Zekemê Rojhilatê Kurdistanê daye ber xwe: Dibistan hatin girtin

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Zekem Dibistan Betlane Hewaya Pîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber belavbûna zekem û pîsbûna hewayê, li 5 parêzgehan biryara betlaneyê hat dayîn.

Li gorî biryara komîteyên kontrolkirina qeyranan îro navendên perwerdeyê dê girtî bin.

Komîteya Rewşa Bilez û Hewaya Pîs a Urmiyeyê ragihand ku ji ber pîsbûna hewayê, roja yekşemê li bajarên Urmiye, Nexede û Mehabadê dibistanên fermî û taybet û kursên perwerdeyê dibin betlane.

Komîteyê ji xelkê parêzgeha Urmiyeyê xwest ku bi taybetî zarok, jinên ducanî, kesên mezin û yên nexweşiyên dil û henaseyê bi wan re hene roja yekşemê ji malên xwe dernekevin.

Her wiha hemû çalakiyên werzişî yên li derve jî hatin qedexekirin.

Komîteya Rewşa Bilez û Hewaya Pîs a Urmiyeyê biryar da, çalakiya hemû kargeh û yekîneyên pîşesaziyê yên di 50 kîlometreya bajarên wê parêzgehê de ku pergala paqijkirina dûxanê danenîbin, werin rawestandin.

Li Kirmaşan û Sineyê perwerdeya online

Li parêzgeha Kirmaşanê jî dibistan û zanîngeh bûn betlane.

Birêvebirê Giştî yê Kontrolkirina Qeyranan a Kirmaşanê Elîreza Heyderî ragihand, bi armanca parastina tenduristiya xwendekarên dibistan û zanîngehan û qutkirina zincîra veguhastina zekemê, wan biryar daye roja yekşemê hemû navendên perwerdeyê bigirin.

Li gorî biryarê, jinên karmend ku zarokên wan li baxçeyê zarokan û kreşan in, dikarin neçin kar û karên xwe li malê bikin.

Elîreza Heyderî da zanîn ku îro dê perwerde dê bi awayê online be.

Li parêzgeha Sineyê 3 roj betlane hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Sineyê, dibistan û zanîngehên wê parêzgehê ji bo rêgirtina li belavbûna zêdetir a zekemê heta roja duşemê girtî ne.

Bi biryara Parêzgarê Sineyê, ew karmendên jin ên zarokên wan biçûk in an jî zarokên wan bi zekemê ketine û ew kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, rojên şemî, yekşem û duşemê dikarin neçin ser kar.

Li Îlam û Loristanê rewş çawa ye?

Komîteya Parastina Tenduristiya Gel a Îlamê jî şeva înê ragihand, rojên şemî û yekşemê hemû kreş, baxçeyên zarokan û dibistan bi armanca rêgirtina li belavbûna zêdetir a zekemê dibin betlane.

Biryara betlaneyê li parêzgeha Îlamê zanîngehan li xwe nagire.

Navenda Rêgirtin, Hevahengî û Kontrolkirina Qeyranan a Parêzgariya Loristanê ragihand, ji bo qutkirina zincîra belavbûna zekemê rojên şemî, yekşem û duşemê hemû navendên perwerdeyê têne girtin û perwerde bi awayê online tê kirin.

Mamosteyekî dibistanê ji Sineyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, di dema girtina dibistanan de xwendekar dersan naxwînin û saziyên fermî ji bo ku navê wê nebe betlane dibêjin perwerde online ye lê di rastiyê de betlane ye û ti çalakiyên perwerdeyê nayên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst