Lîstikvanê navdar ê Sûriyeyî Cemal Silêmanê ku bi çalakiyên xwe yên siyasî jî tê naskirin diyar kir ku Herêma Kurdistanê xwedî xwezayeke rengîn e ku dikare mazûvaniya berhemên sînemayî yên Erebî û cîhanî bike.
Lîstikvanê Sûriyeyî Cemal Silêman di hevpeyvînekê de pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Hunermendê navdar ê Sûriyeyî Cemal Silêman anî ziman:
“Dema ku pêkhateyeke Kurdî di destûrê de were naskirin, dema ku zimanê we wekî zimanekî fermî li welêt were naskirin, bi kêmanî du zimanên fermî li herêmên ku piraniya wan Kurd in û dema ku navendîbûneke berfireh hebe ku niştecihên xwecihî xwedî desthilatdarî, çavkanî û şiyana birêvebirina kar û barên xwe û derbirîna pirsgirêkên xwe û awayê çareserkirina wan hebe, ez bawer dikim ku li vir hêmana girêdanê bihêztir dibe.”
Cemal Silêman amaje bi wê yekê kir ku Sûriye di rewşa razîbûn û nerazîbûna di navbera alî û pêkhateyên wê de ye, di nav wande Kurd jî hewceyî lihevhatineke welatî ye.
Cemal Silêman diyar kir ku paşeroja Sûriyeyê pêdivî bi sîstemeke siyasî ya nanavendî heye û got:
“Sûriyeyeke ku kes tê de hest neke ku bi ser aliyê din ketiye û hesteke ewlehiyê di nava hemûyan de çêbike.”
Di hevpeyvînê de wî behsa serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û hevdîtina xwe bi Serok Mesûd Barzanî re jî kir.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi lîstikvanê Sûriyeyî Cemal Silêman re:
Rûdaw: Cemal Silêman li kêleka sînema û rêzefîlman, bi helwestên xwe yên sîyasî jî gelekî naskirî ye bêguman. Sûriyeyî ye lê niha li Sûriyeyê namîne, li Misirê dimîne. Demekê gotibû dixwaze bibe Serokê Sûriyeyê piştre nizanim çi bû, rewş hate guhertin niha zêde behsa wê yekê nake lê Cemal Silêman her wekî xwe kesayetiyekî bihêz û xwedî helwesteke li ser xwe maye. Tu bi xêr hatî Birêz Cemal Silêman kêfxweş bûm ku te li Kurdistanê dibînim û li Rûdawê dibînim.
Cemal Silêman: Zor spas ji bo pêşwaziya te, bijî. Ez kêfxweş im ku mêvanê we me.
Rûdaw: Destpêkê ez dixwazim bizanim te Kurdistan çawa dît?
Cemal Silêman: Gelekî bedew e, ev duyem serdana min a Kurdistanê ye, li Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê û min li Hewlêrê serdana hin deverên şûnwarî kir. Bi rastî cihekî xweş e. Kurdistan bi giştî xwedî xwezayeke bedew e, min hejmarek belgefîlm li ser Kurdistanê dîtine. Îro jî dema geşta me ji bo hevdîtina li gel Birêz Serok Mesûd Barzanî, em di deverên çiyayî û newalan re derbas bûn. Bi rastî xwezayeke gelekî bedew e. Piştre dema ku em mêvanê Birêz Serok bûn, me behsa Selahedîn kir, ji ber ku di rêzefîlma Selahedîn de ez bi rola wî rabûbûm. Serok ji pencereyê re gundê li newalê ku malbata Selahedîn jê derketiye nîşanî min da, nêzîkî kîlometreyekê dûrî cihê Birêz Serok e. Devereke gelekî bedew e. Kurdistan welatekî gelekî bedew e lê tişta girîngtir ji welat, xwediyên welat in, xelkê wê ye. Xelkê Kurdistanê gelekî dilnizm e, gelekî rêzdar e, gelekî hezkar e û di kêfxweşkirina mêvanê xwe de bi comerdî û dilnizmiya wan matmayî dimînin, ez bi vê serdana xwe gelekî kêfxweş im, Înşallah dê dubare bibe
Rûdaw: Hêvî dikim Kurdistan mala te ye, welatê te ye. Birêz Cemal Silêman Kurdistan cihekî çawa ye ji bo fîlman, ji bo rêzefîlman?
Cemal Silêman: Bi rastî, vî tiştî bala min kişand û min cesaret girt û ev mijar bi Birêz Serok Mesûd Barzanî re behs kir. Min jê re got ku ez dibînim ku ev devera cografî ya bedew li cîhanê û van xelkên bi comerdî û dilxweşbûna wan, ew hêjayî bibe mêvanperwerê berhemên sînemaya Erebî û Cîhanî. Her wiha tişta ku tê xwestin, ew e ku Kurdistana Îraqê nêrîna xwe bîne ziman û deriyên xwe veke û pêşwaziyê li berhemkarên televîzyonî yên Erebî û cîhanî bike. Min li Mexrîbê wênegirî kir, hejmareke berheman, ji wan Seqir Qureyş, Qurtobe, Milûk El-Tewaf û herî dawî jî Decodrama bi navê Şûrên Ereban. Bi rastî birayên me li Mexrîbê, deriyên xwe di vî warî de vekirin û ji ber hêsankariyên yasayî û yasayên taybet, gelek fîlmên cîhanî û derhênerên mezin li Mexrîbê wênegiriyê dikin, wekî Gladiator, Alexander the Great, ango derhênerê mezin û studyoyên mezin ên Holywoodê diçin û Disney, Warner û Fox li Mexrîbê wênegiriyê dikin. Xwezaya Kurdistanê ji ya Mexrîbê cudatir e. Li Mexrîbê çol hene û bedewiyên çola wê, tiştekî gelekî xweş e. Li Kurdistanê xwezayeke wê ya din heye, çiya û keskahî û berfa zivistanê, ango gelek deverên wê hene ku dibe deverên balkêş ji çavên derhênerên sînemayî û televîzyonî re.
Rûdaw: Ez dixwazim rojekê bibînim ku Cemal Silêman li vir, di fîlmekê de, di rêzefîlmekê de jî beşdar dibe yan jî bi xwe amade dike. Em werin ser dramaya Sûriyeyê, çawa dikare pirrengiya Sûriyeyê nîşan bide?
Cemal Silêman: Bi rastî, di salên borî de hema bêje ev yek di sînorekî de pêk hat. Dramaya Sûriyeyê di destpêka salên 60î de li gel destpêka televîzyona Sûriyeyê de dest pê kir lê piraniya mijaran girêdayî bajarê Şamê û gundewarê wê bûn. Piştre di salên 70yî de hinekî lawaz ket û piştre di nîvê salên 80 de dîsa vegeriya geşbûna xwe. Dramayê di wan salan de hin berhem pêşkêş kirin ku ne tenê yên Şamê û ne jî yên taybetmendiya Şamê bûn. Wekî mînak me rêzefîlma Xan El-Herîr li Helebê bi her du beşên wê berhem anî. Xelkê Sûriyeyê û cîhana Erebî cara yekem e, bazarên Helebê û bedewiya wê nas kirin. Necdet Enzûr hejmareke berheman li berava Sûriyeyê girtin, wekî fantaziyên dîrokî yên Kewasir, Cewarih û hwd. me rêzefîlma Sureya û Ukaş li Efrînê girtin û cara yekem bû ku xelkê deverên dîrokî li Efrînê ku bi navê (bajarê jibîrkirî) nas kirin ku erdhejan lê dabûn lê ew dever dîrokî yên kevnar û gelekî mezin bûn û xwedî giraniyeke cîhanî di çand û dîroka cîhanê de hebûn. Her wiha rêzefîlmên koçeran wekî rêzefîlma Fîncana Xwînê, ev yek bipêşketinek bû, her wiha hin kesên Xirîstiyan jî hatin pêşkêşkirin, kesên Îslamî, kesên Kurd, kesên Ereb, kesên ji berava Sûriyeyê, kesên ji başûr ji Horanê, kesên ji Siwêdayê hatin pêşkêşkirin, wekî mînak Xirbê rêzefîlmeke bi temamî li Siwêdayê hatiye girtin, her wiha Dayaa Dayaa bi temamî li deverekê li bakurrojavayê Sûriyeyê li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye hatiye girtin. Ango dramaya Sûriyeyê, deverên cuda yên Sûriyeyê ji welatên Erebî û piraniya Sûriyeyiyan re da naskirin lê mirov dikare bêhtir jî bike.
Rûdaw: Birêz Cemal Silêman tu çûyî Efrînê, Efrîn xweş bû? Çawa bû Efrîn?
Cemal Silêman: Bê guman, ne tenê min serdana wir kir, ez siwarê hespê xwe bûm û di rêzefîlma Sureyayê de bi kesayeta Ukaş ji Efrînê ez ji gundekî diçûm gundekî din, ew nêzîkî 4 yan 5 mehan bû, min hemû herêma Efrînê dît û min xelkê wê nas kir, min jiyana wan dît û wan xweştirîn zeyt a di cîhanê de diyarî min kir. Ez vegeriyam cem dayîka xwe û çend galonên zeytê bi min re bûn.
Rûdaw: Bi kenê xwe, bi kenê te yê xweş, tu gelekî navdar î, her wiha li Efrînê jî gelek navên hesin hene û menan hene.
Cemal Silêman: Erê, Ukaş jî wekî diyar e xelkê me yê Kurd li Efrînê ji vî navî hez dikin û zarokên xwe pê bi nav dikin. Ew gelekî kêfxweş bûn ku lehengekî bi vî navî bibînin, bi taybetî ew lehengekî zelal û birûmet û şoreşger bû, Roben Hodeyî bû. Rêzefîlm serkeftineke mezin bi dest anî, bi taybetî li wan deveran.
Rûdaw: Kurd gelekî hez ji te dikin Kek Cemal, yanî, nizanim lê Kurd gelekî ji te hez dikin û hemû rêzefîlmên te bi hezkirin temaşe kirin.
Cemal Silêman: Ez jî ji wan hez dikim.
Rûdaw: Min hez kir em di vê hevpeyvînê de hinekî behsa aliyê siyasî jî bikin. Cemal Silêman him ji aliyê hunerî ve naskirî ye, him jî ji aliyê siyasî ve gelekî naskirî ye. Dixwazim bizanim, piştî ku Esed ket û tu li Misirê bûyî, li derveyî welêt bûyî, tu çûyî Sûriyeyê, bi serdan çûyî, milet bi hezkirin tu pêşwazî kirî. Piştî vegereke kurt a Misirê, tu li Sûriyeyê nemayî. Min xwest vê bizanim, çima tu li Sûriyeyê nemayî?
Cemal Silêman: Ez pir kêfxweş bûm ku piştî 13 salên xerîbiya neçar serdana welatê xwe bikim. Min dixwest ku serdana Sûriyeyê bikim, nemaze ku Sûriye bêyî rejîma berê, bêyî Beşar Esed, bêyî dezgehên wî, bêyî zordariya wî û bêyî her tiştê ku mixabin li Sûriyeyê diqewimî. Di heman demê de, hesreta min ji bo cihên ku ez lê mezin bûm, li Şamê, li paytextê, ez li wir jiyam û mezin bûm, min hemû jiyana xwe li wir derbas kir, ez çûm Enstîtuya Bilind a Hunerên Şanoyê, min ew li wir qedand, ez zewicîm, min jiyana xwe li wir derbas kir û me kurê xwe Mihemed li Şamê anî dinyayê. Ev bajar ji bo me tê wateya gelek tiştan. Di heman demê de, ez şok bûm û xemgîn bûm ji ber rewşa ku Şam ketibû navê û bê guman bajarên din ên Sûriyeyê ku min nikarî serdana wan bikim ji ber kiryarên vê rejîmê û israra wê ya ku qebûl nekir çareseriyeke siyasî ya dan û standinan ku bibe sedema reformeke siyasî ya berfireh û giştî li welêt û me ji van hemû qurbanî, xwîn û parçebûnan dûr bixe. Jiyan, hewcedarî, daxwazî û zordestiyên beşên cuda yên gelê Sûriyeyê fêm bike û ez di van hemû salan de beşek ji vê pêvajoyê bûm. Bi qasî ku min karî wekî Sûriyeyiyekî erkê xwe pêk anî lê hûn di medyayê de jê re dibêjin karê siyasî, ez her tim jê re dibêjim karê niştimanî, ji ber ku ez wê wekî erkên me yên Sûriyeyiyan dibînim, her kes di cihê xwe de, bê guman di çarçoveya derfetên xwe de. Qederê xwest û şert û mercan xwest ku ez di vî karî de cih bigirim, çi bi rêya pêvajoya dan û standinan be, çi jî bi rêya Komîteya Destûrî ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye avakirin, da ku guhertin bi rêya belgeyeke destûrî pêk were ku awayê Sûriyeya ku em paşerojê dixwazin misoger bike. Lê gava ku ez piştî serdanê vegeriyam Qahîreyê, ji ber ku malbata min, karê min û kurê min ku hîn jî li dibistanê ye, hîn jî şert û mercên jiyanê li Şamê ji bo me ne guncav in, ji ber ku sala 2012an mala min a li Şamê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatibû wêrankirin û talankirin, yanî niha xaniyekî min li Şamê nîne. Lê bê guman ez hêvî dikim ku xaniyekî min li Şamê hebe û ez hêvî dikim ku di zûtirîn dem de be,
Înşallah.
Rûdaw: Sûriye bi ku ve diçe? Kek Cemal, paşeroja Sûriyeyê li kû derê ye? Li gorî nêrîna te, wekî mînak destûrek hate çêkirin, destûrek dibêjin “demkî” lê bi kêmanî 5 salan wê dirêj bike. Kurd ji wê destûrê ne razî ne, Kurd dibêjin mafên me di wê destûrê de nînin. Dûrzî ne razî ne, beşeke Suniyan jî ne razî ne. Lê dîsa jî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer qebûl kir û ew destûr îmze kir. Li gorî nêrîna te, paşeroja Sûriyeyê li kû derê ye?
Cemal Silêman: Bi rastî, niha li Sûriyeyê gelek gotegot hene. Hin senaryoyên cuda hene, hin ji wan digihêjin astên xeyalî, hin jî nêzîkî rastiyê ne lê em hemû wekî Sûriyeyî, ev derfeta me ya rasteqîn e, dibe ku ya dawî be ji bo parastina Sûriyeyê. Lewma em hemû yekgirtî ne, tevî birayên Kurd li Bakurrojhilatê Sûriyeyê di Hêzên Sûriya Demokratîk de. Ez gelekî erênî dibînim ku ez tevlî projeya Sûriyeya paşerojê û nû bibim. Dibe ku belgeya ku di navbera birêz Mezlûm Ebdî û Serokkomar Ehmed Şer de hatiye îmzekirin, belgeyeke baş û bingehîn be, di çarçoveya xwe ya giştî de ji bo Sûriyeyeke ku em hêvî dikin. Sûriyeyeke ku hemû pêkhateyên xwe qebûl dikin û Sûriyeyeke ku li ser ramanên lihevkirin û beşdariya di avakirina Sûriyeya paşerojê de ava dibe. Ez bi gotinên Serok Ehmed Şer bawer dikim di hemû hevdîtin û gotarên wî de, ji ber ku ew nîşanên erênî dide ji bo paşerojê. Tiştên ku diqewimin carinan bi guman in, hin binpêkirin û hin tişt teqez dikevin nakokiyeke tûj bi dîtina Serokkomar re û ev mijar pêwîstî bi rawestîneke bi baldarî heye derbarê daxuyaniya destûrî, bê guman me hemûyan hêvî dikir ku naveroka daxuyaniya destûrî zêdetir li hev be bi ya ku bi MSD û HSD re hatiye îmzekirin, ne tenê mijar bi birayên Kurd ve girêdayî ye, ev mijara me hemûyan e wek Sûriyeyî û di nav de birayên Kurd jî wekî pêkhateyeke bingehîn di civaka Sûriyeyê de, heta ku em vî şerê nijadî, mezhebî, olî an herêmî derbas bikin, ji ber ku bi rastî salên şerê dirêj û salên zordariyê yên dirêj çîrokên nakok di dil û mejiyê pêkhateyên cuda de afirandin, ev tiştê ku em hêvî dikin em karibin derbas bikin û em karibin vê paşeroja hevbeş biafirînin, Sûriyeya îro pêwîstî bi ramaneke lihevkirina niştimanî heye, ji ber ku ev tiştekî bingehîn e. Ez poşman im eger min di bersivê de dirêj kiribe lê îro di hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî re de behsa vê mijarê hat kirin piştî rûxîna rejîma Sedam Hisên, ne tenê lihevkirina Kurdî-Erebî lê belê lihevkirina Kurdî-Kurdî bi xwe jî. Serok bi hestyarî axivî û axaftineke bi îlham bû ku hinek Kurd di hêzên Sedam Hisên de bûn û bi dezgehên ewlehiyê yên Sedam re bûn ku zilm û kuştin li dijî gelê Kurd dikirin, dema ku rejîma Sedam Hisên hilweşiya, Serok Mesûd Barzanî xwest ku tolhildan çênebe, tiştê yekem ê ku wî kir li ser lihevkirinê bû, ev pêşniyareke pir mezin e heta ku di dawiyê de min şer qezenc kir, eger maf hatibe sepandin û edalet hatibe sepandin, yên mayî hûrgilî ne. Ez hêvî dikim ku tiştekî bi vî rengî biqewime em dikarin wê fêm bikin li Sûriyeyê, bê guman pêwîstî bi edaleta veguherîner heye ji bo hesabpirsîna sûcdaran û kuştinan, ji ber ku mezinahiya sûcên ku li Sûriyeyê hatine kirin pir mezin e. Lê belê ev yek têrê nake, divê lihevkirineke niştimanî jî hebe.
Rûdaw: Werim ser Kurdan. Te behsa Kurdan kir di vê hevpeyvînê de. Bêguman, ez dixwazim beşekî girîng bidim vê mijarê. Tu jî dizanî, yanî Kurd pêkhateyeke sereke ne li Sûriyeyê piştî Ereban lê di hemû rejîmên Sûriyeyê de Kurd her û her ji mafên xwe bêpar man, mehrûm kirin. Wekî mînak, zimanê ku ez niha pê diaxivim, li Sûriyeyê di dibistanan de qedexe bû, pirtûk qedexe bûn, hemû tişt qedexe bû, navên Kurdî qedexe bûn. Birêz Cemal Silêman, destûrek hatiye amadekirin, "Komara Erebî ya Sûriyeyê", navê Erebî lê xistine. Kurd dibêjin, "Em ne Ereb in, em Kurd in". Yanî em û Ereb bira ne, dost in, cîran in lê em Kurd in. Em naxwazin navê Erebî li ser komarekê be, welatekî ku em tê de dijîn. Tu mayîna navê Erebî çawa dibînî li ser Komara Sûriyeyê?
Cemal Silêman: Bi rastî, ev yek ji wan mijaran e ku di hemû konferansên opozîsyonê yên ku ez beşdar bûme de, bûye cihê nîqaşê. Wekî ku hûn dizanin, di Konferansa Qahîreyê de ku gera wê ya yekem Kanûna Paşîn a 2015an û piştre Hezîrana 2015an hat lidarxistin, aliyên siyasî yên Kurdî pêkhateyeke bingehîn di vê konferansê de bûn. Bi rastî, yek ji wan tiştên ku hatin pêşniyarkirin, pirsa ziman û pirsa navê welat bû. Ez jî alîgirê wê yekê me ku divê destûreke me hebe ku zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanê duyem ê fermî. Pêkhateya Kurd heye û di vê yekê de tiştekî xirab nîne. Bi kêmanî li wan deverên ku Kurd piranî ne, divê zimanê Kurdî were naskirin û ez bawer nakim ku divê em ji vê yekê bitirsin, yanî pirsgirêk di vê yekê de çi ye? Bê guman ez hez dikim ku dibistanên bi Kurdî hebin ji bo Kurdên me ku dixwazin zarokên xwe bişînin van dibistanan, divê ev bijardeya wan hebe. Ez bi xwe pir kêfxweş dibim ku di hefteyeke çandî ya Sûriyeyê de li her bajarokekî Ewropî an jî Erebî, guhdarî helbestvanekî Kurd ê Sûriyeyî an stranbêjekî Kurd an muzîkeke Kurdî bikim. Min ev tişt kir. Bi awayekî, me li kêleka konferansa Brukselê, beriya nêzîkî salekê şahiyek li dar xist û di nav tiştên ku koma muzîkê ya Sûriyeyê lêxist de, muzîka Kurdî û stranên Kurdî jî hebûn. Salona şahiyê geş bû, her çend piraniya amadebûyan ji Erebên Sûriyeyê bûn, ne Kurd bûn lê belê ew pir kêfxweş bûn.
Rûdaw: Navê Erebî, birêz Cemal Silêman?
Cemal Silêman: Derbarê navê welat jî, ev yek ji wan mijaran bû ku di nav opozîsyonê de hate nîqaşkirin. Ji ber vê yekê, gelek pêşniyar hebûn. Pêşî, eger em wekî ku di destpêkê de di destûra sala 1920an de hat binavkirin, navê Komara Sûriyeyê lê bikin, pirsgirêka me çi ye? Wekî Sultanata Umanê, Dewleta Libnanê, Dewleta Îraqê, Dewleta Mexrîbê, Cezayîrê, ev hemû dewletên me yên Erebî ne û di Komkara Erebî de behsa peyva Erebî nayê kirin. Modeleke me ya din jî heye, wekî Komara Erebî ya Misirê ku Misirê ber bi Erebtiyê ve kişand. Ji ber vê yekê, di hin pêşniyarên ku hatin kirin de, navê Komara Erebî ya Sûriyeyê an jî Komara Sûriyeyê ya Erebî lê were kirin hebû. Mebesta min ew e ku nêzîkatî û ramanên bi vî rengî hene û dibe ku navê wê Komara Sûriyeyê be. Ev gotin pêdivî bi nîqaşeke biratî ya kûr di atmosfereke baweriya hevbeş de heye, da ku em karibin bigihêjin çareseriyekê di vî warî de.
Rûdaw: Kurd nenavendiyê dixwazin, otonomiyê dixwazin, federaliyê dixwazin. Min hevpeyvînek guhdarî kir û dibêjê sîstema herî baş ji bo Sûriyeyê nenavendî ye. Divê daxwaza Kurdan çawa bibînî? Otonomî, federalî, nenavendî, birêvebiriyeke xweser wekî ya niha heye? Nêrîna te çi ye?
Cemal Silêman: Her wiha ev yek ji nîqaşên mezin bû û ez ji van nîqaş û konferansan gelekî fêr bûm, nemaze daxwazên birayên Kurd û di heman demê de li nerazîbûnên pêkhateya Erebî ya li Sûriyeyê, derbarê federalî, nefederalî, nenavendiya siyasî û nenavendiya birêvebirî fêr dibûm. Ez bawer dikim ku di Konferansa Qahîreyê de çareseriya nakokiyan hat dîtin û em gihîştin çareseriyekê ku nenavendiya demokratîk be ku ne nenavendiyeke siyasî be, ango ne federalî ye û ne jî nenavendiya birêvebiriyê ye, yanî desthilatên sînordar, dibe ku qels be û navend di her kêliyê de karibe li van desthilatan ters vegere û wan ji aliyan bistîne. Lewma divê em bigihêjin sîstemeke siyasî ya nenavendî lê ev sîstema siyasî ya nenavendî divê ne serkeftina aliyekî li ser aliyekî din be û di heman demê de hesteke aramiyê di nav hemûyan de çêbike û em bi hev re li Sûriyeyê bimînin, Sûriye dê yekgirtî bimîne û paşeroja me hevbeş e, ji ber vê yekê gengaz e ku meriv bigihêje formulê û ev ne hewcedariyeke Kurdî ye, nenavendî tenê ne hewcedariyeke Kurdî ye lê belê ew hewcedariyeke Sûriyeyî ye, ji ber ku hewcedariyên di navbera herêm û bajarên Sûriyeyê de niha di encama şer de pir cuda ne.
Rûdaw: Kurd çawa dikarin xwe xwedî maf bibînin li wê derê? Kurd ditirsin, yanî binêrin, hemû rejîmên berê ew tirsandine, heps kirine, ziman qedexe bûye, çand qedexe bûye, dibistan tune bûne, petrol nebûye, axa Kurdan ser Ereban hatiye belavkirin, hejmareke mezin a Kurdan li Sûriyeyê heye, nasnameya wan nîne. Ew ne kesên nas û ne jî kesên nênas in. Çi maf dikare ji bo Kurdan were dayîn ku bi rastî xwe di ewlehiyê de bibînin li Sûriyeyê?
Cemal Silêman: Ev tiştê ku ez dibêjim, dema ku pêkhateyeke Kurdî di destûrê de were naskirin, dema ku zimanê we wekî zimanekî fermî li welêt were naskirin, bi kêmanî du zimanên fermî li herêmên ku piraniya wan Kurd in û dema ku navendîbûneke berfireh hebe ku niştecihên xwecihî xwedî desthilatdarî, çavkanî û şiyana birêvebirina kar û barên xwe û derbirîna pirsgirêkên xwe û awayê çareserkirina wan hebe, ez bawer dikim ku li vir hêmana girêdanê bihêztir dibe û bi dilxwazî dibe, ne mecbûrî û ne bi zorê.
Rûdaw: Her Sûriyeyiyek wekî te bifikiriya, gelekî baş dibû ji bo Kurdan bi rastî. Yanî kêmanî wê demê Kurd piştrast dibûn ku bi rastî dikarin li wî welatî bijîn wekî milet. Dê biçî serdana Qamişloyê?
Cemal Silêman: Ez hêvîdar im biçim serdana Qamişloyê. Di zarokatiya min de bibîranînên min ên pir balkêş û xweşik ji herêmê hene. Bavê min li Wezareta Çandiniyê di saziya dexl û dan de ajokarê kamyonê bû. Ji bo veguhastina berhemên genim li Cizîrê ji cihekî ber bi cihekî din ve hatibû erkdarkirin. Dema ez zarok bûm û ji 12 salî biçûktir bûm, em li Girê Spî bi cih bûn. Bavê min ji jineke Kurd a mezin bi navê Um Yehya xaniyek kirê kiribû. Um Yehya cilên Kurdî li xwe dikirin û xwedî kesayetiyeke bihêz bû, ew di bîranînên zarokatiya min de ye. Gelek zarokên wê û gelek pezên wê hebûn. Maşallah, gava pez derdiket derve, ew xanimeke bi heybet xuya dikir lê ew di dilovaniya xwe de pir mezin bû. Dêya min ku xanimeke Şamî bû û ti nêrînên wê li ser herêmê nebûn, dibe ku herêm ji bo wê dijwar be, ji ber vê yekê ew pir bi wê re dilovan bû. Ez ji bîr nakim ku wê her roj satilek şîr ji me re dişand û tê de girêkeke rûnê spî li ser rûyê şîr bû. Bibîranînên pir xweş bûn. Ez bi bavê xwe re çûm Qamişloyê, em çûn serdana Çemê Xabûr û Eyn Erûs. Hema bêje ez di Çemê Eyn Arûs de xeniqîm. Bibîranînên min ên pir xweş li herêmê hene. Bê guman ez serbilind û kêfxweş im ku ez biçim serdana wir, ji ber ku ew beşeke ezîz a Sûriyeyê ye.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo grafîka ku te ji bo her hevpeyvînê hinekî çêkirî lê ez Selahedînê Eyûbî dibînim, Selahedînê Eyûbî Kurd bû, tu jî bi Selahedînê Eyûbî ve tê nasîn. Te Serok Barzanî jî dît. Min xwest li ser kesayetiya Serok Barzanî jî bipirsim. Kesayetiyekî çawa ye?
Cemal Silêman: Destpêkê, kesayetiyekî pir xweş, pir dilnizm, pir sade û pir eşkere bû. Bi rastî ez bi hevdîtina wî şa bûm. Hevdîtina wî îlham bû û axaftina wî li ser Îraq û Herêma Kurdistanê piştî rûxîna rejîma Sedam Hisên bû. Bi rastî axaftin îlham bû û bi dilgermî û sadeyî pêşwaziya me kir. Di hizûra wî de hîs nakî ku tu li hizûra kesayetiyekî wiha mezin, esîl û pir kûr de yî, ji ber vê yekê ew ti carî we pê nahesîne ku hûn di hevdîtineke fermî de ne û hûn bi serokekî siyasî yê mezin re hevdîtinê dikin. Di wî de sadebûn û xweşbûnek hebû. Ez bi komek nivîskar û rojnamegeran re bûm ku heman nêrîna wan li ser cenabê Serok hebû. Xwedê temenê wî dirêj bike û xewnên wî pêk bîne. Hîn jî çavên wî li Kurdistan û Îraqê ne û pir li ser Sûriyeyê axivî. Ew ji Sûriyeyê hez dike û rêzê li Sûriyeyê digire û di xema Sûriyeyê de ye. Min hîs kir ku ew rast û dilsoz e, heta ji birûska çavên wî dema ku behsa Sûriyeyê dikir.
Rûdaw: Kêfxweş bûm ku tu mêvanê min bûyî bi rastî û ev hevpeyvîn wê gelekî were hezkirin. Gotinên te gelekî baş bûn. Pirseke heye ku min dixwest ji te bipirsim lê min nepirsî.
Cemal Silêman: Na tiştek nîne, pirsên ku min hêvî dikir tu pirs nekî jî te pirs kirin. Ji ber ku ev demeke, ez hewl didim behsa siyasetê nekim, ji ber ku diyar dibû ku ez xwe wekî kesayetekî siyasî nîşan didim. Di serî de ez hunermed im û serbilind im ku ez hunermend Cemal Silêman im û ez mijarê di çarçoveya erênî û niştimanî de dibînim û Sûriye dikare bibe welatekî mezin, hin caran şaş tê fêmkirin. Ez hewl didim axaftinên li ser siyasetê kêm bikim lê îro te ez neçar kirim û ez bi vê neçariyê kêfxweş im. Xema te nebe.
Rûdaw: Bi rastî, em jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi rastî kêfxweş in, serbilind in ku dostekî wekî te heye. Gelek spas ji bo aktorê sînema û kesayetiyê Sûriyeyê ya navdar Cemal Silêman ku mêvanê min bû. Temaşevanên hêja, mala we jî ava be ku we temaşe kir. Heta careke din, bimînin di xweşiyê de. Bi xatirê we.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse