Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolînekê encamên nirxandina 62 lêkolînan eşkere kir û derxist holê ku alkol sedemeke sereke ye ji bo çend cureyên penceşêrê ye.
Li gorî lêkolînê, metirsiya li ser mêran li gorî jinan zêdetir e.
Lêkolîn li Zanîngeha Florida Atlanticê hatiye kirin û di kovara Cancer Epidemiologyê de hatiye weşandin.
Li gorî encaman, alkol metirsiya çend cureyên penceşêrê zêde dike û çi qas zêde were vexwarin, metirsî jî ew qasî zêde dibe.
Serperiştyara lêkolînê Îzabel Îbrahîmê got:
"Di encama nirxandina 62 lêkolînên berê de, derket holê ku metirsiya çend cureyên penceşêrê li ser wan kesên ku alkol vexwariye zêde bûye."
Di tevahiya wan lêkolînên ku hatine nirxandin de, amarên 80-100 milyon kesan hene.
Bi awayekî zelal derketiye holê ku alkol rêxweşkereke sereke ye ji bo penceşêrên memik, kolon, kezeb, dev û qirikê bi taybetî jî di mêran de zêdetir bûye.
Pisporê Çareseriya Derûnî li Koleja Bijîşkî ya Harvardê Dr. Matthew Mosquera diyar kir ku vexwarinên alkolî bandorê li van endaman dikin:
Li ser kezebê
Vexwarinên alkolî îhtimala rûnê kezebê zêde dikin.
Her wiha di egera vexwarina zêde ya alkolê de dibe ku kezeb bi nexweşiya hewdana alkolî bibe, bi vê yekê jî îhtimala penceşêra kezebê zêde dibe.
Li ser dil û demarên xwînê
Her miqdareke alkolê were vexwarin bandorê li gera xwînê dike û li gel bilindbûna lêdana dil, zexta xwînê jî bilind dibe.
Heta çend lêkolîn hene ku isbat dikin, bi tenê vexwarina şoteke alkolê, bandorê li bilindbûna zexta xwînê dike, bi vê yekê jî îhtimala krîza dil zêde dibe.
Li ser şiyanên zihnî û hizrî
Alkol yek ji wan madeyan e ku diltengiyê (stress) zêde dike û şiyanên mêjî lawaz dike ku bandoreke demkurt û demdirêj dike.
Bi awayekî ku bandorê li pêkhateyên mêjî dike û wan pûç dike, di encamê de dibe sedema lawazbûna şiyanên hizrî û zanînê.
Li ser pergala zayendî û şiyana seksî
Vexwarina zêde ya alkolê ya demdirêj dibe ku bibe sedema lawazbûna şiyana seksî, ji ber ku di her du zayendan de dibe sedema têkçûna hormonan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse