Hewlêr (Rûdaw) - Vîrusa koronaya nû (covîd-19) ya ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket, li tevahiya dinyayê pê ketine zêdetirî 86 hezar û 900 kesan.
Li ser asta cîhanî zêdeyê 3 hezar kesan ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane.
Li Çînê 2 hezar û 914 kes, li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê 2 kes, li Îranê 66, li Îtalyayê 29, li Koreya Başûr 17 kes, li Japonyayê 12 kes, li Fransayê 2 kes, li Awustralya, Amerîka, Tayvan û Filipînê jî her welatekî kesek ji ber covîd-19ê canê xwe ji dest dane.
Li Çînê 79 hezar û 824 kesan bi vîrûda koronayê ketine, li Hong Konga Herêma Îdarî ya Taybet 95 bi vîrûsê kestine kesan, li Makauya Herêma Îdarî ya Taybet 10 kes bi wê vîrûsê ketine.. Li Tayvanê jî di 39 kesan da vîrus hat tesbîtkirin.
Li gor daneyên saziyên tenduristiyê û çapemeniya welatên ku vîrusa koronaya nû lê hatine tesbîtkirin, jimara kesên ku vîrus li wan ketiye wiha ne:
"Koreya Başûr 3 hezar û 526, Îtalya 1128, Japon 947, Îran 1501, Sîngapur 102, Fransa 100, Almanya 66, Amerîka 66, Kuweyt 45, Spaniya 44, Tayland 42, Behreyn 41, Awustralya 26, Malezya 25, Brîtanya 23, Kanada 20, Îmarat 19, Swîsre 18, Vîetnam 16, Norveç 15, Iraq 13, Swêd 13, Awisturya 7, Lubnan 7, Hollanda 7, Amman 6, Xirwatistan 6, Rûsya 5, Îsraîl 5, Yunanistan 5, Pakistan 4, Meksîka 4, Hindistan 3, Filipîn 3, Romanya 3, Gurcistan 3, Danîmarka 3, Fînland 3, Brezîlya 2, Cezayîr 1, Nepal 1, Srî Lanka 1, Kambodya 1, Belçîka 1, Misir 1, Efxanistan 1, Azerbeycan 1, Makedonyaya Bakur 1, Estonya 1, New Zelanda 1, Nîjerya 1, Belarûs 1, Lîtvanya 1, Monako 1, Ekvator 1, Qeter 1, San Marino 1, Îrlanda 1, Îzlanda 1."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse