Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, welatî ji ber qelebalixiya zêde ya li nexweşxaneyan nerazî ne.
Li gor amarên fermî li Rihayê zêdeyî 400 hezar koçberên Sûrî hene, ku dike ji %20ê şêniyên bajêr. Nifûsa zêde ya xelkê û hejmara zêde ya koçberên Sûrî li Rihayê, li cihên giştî wek nexweşxane, dibistan û otobusên veguhestinê dibe sedema pirsgirêkan.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 25ê Gulana 2015an destpêkirina avakirina Nexweşxaneya Bajêr a Rihayê ku hezar û 700 kesî bû ragihand, lê tevî 7 sal di ser re derbas bûne heta niha jî nexweşxane temam nebûye û ne diyar e kengî temam dibe.
Rihayî dibêjin, tevî ku bi randewû diçin nexweşxaneyê carna 4-5 demjimêran li hêviya rêzê dimînin, heta dor digihe wan.
Dîmên îro 3ê Cotmehê li nexweşxaneya herî navendî û mezin a bajêr Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan hatine kişandin û bo Rûdawê hatin şandin, qelebalixiyê nîşan didin.
Di tabloyên ku rêza nexweşan tê nîşandan, pêştir navê nexweşan bi temamî ligel nav û paşnavê wan dihat nivîsandin. Lê niha rêveberiya nexweşxaneyê, ji ber diyar nebe nexweş xelkê Rihayê ne yan Sûrî ne tenê du tîpên destpêkê yên nav û paşnavê nexweşan dinivîsîne. Xelkê Rihayê dixwazin çareseriyek ji pirsgirêka nexweşxaneyan re were dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse