînim, weke şerekî dibînim, ango ev sergirêdan û strangotin min ji gelek pirsyar ji şêx û meleyan jî kiriye, min ji wan pirsiye ku dibêjin dengê jinan di îslamê de guneh e.
Wan jî gelek tişt ji min re gotin, eger tu bi vî awayî bêjî guneh e, eger tu van gotinan bixî nava wan guneh e lê ji bilî wê ez cîhadê dikim, ez bi dengê xwe şer dikim, ez welatê xwe dixwazim. Ev beş niha azad e, hezar rehme li gora wan şehîdan be, îro her bosteke axa me bi xwîna şehîdan hatiye avakirin lê her sê parçeyên din, hîn bindest in.
Em neçar in, ez weke dayîkekê, weke hunermendeke Kurd, weke Şehrîbana Kurdî, ez neçar im di nava hewldanekê de bim, ez ê şerê xwe bi dengê xwe bikim, bi sekna xwe û bi stranên xwe şer bikim, mijar ev e.
Rûdaw: Tu hem dayîk bî, hem jî hunermendî bî, hem jî li xerîbiyê bî, Şehrîban mirova çawa dikare van tiştan hemû bi hev re bimeşîne û tê de serkeftî be. Weke mînak tu hunermendeke serkeftî û dayîkeke serkeftî jî bûyî.
Şehrîbana Kurdî: Helbet, kek Dilbixwîn, di nava civaka me de, sîstema feodal serwer e, ango bandora zilam gelekî li ser jinan heye lê ji bo min, bawer bike, hevjînê min, hevalê min Şêrko, tu bi xwe jî nas dikî, hevalekî hêja ye, û ez bi rêya we spasiya wî jî dikim. Ew piştgiriya min gelekî dike, ez dikarim bêjim, ji min bêtir diweste, ji ber ku ew piştgirtiya min dike, ez dikarim bêtir gavinan bavêjim. Ji ber vê yekê jî ez dikarim bêjim ku eger navê min Şehrîbana Kurdî hebe jî ez deyndarê wî me. Ez spasiya wî dikim.
Rûdaw: Berê jî, bi rastî her dema min didît, ew ji te re piştek bû, ez şahidê wê me. Şehrîban dema ku te nû dest bi hunerê kir, di wê demê de gelek keç û jinên weke te derketin, weke hunermend derketin, lê ew neman, ez naxwazim navên wan bêjim, berdewam nekirin û neman, çi hişt ku tu berdewam bikî, li ser piyan bimînî.
Şehrîbana Kurdî: Belê, şoreşa vî miletî, xebata vî gelî hişt ku ez berdewam bikim. Dema ku tu bi gelê xwe re durist bî, tu xebateke ji dil û can bikî, ji bo vî miletî û bi berjewendiyên xwe nefikirî, tenê tu xizmeta gelê xwe bikî, bawer bike tuyê her li ser lingên xwe bimînî. Ev ne tenê ji bo hunermend, ji bo her kesî di qada jiyanê de derbas dibe. Ez di wê baweriyê de me.
Rûdaw: Hunerê çi da te?
Şehrîbana Kurdî: Hunerê ciwanbûn da min, ez hê jî ciwan im, li gora min dilê min pir ciwan e, xweşî da min, li welatê xwe digerim û stranên xwe pêşkêşî miletê xwe dikim, di nava gelê xwe de me, di nava axa xwe ya azad de me, bê guman zehmetiyên wê jî hebûn.
Helbet gotinek heye, dibêje: Kesê ji gulê hez bike divê stiriyên wê jî qebûl bike. Helbet me gelek zehmetiyên wî tiştî jî dîtin lê îro ez hêvîdar im her sê beşên din jî weke vê beşê Kurdistanê azad bibin û bi rihetî em biçin wan deveran jî û festîvalên xwe û şahiyên xwe û dawetên xwe û Newrozên xwe li wan deveran jî bi azadî pêşkêş miletê xwe bikin. Helbet xweşî û nexweşî dê her tim hebin lê niha xweşî bêtir bandorê li ser min dike, ji ber ku ez li Kurdistanê me û Kurdistaneke azad e
Rûdaw: Şehrîban, ya Rojava nêzîk e. Kurdên me yên li Rojavayê Kurdistanê pir ji te hez dikin, çi yên li Rojava dimînin û çi jî yên li Ewropa û li derveyî Kurdistanê dimînin gelekî ji te hez dikin. Bawer bike, tu biçî kîjan mala Rojavayê Kurdistanê, yek di wê malê de heye ku stranên te bihîstiye û te nas dike. Dibe ku meraq bikin bibêjin, em dikarin rojekê Şehrîbanê li ba xwe bibînin? Li Rojavayê Kurdistanê?
Şehrîbana Kurdî: Helbet, çawa nebînin, Rojava jî welatê min e, hêvîdar im, niha em di nava hewldanekê de ne, min nexwest wan tiştan bêjim lê gelekî kêfa me tê, weke hunermendeke Kurd, weke dayîkeke Kurd, ez dizanim heta vê dema niha gelek zehmetiyên welatiyên me çê bûn û xwîna gelek keç û xortên me hat rijandin û ji niha û pêve jî weke dayîkeke Kurd, hem jî weke hunermendeke jin, hem jî weke dayîkekê ez naxwazim êdî xwîn bê rijandin û azadî û aramî were welatê me jî û her sê parçeyên din, bi taybet jî niha li Rojava, azadî bêtir xuya dike û di demeke gelekî nêzîk de azadî dê çêbibe. Ez hêvîdar im .
Rûdaw: Çi stran bi dengê Şehrîbanê xweş in, kîjan stran?
Şehrîbana Kurdî: Bi rastî ew girêdayî we ye. Ez bi xwe li gorî xwe dibêjim, heta ji destên min were ez hemû stranan dixwazim baş pêk bînim û dema ez guhdarî jî dikim, ez dibêjim, erê Şehrîban te ev stran baş gotiye, lê divê hûn biryarê bi xwe bidin.
Rûdaw: Tu ji kîjan strana xwe hez dikî?
Şehrîbana Kurdî: Ez gelekî ji Welatê Me Kurdistan e hez dikim, ji Warê Me Warê Me hez dikim, ez gelekî ji stranên nemir Mihemed Şêxo hez dikim. Min salên 1989 heta 1992yan di hemû albûmên xwe de stranên wî xwendine, min gelek xwendin, li Bakur kêm kesan ew nas dikirin, ji ber sînorê di navbera me de gelekî kêm ew nas dikirin.
Qoser û Nisêbîn ji hev nêzîk in û Qamişlo jî nêzîkî wan e, ji wir kaset ji me re dihatin û me jî li wan guhdarî dikir, me dipirsî, ev kî ne. bi rastî ez dikarim bêjim nemir Mihemed Şêxo ji bo min dibistan e, ew dibistana min bû, ji ber ku ez bi stranên wî fêrî zimanê Kurdî bûm, min zêde zimanê Kurdî nizanibû, dema min lê guhdarî dikir, Ay Lê Gulê Gula Minê, Carkê Min Ji Xwe Re Dît Gewrek, Gulîzar, Şêrînê, dema min li wan guherî dikir, ez diçûm dunyayeke din, min digot bi rastî ev çi deng e, bi rastî dengekî resen e, dengekî xerîb e, bi rastî min stranên wî jî gelekî pêk dianîn û ez hêvîdar im bi dilê gelê me bin.
Rûdaw: Gelek ji wan stranan ji yên Mihemed Elî Şakir bûn.
Şehrîbana Kurdî: Rast e, rehmetî Mihemed Elî Şakir.
Rûdaw: Niha birayê wî Mehmûd Ezîz, li Hewlêrê ye.
Şehrîbana Kurdî: Ez bi rêya we silavên xwe ji wî re jî dişînim, mamosteyên gelekî ezîz û gelekî mezin in. Li Serê Kaniyê jî min stran li gel wan gotin, sala 1994an ez li Rojava bûm. Ez nêzîkî 7-8 mehan li wê derê mam, keçka min a mezin li Qamişloyê ji dayîk bû.
Rûdaw: Bi rastî min nizanibû, cihê jidayîkbûna keça te Qamişlo ye.
Şehrîbana Kurdî: Belê, keça min dibêje, ez xelkê Qamişlo me, dibêje ez ne Bakurî me, ew li Tirbespiyê ya Qamişloyê çêbû. Ez Rojava baş nas dikim. Ew li Qamişlo çêbû, em li Tirbespiyê li mala mirovên xwe bûn û wê demê ez çûm Nexweşxaneya Qamişloyê. Dost û hevalên Şêrko hemo li wir in. Malbat li Qamişlo ye, li Tirbespiyê, li Şîtika, li Amûdê ye, li Serê Kaniyê ye.
Rûdaw:Tu her derê nas dikî. Tu di Rojava re derbasî Ewropa bûyî?
Şehrîbana Kurdî: Belê, ez ji Şamê derbas bûm.
Rûdaw: Tu ji Rojava çûyî Şamê û ji Şamê tu çûyî Ewropayê?
Şehrîbana Kurdî: Belê, ez çûme Efrînê jî, mixabin, tenê ez neçûm Kobaniyê.
Rûdaw: Bajarê min e, û tu neçûyî Kobaniyê lê divê tu herî Kobanî jî, xelk li me guhdar dikin û temaşe dikin, ku Şehrîban dê were Kobanî jî. Lê tu xelkê Kobanî gelekî nas dikî, ez yek ji wan im.
Şehrîbana Kurdî: Hezar silav ji hemûyan re.
Rûdaw: Şehrîban min tiştekî din meraq kir. Te hewl da, zarokên te jî, yan jî keça te jî, dengê wê xweş e?
Şehrîbana Kurdî: Belê, dengê Pîrozê gelekî xweş e.
Rûdaw: Pîroz stranan baş dibêje?
Şehrîbana Kurdî: Bi rastî, weke huner û hunermend, naxwîne, lê tenê li malê ji xwe re dixwîne, dengê wê gelekî xweş e.
Rûdaw: Hin kes hene naxwazin zarokên wan, karê ku wan kiriye, yan jî karê ku ew dikin, bikin.
Şehrîbana Kurdî: Rast e, ez jî naxwazim. Min nexwest kesek ji zarokên min bibe hunermend. Sedema wê jî, eger tu sedema wê pirs bikî. Ez ji karê xwe hez dikim, karekî pîroz e lê nayê wê wateyê ku zarokên min jî berdewamiya vî karî bikin. Min xwest ew bêtir bixwînin, bila bixwînin û karekî din bikin, ew dikarin tiştên din bikin. Ango di malekê de yek bes e.
Rûdaw: Hemû mal hunermend bin, zehmet e. Şehrîban zehmetiyên vî karî hene?
Şehrîbana Kurdî: Gelek zehmetiyên wê hene. Tu bi xwe jî hinekî di nav de mayî.
Rûdaw: Ez di nava hunermendan de mame lê ez ne hunermend im lê hevaltiya min bi wan re zêde ye.
Şehrîbana Kurdî: Rast e, zehmetiyên xwe hene û xweşiyên xwe jî hene, lê zehmetiyên xwe bêtir in. zehmetiyên wê di nava civaka kurdan de, bi taybet jineke Kurd derbikeve û stranan bêje, ev yekem, di nava rêxistinên Kurdan de, mixabin, tu neçarî alîgirê hin aliyan bî, ev jî zehmet e, ji ber wê em gelek rastî zor û zehmetiyan tên. Lê ya herî zêde em Kurd û Kurdistanê dipejirînin.
Rûdaw: Tu ti carî fikiriye ku dest ji hunerê berdî? Weke mînak tu carekî ketibî tengasiyan, tu tore bibî û tu bêjî ev çi hal e, ez ê dest ji hunerê berdim?
Şehrîbana Kurdî: Na, ez fikirîm, heta azadiya Kurdistanê çêbibe, eger emrê min jî hebe, ez ê xebatê ji bo miletê xwe bikim. Ji ber ku ew jiyan e. Jiyan her tim dê zehmetiyên xwe hebin, her tu ketî zehmetiyekê û poşman bibî, tu nikarî tiştekî bi dest bixînî. Ji ber wê gelek caran poşmanî çê dibe, lê ne vegera poşmaniyê.
Min got ezê bêtir tiştên baştir bikim. Ango ew poşmanî bi min re çê bûye û ji ber wê min xwest ez gavên mezintir bavêjim û ez hêvîdar im wisa berdewam bikim.
Rûdaw:Tu çawa bi xweşiya dengê xwe hesiyayî, tu çawa bûyî hunermend? Bi rastî ev ji min re meraq e.
Şehrîbana Kurdî: Kek Dilbixwîn, ew çîrokeke gelekî dirêj e, lê ez ê bi kurtasî hinekî bibêjim. Pêşbirkek li ber mala me çêbû. Ez bi xwe li Îzmîrê ji dayîk bûme, beriya nêzîkî 60 salan dema ku bavê min ji Mêrdînê koçberî Îzmîrê bû, ji ber sedemên siyasî hem jî ji ber kar, di wê demê de hejarî gelekî hebû, em hemû li wê derê ji dayîk bûn û em li wê derê diçûn dibistanê.
Min heta dibistana seretayî xwendiye, min gelekî nexwend. Li wir pêşbirkek li kafeteryekê çêbû û xelkê li wir diçûn çayê vedixwarin. Ez û xaltîka min a dengê wê xweş, ji min re got hey ez nebûme tiştek, ez ê te bikim tiştek, mala wê ava be.
Wê ez amade kirim û em çûn wê derê, bavê min û kesk ji malbatê nizanibû, her çi qasî dayîka min jê re digot bi xwe re nebe, bavê wê dê pê bihese, ev çênabe û wê jî got, em ê şanda xwe biceribînin. Çêbû, çêbû û eger çênebû çênebû.
Em çûn û me navên xwe di pêşbirkê de nivîsandin û em li hêviya roja xwe bûn da ku em biçin tevlî pêşbirkê bibin. Ew roj hat û em çûn û tevlî pêşbirkê bûn. Di nava 32 kesan de yekemîn min wergirt. Lê mixabin bi straneke tirkî.
Rûdaw: Yekemîn stran te bi Tirkî got?
Şehrîbana Kurdî: Belê, bi rastî min bi Kurdî nizanî. Ez rastiyê bêjim ez 12 salî bûm. Pêşbirkeke biçûk bû û 32 kes beşdar bibûn. Li wê derê min yekem wergirt û xelateke biçûk dane min û ez hatim malê, pişt re çend kesan ez li wir dîtim, gotin dengê vê xweş e û hatin ji min re bûn alîkar. Min perwerdeyeke deng dît. Pişt re bavê min pê hesiya û wî alîkariya min kir.
Rûdaw: Bavê te alîkariya te kir, ji te aciz nebû?
Şehrîbana Kurdî: Na, wî gelekî ji karê min hez kir, got eger dengê keça min baş be, ezê piştgiriya keça xwe bikim. Alîkariya min kir. Heta dema ku min stran dinivîsandin û min dixwend, wî ew stran bi xwe kurdiya wê rast dikir. Ji min re digot keça min, tu di vir de şaş dibêjî, di vir de ev gotin nabe û ev gotin dibe. Wî alîkariya min dikir. Hezar rehme li gora wî be û li miriyên te jî be. Ev salek e rehmetî bûye. Wî gelekî piştgirtiya min kir. Bi rastî jî ti caran negot, çima vê keçê ev karê hunerî hilbijart, çima bû hunermend, ev tişt nekir. Her ti alîkarê min bû û li pişta min bû.
Rûdaw: Piştî ku te deng vedan, di got ez bavê Şehrîbanê me û bi te serbilind bû.
Şehrîbana Kurdî: Erê, wisa digot, ez jî gelekî pê serbilind bûm.
Rûdaw: Her mirovek bi rengekî dikeve nava karekî. Şehrîban, ez jî min digot rojek were, yek ji min bipirse, bêje Dilbixwîn tu çi karî dikî? Tu dizanî xelkê me dibêjin, ez doxtor im, ez endeziyar im, ez parêzer im, ez dermanxaneyê bi rê ve dibim. Min digot yek ji min bipirse tu çi karî dikî? Ez ê jê re bêjim ez rojnamevan im, kêfa min dihat, rojekê yek ji min bipirse tu çi yî? Ez jê re bêjim ez rojnamevan im. Tu jî bi rastî hunermendeke gelekî mezin î, te ji tiştekî bi çûk dest pê kir, erê stran Tirkî bû lê di encamê de tu niha bi Kurdî dibêjî û tu bûyî hunermenda Kurdan, tu bi straneke Tirkî tu bûyî super stara Kurdan.
Şehrîbana Kurdî: Înşalah ez ê layiqî miletê xwe bim.
Rûdaw: Tu her weke xwe yî, Şehrîban, ez pir kêfxweş bûm û te li Zaxoyê dibînim. Bawer bike, ez ne dilê te xweş dikim, tu her weke xwe yî. Mirova çawa dikare weke xwe bimîne? Wisa gênc bimînî, ango ne tenê deng û wisa gêncbûna xwe biparêzî?
Şehrîbana Kurdî: Sax bî, weke min gotiye, hemû tişt bi hev ve girêdayî ne. Ango enerjiya min jî ez bi welatê xwe ve girê didim. Em hêvîdar in, her ev berdewam bibe, hem enerjî, helbet ciwanbûn jî emir dê derbas bibe û emê pîr bibin, ew ne xem e lê em hêvîdar in em xebateke mezintir bixin xizmeta miletê xwe.
Rûdaw: Gelekî Spas, kêfxweş bûm, tu her hebî.
Şehrîbana Kurdî: Sax bî. Di dawiyê de ez dixwazim, bi rêya we, ez hin silavên xwe bigihîjim çend kesan. Du keçên me hene, li Almanyayê ne, xelkê Dihokê ne, cil û bergên Kurdî çêdikin. Her duyan nû dest pê kirine. Navê yekê ji wan Yasemîn e, ya din jî Hevrîn e yan Hemrîn e, bila min efû bike eger min navê wê şaş gotibe. Kurdish Style Nord, cil û bergan çê dikin û ji min xwestin eger tu navê me bêjî, min ji wan re got li ser herdu çavan ezê bibêjim. Min got bila nifşê nû, ev xortên nû derkevin pêş.
Rûdaw: Wan ev cil û bergên te çêkirine?
Şehrîbana Kurdî: Na, ev me li Zaxoyê dane çêkirinê, ev xeftana li ser min jî, xelkê me yê Urmiyê hatin vê derê, ew jî li Zaxoyê beşdar in. Em spasiya Simbil xanim jî dikin. Navê wê Simbil e, xelkê Urmiyê ye. Ez spasiya hemûyan dikim, bi taybet jinên kurdan dikim, bila cilûbergên kurdî biparêzin. Weke din jî cil û bergên Kurdî, eger em van tiştên xwe neparêzin, ew ê biçin winda bibin. Ez careke din spasiya te dikim, tu gelekî sax bî, bi xêr hatî, spas ji hemû xebatkarên we re.
Rûdaw: Gelekî spas, spas ji bo we jî temaşevanên hêja, hûn jî her hebin. Hêvî dikim me demeke xweş li gel Şehrîbana Kurdî re derbas kiribe. Heta hevpeyvîneke din bimînin di xweşiyê de û bi xatirê we. Zor zor spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse